1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Amedê dê ji bo Cizîrê bimeşe
Gelê Amedê dê ji bo Cizîrê bimeşe,gelê,amedê,dê,ji,bo,cizîrê,bimeşe

Gelê Amedê dê ji bo Cizîrê bimeşe

A+ A-

AMED (DÎHA) - Ji bo bûyerên Cizîrê, li Amedê meş tê lidarxistin. Hevserokê rêxistina DBDP'ê ya Amedê Alî Şîmşek ji bo tevlibûna meşê bang kir û diyar kir ku dê gelê Amedê pêşengiya vê pêvajoyê bike.

Li Amedê ji aliyê KCD, DBP, OSP, KADEP, DDKD, Hareketa Azadî, HDP, EMEP, ESP, Baroya Amedê, TMMOB, KESK, Odeya Bazirganî û Pîşevaniyê ya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, saziyên civakî, ji bo şermezarkirina qetilkirina zarokan a li Cizîrê pêk tên, meş tê lidarxistin. Dê meş roja duşemê seat di 11.00'an de bê lidarxistin, li ber avahiya DBP'ê ya Amedê heta avahiya KCD'ê bê lidarxistin.

Hevserokê rêxistina DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek da zanîn ku pêvajoya çareseriyê bi hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gihîştiye astekê, balkişand ser bûyerên Cizîrê û wiha got: "Bi taybet jî gel li hember kuştina zarokan bi bertek e. Bi taybet jî li Cizîrê ev provokasyon pêk tên. Balkêşe ku piştî peyama birêz Ocalan li Cizîrê hat xwendin, Nîhat Kazanhan qetil kirin. Di encama otopsiyê de derket holê ku hêzên dewletê ew qetil kirine. Ev provokasyon e. Ev provokasyon li hember pêvajoya aştî û çareseriyê pêk hatiye. Divê ev provokasyon vala bên derxistin û em vîna xwe derxin holê. Dê gelê Amedê pêşengiya vê pêvajoyê bike."

Şîmşek bang li hemû gelê Amedê kir ku tevli meşê bibin. Her wiha dê hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, parlamenterên HDP'ê û rêvebirên DBP'ê tevli meşê bibin.

(ça/wk)