GELO PÊKAN E KU DAIS LI TC’Ê BIXE?
OZGUR BÎLGE - Azadiya Welat
DAIŞ rêxistineke çete ya ku ji TC’ê serbixwe tevbigere nîne. DAIŞ her çiqas rêxistineke ku xwe di ser avadanî û bînesaziya milê Iraqê yê El Qaîdeyê ava kiribe jî navenda biryar û arastekirina DAIŞ’ê Tirkiye ye. Artêşa tirk çeteyên DAIŞ’ê ye û çeteyên DAIŞ’ê jî artêşa tirk e
Hema bibêje kîjan siyasetmedar der barê DAIŞ’ê de biaxive wiha bang li AKP’ê dike; “Heke li hemberî DAIŞ’ê ranebî dê DAIŞ xwe li sînor (Rojava) bixe û li TC’ê bixe” gelo rastiya vê yekê heye? Kesên ku vê tesbîtê dikin dixwazî bila siyasetmedar, analîst yan jî rojnamger bin çi kes dibin bila bibin ew ne TC’ê nas dikin ne AKP’ê nas dikin ne jî bi têkiliya di navbera TC û DAIŞ’ê de dizanin. Sedemên vê yekê jî di nav van xalan de aşkera tê dîtin.
1- DAIŞ rêxistineke çete ya ji TC’ê serbixwe tevbigere nîne. DAIŞ her çiqas rêxistineke ku xwe di ser avadanî û bînesaziya milê Iraqê yê El Qaîdeyê ava kiribe jî navenda biryar û arastekirina DAIŞ’ê dewleta tirk e. Ya ku DAIŞ’ê di warê leşkerî, teknîk û taktîkan de perwerde edike SADAT AŞ’a leşkerî ya ku ji aliyê yek ji generalên Daîreya Şerê Taybet a Tirk Adnan Tanriverdî ve hatiye avakirin e.
2 – Hemû serkêş û serekçeteyên DAIŞ’ê yên li Rojava şer dikin û şer koordîne dikin çeçenên ku li taxa Laleliya Stenbolê ji aliyê MÎT’ê ve tên perwerdekirin û xwedîkirin in. Yek ji serekçeteyên DAIŞ’ê yê ku li Iraqê ye jî El Turkmen ê MÎT’î yê ku li Fakulteya Ziman û Erdnîgariyê ya Enqereyê dixwîne ye.
3 – Gel û welatê ku DAIŞ êrîş dibe ser parçeyên Rojava, Başûr û Rojhilatê welat in ango parçeyên Kurdistanê ne. Yên ku DAIŞ wan qetil dike jî kurd in. Ev tê çi wateyê. Dewleta tirk di serî de Rojava ji bo ku kurd û Kurdistan azad nebin çeteyên DAIŞ’ê bi kar tîne.
4 – Hin çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê MÎT’a tirk ve ji Anatolyayê (bi rêya hin komeleyên girêdayî MÎT’ê) ve hatine rêkirin di daxuyanî û hevpeyvînên didin çapemeniyê de vê yekê dibêjin. Hema bibêje hemû dibêjin ku ew destpêkê diçin Reqayê. Li wir perwerdeya leşkerî dibînin û piştre bi PYD’ê (Bi vegotina TC’ê ya ku dibêje em ne bi kurdan re bi PKK’ê re şer dikin heman gotin e) re şer dikin.
5 – Ziman, têgîn û peyvên ku çeteyên DAIŞ’ê yên tirk bi kar tînin bi zimanê zîhniyeta nijadperest a tirk û zimanê dewleta tirk ê ku li hemberî gelê kurd bi kar tîne heman ziman e.
6 – Ya ku çeyetên DAIŞ’ê, çek û cebilxaneyên wan di deriyên fermî yên sînor re, rê dike û di hemû rêyan de lojîstîkê dide çeteyan dewleta tirk e. Di esasê xwe de ji hev cuda nîşandana leşkerên tirk û çeteyên DAIŞ’ê bi serê xwe înkara heqîqetê ye. Artêşa tirk= çeyetên DAIŞ’ê. Çeyetên DAIŞ’ê jî =artêşa tirk e.
7 – Heke ku koordîneya dewleta tirk nebe emrê DAIŞ’ê 4 meh jî nîne. Çeteyên ku tevli DAIŞ’ê dibin, hemû çek û cebilxaneyên van çeteyan ji aliyê dewleta tirk ve tên rêkirin. Ger TC deriyên sînor ên Babil Hava (Cîlvegozu), Til Ebyed (Akçakale), Cereblus (Karkamiş) û Ezazê bigire emrê DAIŞ’ê dê 4 meh jî dirêj nebe. Têkiliya DAIŞ’ê ya bi derve re bi tenê ev deriyên sînor û bakurê Kurdistanê yê ku di bin dagirkeriya TC’ê de ye. Li rojhilatê qada ku başûrê Kurdistanê lê ye, ji DAIŞ’ê re girtî ye. Li başûrê wê jî Bexda, Urdun û Erebistana Siûdî hene. Niha van deran jî ji DAIŞ’ê re girtî ne. Aliyê rojava jî bi temamî di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ye ango ew der jî girtî ye.
8 – DAIŞ ji ber rewşa xwe ya jeostratejîk a ku di xala 7’emîn de hat vegotin bi awayekî gelemperî di pozîsyona kûçikê ku notirvaniya TC’ê dike de ye.
9 – Ji ber van sedeman DAIŞ tu carî êrîşî TC’ê nake. Jixwe berî çend mehan serekçeteyê DAIŞ’ê yê MÎT’î yê bi navê Hamza El Turkî wiha gotibû: “Her çi kesê ku difikire em ê êrîşî dewleta tirk bikin ew ê çema stûyê xwe bixwirîne. Em ê tu carî êrîşî dewleta tirk nekin.”
10 – Bi temamiya 91 salên ku dewleta tirk hatiye avakirin tu rêxistineke ku li ser navê îslamê û tirk îslamê rabûye, ne ji TC’ê re gotineke dijber gotiye ne jî fîtikekê lê daye. Hemû rêxistinên bi vî rengî xwedî zîhniyeteke dewletparêz û tikperest bûne. El Qaîde jî dewleta tirk wekî Neo Osmanî dibîne. Ji ber vê sedemê El Qaîde heta niha di êrîşên ku di nav dewleta tirk de pêk aniye jî tu carî dewleta tirk hedef negirtiye. Di êrîşên xwe de sazî û dezgehên cihûyan, DYA û îngilîzan hedef girtiye. Jixwe endamên El Qaîdeyê yên ku ji welatên rojava derbasî Afganistan û Pakistanê dibin jî TC’ê wekî zaboqeke derbasbûnê bi kar tînin. Bi balafirên TC’ê derbas dibin.
11 – Zîhniyeta DAIŞ’ê nijadperestiya ereb û tirk e. Ola îslamê bes ji bo DAIŞ’ê wekî rûpoş e.
12 – Zîhniyeta DAIŞ’ê çi be ya AKP’ê jî ew e. DAIŞ çawa ku dijminê kurd û Kurdistanê be AKP jî dijminê kurd û Kurdistanê ye. Ji ber van sedeman DAIŞ li TC’ê naxe. Ji malpera www.lekolin.org’ê hatiye wergirtin.