Gelê Amedê: Azadiya Serok azadiya me ye
08:58 22.02.2014 AMED (DÎHA) - Piştgiriya kampanyaya îmzeyan a Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî ku ji hêla 127 rewşenbir, hunermend, niviskar û siyasetmedaran hat destpêkirin her ku diçe zêdetir dibe.
Di 15'ê Sibatê de ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan a bi şîara "Deklerasyona Ji Ocalan re Azadî" hat destpêkirin. Gelê Amedê jî bi vê mebestê piştgirî da kampanya îmzeyan. Her ku diçe alikariya kampanyayê jî zêdetir dibe. Ji niştecihên Amedê Kadrî Yilmaz anî ziman ku gelê kurd bêrê jî bi kampanyayek diyar kiribû ku Abdullah Ocalan rêbêrê gelê kurd e. Yilmaz dîsa piştgiriya xwe ya ji bo vê kampanyayê aşkere kir û wiha got: " Em li cem Ocalan in. Birêz Ocalan vîna gelê kurd e. Gelê me yê Amedê jî nexwe ev tişt diyar kiriye. Di Newroz û çalakiyan de diyar kiriye ku em li cem Birêz Ocalan in. Berê jî kampanyaya îmzeyan hebû û di vê kampanyayê de 3 mîlyon 500 hezar kesî gotibû birêz Ocalan vîna gelê kurd a siyasî ye. Em dîsa piştgirî didin vê kampanyaya ku hatiye destpêkirin. Ev kampanya jî dê hebûna kurdan aşkere bike. Ji bo aştiyek mayînde divê serokatî bê berdan û em êdî rêberê xwe di nav xwe de dixwazin." Yilmaz der barê qetandina wêneyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan de jî axivî û got: "Em qetandina wêneyên Ocalan napejirînin û şermerzar dikin."
'Divê di serî de Ocalan azad bibe'
Karkerê bi navê Ebdulhalik Nergiz jî anî ziman ku ew bi pêşengiya têkoşîna Rêberê PKK Abdullah Ocalan azad bûne û ji bo ku ew jî azad bibe têkoşina xwe bilindtir bikin û wiha got: "Em demildest azadiya serokê xwe dixwazin. Em dibêjin azadiya serok azadiya gelê kurd e. Heya Birêz Ocalan azad nebe gelê kurd jî azad nabe. Ji bo ku ev pêvajoya hatiye destpêkirin encam bibe divê di serî de Ocalan azad bibe. Em piştgirî didin vê kampanyaya ku ji hêla rewşenbîr û hunermandan ve hatiye destpêkirin. Ez jî takekesek kurd piştgirî didim kampanyaya îmzeyan. Tiştên ku dikeve ser milê me jî heya ku ji destê me bê em ê pêk bînin."
'Divê em destên xwe bidin hevdu û ji bo azadiya Serokê xwe têbikoşin'
Xebatkarê şaredariyê Husnu Ozgun jî bertek nîşanê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji hêla polêsan ji bîlbordan hatin rakirin û got: "Niha wêneyên Serok bi bilbordan hatiye daliqadin. Lê tehammûla dewletê tune ye. Bile vê tiştê baş bizanibin ku wênêyê wî di dilê me de ye. Heya mirinê em ê li pey şopa wî bin. Dewlet bi tirs, îşkence û zilmê nikare destên me ji hev veqetîne." Dayîka Mevlude koklu ku 3 zarokê wê di nav refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dane jî li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sekinî û wiha axivî: "Divê em destên xwe bidin hevdu û ji bo azadiya serokê xwe têbikoşin. Divê hemû girtîyên siyasî û nexweş û serokê me Abdullah Ocalan bê berdan." Her wiha Ceylan Hansû jî li ser kamapanyaya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin sekinî û wiha got: "Em azadiya serokê xwe dixwazin, heya ew azad nebe em nikarin behsa azadiya xwe jî bikin em êdî serokê xwe di nav xwe de dixwazin."
(gka/sç/mae)