Gelê Amedê: Muxatabê me Ocalan e
AMED (DİHA) - Welatiyên Amedê bertek nîşanî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî dan û gotin muxatabê gelê kurd Ocalan e. Dayîka bi navê Zekiye Yılmaz (57) got ku Ocalan ji bo azadiya jinê dixebite. Welatiyê bi navê Mehmet Gündüz (50) jî bertek nîşanî daxuyaniya Davutoglu ya li Mêrdînê dayî da û wiha got: "Em gotinên Serokwezîrê tirk Davutoglû qebûl nakin. Kurdên ew behs dike, kurdên xwe bi pere difiroşin e. Kurdên Davutoglu Galîp Ensarîoglû, Orhan Mîroglû û Muhsîn Kizilkaya ye. Heke dewlet muhatab bixwaze bila berê xwe bide Îmraliyê. ”
Bi ser komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999'an de ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat de 17 sal derbas bû û gelê kurd bi hêrsa roja yekem di salvegera komployê de dadikeve qadan û azadiya Ocalan daxwaz dike. Di her qadê de gelê kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke vîna xwe ya siyasî nîşan dide û weke muxatabê çarseriyê diyar dike. Ligel vê yekê rayedarên dewleta tirk û rayedarên hikûmeta AKP'ê daxuyaniyên "mutaxabê me tenê gel e" didin. Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî di gera xwe ya Mêrdînê de heman daxuyanî dabû. Welatiyên Amedê bertek nîşanî daxuyaniya Davutoglu dan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
'Em roja reş şermezar dikin'
Hemwelatiyê bi navê Şaban Turhan (68) diyar kir ku tekoşîne gelê kurd bi salane berdewam dike û wiha got: "Bi darbeyê 12'ê Îlonê li ser gelê kurd êrîş zêde bû. Gelê kurd tenê dixwaza zimanê xwe dike. Muhatabê gelê kurd jî Birêz Serok Ocalan e. Serokê me nebe pêvajo çareser nabe. Muhatabê me Galîp Ensarîoglû û cerdewan nîn in. Di 15'ê Sîbatê de Serokê me teslîmê Tirkiyeyê kirin. Em roja şer şermezar dikin" Turhan anî ziman ku çareseriyek pêk bê ew jî dê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê û wiha axivî: "Ji bo çareseriyê divê bi Serokê me re hevdîtinan pêk bînin. Ev 17 sale em 15'ê Sîbatê şermezar dikin."
'Muhatabê gelê kurd di Îmralî de ye'
Welatiyê bi navê Şehmuz Yavuz (70) jî destnîşan kir ku ew pêvajoyekî demdemî naxwazin û wiha axivî: "Em dixwazin dewlet bi Serokê me re têkîliyê çêbike. Vîna me li Îmraliyê ye. Muhatabê gelê kurd li Îmraliyê ye."
'Serokê me di bin tecrîdê de ye'
Diyadin Noyan (57) jî balkişand ser komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî û wiha got: "17 sal berê Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji aliyê hin dewletê ve hat tehdîtkirin û teslîmî Tirkiyeyê kirin. Tirkiye li ser Serokê me tecrîdê bikartîne." Noyan destnîşan kir ku niha jî dewlet dixwaze bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan gelê kurd bêdeng bike û wiha axivî: "Serokê me 17 sale di nava 4 dîwaran de ye. Ji bo gelê kurd tekoşînek mezin dimeşîne. Niha jî lîstikên dewletê li ser Serokê Gelê Kurd pir in. Em wan şermezar dikin."
'Muhatabê dewletê Serok, PKK û HDP ye'
Welatiyê bi navê Mehmet Gündüz (50) diyar kir ku ew komploya 15'ê Sibatê şermezar dike û wiha got: “Serokê gelê kurd 17 sale di bin tecrîdê de ye. Serokê me Serokê gelê kurde. Em gotinên Serokwezîrê tirk Davutoglû qebûl nakin. Kurdên ew behs dike, kurdên xwe bi pere difiroşin e. Kurdên Davutoglu Galîp Ensarîoglû, Orhan Mîroglû û Muhsîn Kizilkaya ye. Heke dewlet muhatab bixwaze bila berê xwe bide Îmraliyê. Muhatabê dewletê Serok e, PKK û HDP ye.”
'Em ji Serokê xwe re mînetkar in'
Dayîka bi navê Zekiye Yılmaz (57) jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û wiha axivî: “Serok, serokê me ye. Bi namerdî ew girtin û teslîmî Tirkiyeyê kirin. Ji me re gotin 'emê pêvajoyê çareser' li dar bixin. Serok pêşiya jinan vekir. Em jin ji Serokê xwe re mînetkar in. Bi saya Seroktî em rehet raman û nêrînên xwe dibêjin. Serokê me ji bo azadiya jinê her tişt kir.” Yilmaz bertek nîşanî daxuyaniya Davutoglu da.
(rd-dt/ft/sy)