1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Bakur ber bi sînorê Rojava ve diherike
Gelê Bakur ber bi sînorê Rojava ve diherike,gelê,bakur,ber,bi,sînorê,rojava,ve,diherike

Gelê Bakur ber bi sînorê Rojava ve diherike

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 19.07.2014 10:32:31 Bi hezaran welatiyên Bakurê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî kantona Kobanê û pîrozkirina salvegera şoreşa Rojava ber bi sînorê Kobanê ve ketin rê. Ji şevê din ve bi hezaran Kurdistanî ji Amed, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Çewlikê bi karwanên bi sedan wesayîtan ber bi cihê pîrozbahiyê Pîrsûsê ve diçin.

AMED

Bi sedan welatî li ber avahiya DHP'ê ya Amedê hatin cem hev û li Tesîsên Bêhndayînê yên Ava Petrolê ya li ser rêya Rihayê hatin cem hev. Polîsan li ketina tesîsê nuqteya lêgerînê danîn û kontrola nasnameyan kirin. Parlamentera Wanê Aysel Tugluk, rêveberên DHP'ê, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî bi karwanekî dirêj ber bi sînor ve derketin rê.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi heman armancê di nav de hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê, hevşaredarên Artuklu, Şemrex, Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran û Mehsertê jî di nav de bi hezaran welatî li duryana rêya Qoser û Wêranşarê hatin cem hev û bi karwanekî qerebalig ber bi sînor ve derketin rê.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi heman armancê welatiyên ji navenda Şirnex, navçeyên Cizîr, Sîlopî, Hezex, Qileban, Elkê û bajarok û gundan derketin rê li herêma gundê Kantarê bi welatiyên li konê li ser sînorê Qamîşlo hatin vedan hatin cem hev. Bi hezaran welatiyên hatin cem hev di dema paşîvê de ber bi Pirsusê bi rê ketin.

ÇEWLÎK

Li Çewlîkê ji bi dehan welatî li ber avahiya DHP'ê hatin cem hev û ber bi Pirsûsê bi rê ketin. Di nav welatiyan de rêveberên DHP'ê, endamên meclîsa şaredariyê jî hene.

SÊRT

Li Sêrtê jî bi sedan welatî di dema paşîvê de ber bi Pirsûsê bi rê ketin.

WAN

Li Wanê bi sedan welatiyên li ber avahiya DHP'ê ya Wanê hatin cem hev bi dirûşmaya, "Bijî berxwedana YPG'ê" ber bi navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi rê ketin.