1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelo ji her sê penceşêran yek tesadufe?
Gelo ji her sê penceşêran yek tesadufe?,gelo,ji,her,sê,penceşêran,yek,tesadufe

Gelo ji her sê penceşêran yek tesadufe?

A+ A-

WASHINGTON / ANF Li gorî lêkolînerên Amerîkayê nexweşiya pençeşêrê bi giştî di dema qutbuna hucreyan de dertê holê û ji mutasyonên tên dîtin pêk tên.

Yanî bi îfadeyeke din di gelek nexweşiyên pençeşêrê de sedemên genetîk an jî bandorên hawirdorê yên neyînî rolê dilîzin.

Ev lêkolîn di hejmara 2’ê Çile yê Kovara Scîence de cih girt.

Di lêkolîna ku ji aliyê Zanistên Zanîngeha Johns Hopkîn ve hatiye meşandin de gelek nexweşiyên pençeşêrê tevli hesab hatiye kirin.

Lê ev lêkolîn piştî pençeşêra bi jinan re tê dîtin ya pêsîrê û ya bi mêran re tê dîtin ya çerm şûnde ya prostatê nahundirîne.

Ji sêyan duyê pençeşêrê ku dema ciwan jî tê hesabkirin, ji ber mutasyonên genetîk pêk tên.

Ji sêyan yek jî ji ber faktorên genetîk û bandora neyînî ya hawirdorê pêk tê.

Profesorê onkolojiyê yê Zanîngeha John Hopkîns, Bert Vogelsteîn got: “Ev lêkolîn nîşan dide ku cigare û madeyên din yên xetab rîska pençeşêrê zêdedike.”

Vogelsteîn got ligel her tiştî gelek pençeşêr ji ber faktorên genetîk pêk tên.

Asîstanê profesoriyê Crîstîan Tomasettî jî got: “Guhertina şeklê jiyanê wê bo parastina ji pençeşêrê gelek bi fêde be lê ne bo gelek cureyên din.”