Gelo kî dê bibin hevserokên HDP'ê?
26 Gulan 2014 AMED (DÎHA) - HDP amadekariyên di kongreya dê di 22'yê hezîranê de li dar bixin gavekî rêxistînî ya girîng bavêjin. Hevserokê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku ji bo hevserokatiyê navên Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag di nava pêşniyaran de hene. Kurkçu, anî ziman ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinekê pêk bînin.
HPD di meha hezîranê de dê kongreya xwe ya awarte li dar bixe. HDP bi kongreyê li Tirkiyeyê alternatîfekê pêk bîne û dê bibe navnîşan hemû kesên muxalîf. Hevserokê HDP'ê Ertugrul Kurkçu pêvajoya kongreyê û hilbijartina Serokomariyê ji DÎHA'yê re parvekirin.
'Kongre dê bibe gavekî rêxistînî'
Kurkçu, diyar kir ku piştî kongreyê dê hemû saziyan ji nû ve bi hêz bikin û hem di aliyê rêxistînî û hem jî di aliyê hevparan de dê bibe avakirina HDP'ê. Kurkçu, anî ziman ku kongreya wan a di 22'yê hezîranê dibibe kongreya rêxistînbûnê û di hevserokatiyê heya hemû beşên din de dê guherînên mezin pêk bên.
Ji bo hevserokatiyê pêşniyara Demîtaş û Yuksekdag
Kurkçû, têkildarî pirsan "Gelo kî dê bibin hevserokên HPP'ê?" de jî axivî û anî ziman ku ji BDP'ê pêşniyara Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hat û pêşniyar ji bo HDP'ê di cih de û watedar e. Kurkçu, da zanîn ku ji bo pêşniyarên hatin di pêvajoyekî demokratîk re derbas bikin dê hevparên kongreyê biryarê bidin.
Kurkçu, têkildarî pirsên têkildarî helwesta HDP'ê ya hilbijartina Serokomariyê jî bersivandin û bilêv kir ku di serî de pirsgirêka kurd û ji bo çareseriya hemû ked dayî dê kesekî namzet nîşan bidin. Kurkçu, destnîşan kir ku ew dixwazin namzetê diyar bikin di kongreyê de aşkera bikin.
Kurkçu, diyar kir ku berî kongreyê ew dixwazin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin. Kurkçu, anî ziman ku Ocalan girîngiyekî stratejî dide hevdîtina dê bikin û heke pevdîtin pêk bê dê ji bo wan gelek girîng be. Kurkçu, da zanîn ku ew dê geşedanên di qada pratîk de pêktên ji Ocalan re rabigihînin û hevdîtina dê pêk bînin gelek girîng e.
'Heke hikûmet gavekê neavêje reşw dê nebaş be'
Kurkçû, bilêv kir ku rojên borî Heyeta HDP'ê li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kir û bi rayedarên hikûmetê re jî hevdîtin kirin. Kurkçû, destnîşan kir ku ji heyetê re nêrînên dê gavên zagonî bên avêtin hate ragihandin. Kurkçu, bilêv kir ku hikûmet dixwaze gelek kêm gavan bavêje û wan jî dereng bixe. Kurkçu, da zanîn ku hikûmet ji bo hilbijartina Serokomariyê bi bandor bike yek û du hamleyan bike. Kurkçû, da zanîn ku ew li ser Zagona Muzakereyê û Zangona Xweseriya Demokratîk radiwestin û wiha got: "Têkildarî van de hevdîtina bi wezîrên hikûmetê re kirin dê gavan bavêjin gotin. Heke hikûmet di nava meh û nîvan de gavan neavêje dê rewş nebaşe."
(bd)