1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelo êrîşkar ev kes e?
Gelo êrîşkar ev kes e?,gelo,êrîşkar,ev,kes,e

Gelo êrîşkar ev kes e?

Di êrîşa bombeya xwekujî de 31 ciwanên SGDF'ê jiyana xwe ji dest dan û nasnameya kesekî ku wisa tê texmîn kirin êrîşê pêk aniye hat dîtin

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Di êrîşa bombeya xwekujî de 31 ciwanên SGDF'ê jiyana xwe ji dest da û nasnameya kesê tê fikirîn êrîş pêk anî hat dîtin. Ligel ew jî di nav kesên jiyana xwe ji dest dan de ye hêj nasnameya wî nehatiye aşkerakirin û kesê êrîş pêk anîn tê fikirin ciwanekî 20 salî û ji nifûsa Semsûrê ye.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) di êrîşa bombeyî ya duh li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya li hemberî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo tevlî xebatên înşaya Kobanê bibin hatin Pirsûsê pêk hat de 31 kesan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên kesên nasnameya wan hatin tesbîtkirin ji bo karên otopsiyê li Saziya Tipa Edlî tên girtin.

Lê ligel daxuyaniyên fermî êrîş ji aliyê kesekî bombe li xwe girêdan pêk hatiye zelal bû heya niha nasnameya kesê êrîş pêk anîn tu daxuyaniyên fermî nehatine kirin. Ligel navê kesê êrîş pêk anîn di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de hêj bi awayekî fermî nehatiye aşkarakirin jî DIHA gihişte nasnameya kesê tê firkirîn êrîş pêk aniye.

DIHA gihişte nasnameya kesê tê fikirîn êrîş pêk aniye

Piştî teqîna li baxçeyê navendê li ser cenazeyan hat dîtin û tê firkirin û gumanên êrîşa bombeyî pêk anîn nasnameyek gihişte DIHA'yê. Ne dewletê ne jî SGDF-ESP'ê heya niha tu daxuyaniyên têkildarî mijarê de nedane û gumanên êrîş wî kesî pêk aniye zêde bûn. Di daxuyaniyên fermî de gotin dibe ku êrîş ji aliyê jinekê ve hatibe kirin lê pişt re nûçeyên zilamekî pêk aniye hatin darbaskirin.

Gelo bombeya xwekuj Şeyh Abdurrahman Alagoz e?

Li gorî agahiyên nasnameya li ser cenazeyên hatiye perçekirin hatî dîtîn û di teqînê de zirar dît navê kesê dibe ku êrîş pêk anî Şeyh Abdurrahman Alagoz e.

Li gorî agahiyan emniyetê bombeya xwekuj Şeyh Abdurrahman Alagoz tesbît kir lê ji bo daxuyaniya fermî nasnameya wî tê veşartin. Agahiyekî din a derbarê Alagoz de jî 2 meh berê tevlî çeteyên DAIŞ'ê bû ye.

Ew jî ji Semsûrê bû

Piştî Alagoz jî ji Semsûrê derket êrîşa di 5'ê hezîranê de li Amedê li hemberî mitînga HDP'ê pêk hat anî hiştên mirovan û ji ber ku kesên êrîş kir Orhan Gonder jî ji Semsûrê bû. Agahiyên çeteyên DAIŞ'ê demek dirêje li bajar xebatên rêxistiniyê dikin û gelek kes tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûn dihatin.

Gelo êrîşkar çend kes bûn?

Êrîş Alagoz ê ku tê texmînkirin êrîş pêk aniye bi tena serê xwe an jî alîkarî ji hin kesên din girt an na hêj tu agahiyên zelal tunene. Lê tê gotin ku êrîşekî wisa bêyî alîkarî nemimkûne pêk tê.

Îdîaya di zikê wî de pîmê bombeyê hat dîtin

Gumana êrîşkar bi tenê serê xwe êrîş pêk neyaneye zêde dibe. Du îdîayên vê gumanê bi hêz dikin hene. Ji van yek ji kesên birîndaran ên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê îdîaya ku li ser zikê jinekê pîmê bombeyê hat dîtin bû. Li gorî agahiyên personelên nexweşxaneyê rayedarên polîsan ên ku pîm dîtin jina birîndar ji kesên din cuda kirin û birin odeyekî din. Tê gotin ku piştî dermankirina jina bîrîndar xilasbû ji aliyê polîsan ve ji nexweşxaneyê birin.

Gelo êrîşkar li Rihayê siwar bûn?

Îdîaya din a bi hêz jî ajokarekî minîbûsê yê li ser riya Pirsûs-Rihayê dixebite û nexwast navê xwe bide jî got duh serê sibê ji Termînal Rihayê jin û zilamekî ciwan li wesayîtê siwar bû û bi wayekî diltirs çanteyên xwe yên piştê li ser çokên xwe girtin. Ajokar got dema hat navenda navçeyê wan kesan pirsa Navenda Çand û Hunerê ya Amara kir û li ber wir ji wesayîtê hatin xwarê.

(bd)


Bêjeyên Miftehî