Gelo plana suîqestê li dijî Demîrtaş bû?
OMER ÇELÎK/HASAN YOLDAŞ
AMED (DÎHA) - Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rehber TV Fîkret Gultekîn (45) ê ku piştî çalakiyên Kobanê li ser twîtterê gefên, "Ez meraq dikim êdî dê kî we xilas bike" li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş xwarin dema madeyê teqemeniyê amade dikir, madeyê teqemeniyê teqiya û birîndar bû. Li ser Gultekîn maske, destik û gelek zêde pereyê Îran û Iraqê hate dîtin û piştî emeliyeta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin tabûrcû bû. Tiştên li ser Gultekîn derketin û madeyê teqemeniya behsa wê tê kirin pirsên gelo amadekariyên li hemberî Demîrtaş ê ku berê gefa sûîqestê lê xwaribû tîne hişê mirovan.
Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rehber TV Fîkret Gultekîn a ku ayîdî Partiya Hur Davayê dema madeyê teqemeniyê amade dikir, madeyê teqemeniyê teqiya û birîndar bû ev yek bi nûçe, agahî û raporan hate piştrastkirin. Gultekîn piştî çalakiyên ji bo Kobanê hatin lidarxistin li ser Twîtterê Serokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tehdî kiribû. Gultekîn di 15'ê cotmehê de li Amedê di encama madeyê teqemeniyê teqiya birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Hate hînbûn ku di encama lêkolînên têkildarî mijarê de Gultekîn di dîroka behsa wê têkirin de piştî nîvro li destşoya îstasyoneke bezînê ya li ser riya Rihayê di encama madeyê teqemeniyê teqiya birîndar bû. Gultekîn ê ku birîndar bû ji aliyê kesên sivîl ên nehatin zanîn ve bi wesayîteke taybet birin Nexweşxaneya Taybeta Memorîalê. Gultekîn ji ber teqînê birîndar bû û piştî mudaxeleya yekemîn a li vir seat di 20.00'an de bi ambulansê sewqî beşa lezgînî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Ji nexweşxaneyê bi lezgînî derxistin
Piştî tehlîlan nîvê şevê Gultekîn hilgirtin emeliyatê û emeliyet nêzî 2 seat û nîv berdewam kir. Hate hînbûn ku ligel emeliyetê çavekî Gultekîn kor bû. Hate zanîn ku piştî emeliyetê Gultekîn demekê hate dermankirin û di heman rojê de ji nexweşxanê bi lezgînî hate derxistin.
Hewl da li ser twîtterê bûyerê derew derbixe
Nayê zanîn ku têkildarî bûyerê de polîsan îfadeyên Gultekîn girt an na. Dîsa derbarê bûyerê de Midûriyeta Polîsan a Amedê û Walîtiya Amedê tu daxuyanî nedan û nayê zanîn ku piştî Gultekîn ji nexweşxaneyê hate derxistin birin ku derê. Lê tê fêmkirin ku têkildarî bûyerê de tu kes nehatiye girtin li ser agahiyên li ser twîtterê parve dike tê fêmkirin. Gultekîn herî dawî di 20'ê cotmehê de li ser hesaba bi navê "?@fkrtgultekin" têkildarî bûyerê de nivîsa, "Rêxistina murted û çapemeniya wê derbarê min de îftîra û reşkirinê dike û ez hewcehiyê pê nabînim bersivê bidim" parve kir.
Her çiqas Gerînendeyê Giştî yê Rehber TV Gultekîn dema madeyê teqemeniyê amade dikir û madeyê teqemeniyê teqiya û birîndar bû derewîne jî agahiyên li nexweşxaneyan hatin bidestxistin û raporên tendurîstiyê rastiyê radixe ber çavan.
Ji Demîrtaş re gotibû 'Ez meraq dikim êdî dê kî we xilas bike'
Têkildarî bûyerê de ya tê meraqkirin pirsa Gultekîn di dema bûyerên Kobanê de bi awayekî vekîrî gefên "Ez meraq dikim êdî dê kî we xilas bike" ên li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş xwarin û "Gelo li hemberî Demîrtaş amadekariyên sûîqestê dikir?" bû.
(bd/wk)