1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Amedê: Nikarin me bi polîtîkayên xwe bitirsînin
Gelê Amedê: Nikarin me bi polîtîkayên xwe bitirsînin,gelê,amedê,nikarin,me,bi,polîtîkayên,xwe,bitirsînin

Gelê Amedê: Nikarin me bi polîtîkayên xwe bitirsînin

A+ A-

HASAN YOLDAŞ

AMED (DÎHA) - Gelê Amedê ku di serhildana xwedî derketina Kobanê de rolekî giring lîstibû û peşengî kiribû, rastî pêkutiyên polîsên hikûmeta AKP'ê tên. Welatiyên Amedê li hemberî wan nezikatiyên polîsên AKP'ê û hêzên dewletê diyar kirin ku heya rêya îro ligel hemû pêkûtî û zordariyên wan paşve gav neavetina û ne ji tank, ne ji top û ne jî ji helîkopterên wan ditirsin.

Ji 15'ê îlonê vir ve ev zedetirî meheke ku çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê li hemeberî Kantona Kobanê ya Rojava êrîşên dijmirovî didin meşandin. Li hemberî wan êrîşên çeteyan jî ji serê cotmehê vir ve ji bo serhildana Kobanê seranserî bakurê Kurdistanê gel daket kolanan û êrîşên çeteyan û piştgiriya hikûmeta AKP'ê şermazar kir. Gelê bakurê Kurdistanê hê jî van çalakiyên xwe bênavber didomîne. Lê li hemberî xwedî derketina gel a Kobanê zext û zordariyên polîsên hikûmeta AKP'ê jî zêde bûne û heta niha bi sedan welatî hatine binçavkirin û girtin. Her wiha li seranserî bajarên bakurê Kurdistanê operasoyanên polîsên AKP'ê û tevgera wan a bi maşîneyên zirxî jî zede bû. Ligel wan tiştan polîsên hikûmeta AKP'ê ku bi awayekî hov bi ser malan de digirin, hewl didin ku gel çavtirsandî bikin. Hema hema li ser hemû kuçê û kolanan polîs bi maşîneyên zirxî disekinin û rewşa OHAL'ê derxistine holê.

'AKP'ê dixwaze gel çavtirsandî bike'

Welatiyên Amedê li hemberî wan pêkutî û zordariyên polîsên hikûmeta AKP'ê nerazabûna xwe nişan dan û fikr û ramanên xwe bi DÎHA'yê re parve kirin. Welatiyê bi navê Îbrahîm Kaya diyar kir ku bi tedbîrên zêde daxwazin gelê kurd bitirsînin. Kaya da zanîn ku gelê kurd bi tu awayî vê yekê qabûl nake û cîhan bi hebûn û mafên kurdan hesiyaye lê dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê bi van kirinên xwe rastiya xwe ya heznekirina kurdan radixe bir çavan. Kaya bilêv kir ku dewlet ji bo kurd negihijin mafên xwe yên ji gelbûnê tên van pêkutiyan dide meşandin û da zanîn ku desthilatdar heta roja îro jî bi çavê koleyan kurdan dinêrin.

Kaya destnişan kir ku dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê dixwazê xwedî derketina gele kurd ên çar parçeyên Kurdistanê ku bûne yek parçê asteng bike û wiha got: "Dixwazin bi tank, top û helîkopterên xwe çavên gel bitirsînin. Lê gelê kurd êw çavnebariyana di demên borî de gelek ditîne û tu car li hemberî wan pêkutî û zordariyan paşvê gav neavitiye. Xortên kurd ên nû rabûnê û rastiya xwe naskirinê. Tu kes êdî ne ji tank ne ji top ne jî ji helîkopterên wan ditirsin."

'Kurdistan tu car nabe warê neyaran'

Kaya her wiha got ku çawa bav û kalên wan bi tank û top danê tirsandine, niha bi heman polîtîkayan dixwazin zarokên wan jî bitirsînin û wiha pêde çû: "Gele kurd û zarokên wan bi saya gerîla, şehîdan û berxwedêrên zindanan ev tirs ji holê rakirine. Ew merhalaya tirsê nemayê. Ev der Kurdistan e û Kurdistan tu car nabe warê neyaran. Heya ji destê me tê em ê mafên xwe yên ji gelbûne biparêzin û em ê di axa xwe ya ji bav û kalên mayî dêst neyaran de bernadin. Her xwîne ku ji bo azadiya Kurdistanê li ser axa Kurdistanê hatiyê rijandin bûyê kulîlk û hêz daye têkoşîna kurdan."

'Bi tundiyê pirsgirêka kurd nayê çareserkirin'

Welatiyê bi navê Tahsîn Akdemîr jî ku bal kişand ser pêkutiyan got ku ew kirin ne rast in ne jî tiştên baş in. Akdemîr derbirî ku wan zext û zordariyên 12'ê Îlonê jî dîtinê û wiha got: "Ew nezîkatiya me bi peş naxê de me hîn jî paştir ve dibe. Lê bila baş zanibin ku de wan jî pir winda kirin. Heya riya îro çi ji wan polîtîkayên xwe ye qirej fêm kirin ku dê niha van nêzikatiyên xwe fêm bikin. Tansu Çîller û kesên wek wê çi xwestin dêngê gelê kurd bibirin lê ew jî bi ser neketin. Çiqas tundî li ser gelê kurd biceribînin jî dê gel zêdetir rabe ser piyan. Bi hezar salan bajo jî de gel bi ser bikeve. Ji zarokên 7 salî de bigre heta 70'î salî her kes hişyar bûye. Êdî hêmû kes dizane ku mafên wan çi ne û azadiya wî de bi çi awayî be. Êdî derketiye holê ku bi tundiyê nikarin pêşiya daxwazên gel bigirin û nikarin pirsgirêkê çareser bikin. "

'Bila dewlet ji nav gel derkeve'

Welatiyê bi navê Osman Yildiz jî got ku ev tevgara polîsên hikûmeta AKP'ê gel jê gelek aciz e û ew naxwazin ku li ser kolan û kuçeyan maşîneyên polîsan bibînin. Yildiz ev nezikatiya polîsan rexne kir û got ku dixwazin gel bitirsînin lê gelê kurd ji polîtikayên ku bi rengî tên meşandin natirsin. Yildiz da zanîn ku bila demildest rojekê pêş de ew hêzên dewletê ji nav gel derkevin û hemû kes li gorî daxwaza xwe di nav jiyaneke demokratîk bijî. Yildiz di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Ji bilî lihevxistinê tu tişt nakeve destê tu kesî. Bi zext û zordariyan tu kes tiştekî bi dest bixe. Li derdora me bi hezaran polîs û leşker bi cih bikin jî nikarin daxwaza vî gelî derbas bibin. Gelê me tiştên wiha gelek caran dîtine û her carê jî bi van gav paşde dane avêtin. Ji bo vî awayî polîtikayên wan ên bi vî rengî cih nabînin û têne rojên xweş paşve dixin."

(hy/wk)