Gelo Tirkiye amadekariyên mudaxeleya Rojava dike?
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN– Piştî ku duh çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê Herêma Kobanê ketin Tirbeya Silêman Şah ku axa Tirkiyê ye û leşkerên wan lê hene, Serfermandariya Artêşa Tirk fermana “lêdanê” da û hêzên xwe yên bejayî û hewayî xistin nava liv û tevgerê. Vê yekê jî rê li ber pirsa,
“Gelo Tirkiye amadekariya mudaxeleya Rojava dike?” vekir.
Li rojavayê Herêma Kobanê li gundê Qereqozatê ku dikeve rex Çemê Firatê ev demek bû di navbera hêzên opozîsyonê û DAIŞ’ê de şer hebû. Di şerên ku dom dikin de duh pira Qereqozatê ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê.
Li heman herêmê Tirbeya Silêman Şah ku axa Tirkiyê ye û leşkerên wan nobedariyê dikin jî heye û çavkaniyên herêmê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê ketine vir û li gel leşkeran tevdigerin.
Piştî vê bûyerê Serfermandariya Artêşa Tirk, liv û tevgera xwe zêde kir. Li gorî nûçeya ku di saziyên çapemeniyê yên Tirkiyê de hatiye weşandin, Serfermandariya Tirkiyê fermana “lêdanê” daye û hêzên xwe yên bejayî û hewayî xistine nava liv û tevgerê.
Çavkaniyên li herêmê jî ragihadin ku duh helîkopterên Tirkiyê li ser herêmê firiyane.
Vê yekê jî rê li ber pirsa, “Gelo Tirkiye amadekariya mudaxeleya Rojava dike?” vekir.
Tirbeya Silêman Şah
Tirbeya Silêman Şah li Rojavayê herêma Kobanê li rex Çemê Firatê ye û gora bapîrê damezirînerê îparatoriya Osmaniyan Osman Gazî yê bi navê Silêman Şah tê de ye. Tirbe 35 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyê ye. Piştî hilweşandina împaratoriya Osmaniyan herêm ket bin kontrola Fransayê. Di sala 1921’an de Tirkiyê bi Fransayê re peymana Enqereyê îmze kir û li gorî vê peymanê perçeyê axa ku Tirbeya Silêman Şah li ser e, wekî axa Tirkiyê hate qebûlkirin. Ji wê dîrokê û vir ve leşkerên Tirkiyê li tirbeyê nobedariyê digirin. Niha li Tirbeyê 25 leşkerên tirk hene.
(aq)