"Gelo Serokwezîr kilîta BDP'ê dixwaze? "
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncelê li dijî 42 kesên ku di bin navê operasyona KCK'ê de hatin binçavkirin û Prof. Dr. Buşra Ersanli, nivîskar Rakip Zarokolu û endamê MYK'a BDP'ê Mustafa Avci jî di nav de ne nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Gelo Serokwezîr dixwaze bibêje deriyê BDP'ê kilît bikin û mifteyê jî bidin min?"
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê li dijî 42 kesên ku di bin navê operasyona KCK'ê de hatin binçavkirin û Prof. Dr. Buşra Ersanli, nivîskar Rakip Zarokolu û endamê MYK'a BDP'ê Mustafa Avci jî di nav de ne nerazîbûn nîşan da. Rêxistina BDP'a Stenbolê ji bo ku li dijî binçavkirinan nerazîbûnê nîşan bide li avahiya BDP'ê ya Bajar daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel, hunermend Ferhat Tunç û nûnerên partiyen siyasî tevli daxuniyê bûn. Sebahat Tuncel li vir axivî û bal kişand li ser salgera 88'emîn ya komarê û got ku ev operasyon jî tesaduf nîn in ku vê rojê çêbûne. Tuncel bilêv kir ku 88 sal in feresata îmhaker û înkarker didome. Tuncel da zanîn ku ev operasyon berê jî hatin lidarxistin lê bi ser neketin.
'Akademiyên siyasetê yên AKP'ê jî hene'
Tuncel bal kişand li ser kesên ku hatine binçavkirin û di nav de Buşra Ersanli û Ragip Zarokolu jî hene û wiha axivî: "Çima hatin binçavkirin. Li Amedemiyê ders dane. AKP jî bi amademîsyenan bernameyan pêk tîne. AKP dixwaze gelo peyama 'heke hûn li cem gelê kurd bin, hûn ê bişewitin bide' me ev nêzîkatiyên tolhildanên pir dît." Tuncel derbirî ku di şer de heta niha 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û AKP'ê dixwaze gorên din bikole.
Tuncelê bal kişand li ser êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê jî û wiha berdewam kir: "Gelo Serokwezir dixwaze bibêje deriyê BDP'ê kilît bikin û mifteyê jî bidin min?"
Piştre Serokê BDP'a Stenbolê Huseyîn Çalişçi axivî û got ku ev operasyonên siyasî yên li dijî BDP'ê hatiye asta qirkirineke siyasî û hemû xebatên BDP'ê tê xwestin ku terorîze bê kirin. Çalişçi da zanîn ku beriya demeke jî li Stenbolê 115 kes hatine binçavkirin û ji wan 98 kes hatine girtin û herî dawî jî Buşra Ersanli û Ragip Zarakolu jî di nav de 42 kes hatine binçavkirin. Çalişçi got ku ew van operasyonan şermezar dikin û dixwazin hikûmet dev ji vê yekê berde. DÎHA (sa)