1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Başûr dewleta Tirk şermezar kir
Gelê Başûr dewleta Tirk şermezar kir,gelê,başûr,dewleta,tirk,şermezar,kir

Gelê Başûr dewleta Tirk şermezar kir

Gelê Herema Kurdistan dewleta Tirk şermezar kir

A+ A-

Bi boneya şermezarkirina êrîşên balafirên artêşa tirk li ser gundên Qendîlê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev li cihê bûyerê civîna çapemeniyê li dar xist. Dr Derbaz, diyar kir ku bi salane dewleta tirk êrîş dibe ser binarê Qendîl û di encam de gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û ziyanek mezin li jiyanê gelê heremê dibe û wiha got: "Di 21 Tebax 2011'an de dîsa li Kortekê malbatek di nav de 4 zarok 7 kes hebûn hatin qetilkirin. Niha jî di 25 Tebaxa 2012 dîsan balafirên artêşa tirk êrîş kirin û 2 kes birîndar kirin."

Bertekên gelê Herema Federala Kurdistan ên li dijî êrîşên artêşa tirk yên li herêmê pêk tîne zêde dibin. Bi boneya şermezar kirina êrîşên balafirên artêşa tirk li ser gundên Qendîl, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev civînek çapemeniyê li cihê êrîşê pêk anî. Li ser navê Tevgerê Dr Derbaz daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku bi salane dewleta tirk êrîş dibe ser binarê Qendîl û di encam de gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û ziyanek mezin li jiyanê gelê heremê dibe. Dr Derbaz, da zanîn ku di 21 Tebax 2011'an de dîsa li Herema Kortek malbatek dinav de 4 zarok 7 kesan hatin qetilkirin û wiha got: "Salek şûnde di 25 Tebaxa 2012'an de dîsa balafirên artêşa tirk êrîş birin liser hemwelatiyên sivîl di encamde du kes birîndar bû û kargehekî mirîşkan ya li gundê Silê bi temamî hate xerab kirin. Dîsa êrîşên li ser gundê Sûredê ji mal û bax û baxçeyên gundiyan ziyan mezin biye."

Dr Derbaz, destnîşan kir ku gelê kurd li çar perçêyên Kurdistan têkoşînek rewa dide û di encamê vê têkoşînê de li Rojavaya Kurdistan deskeftin mezin bi dest xistiye. Dr Derbaz, wiha berdewamkir: "Îro gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistan deskeftên mezin bidest xistiye. Li Rojavaya Kurdistan şoreşa Kurdan serkeftinek mezin li xwe aniye. Herkes dizane îro dewleta herî dijwar li dijî ev deskeftan derdikeve dewleta Tirk e. Siyaseta dewleta Tirk li dijî Rojavaya Kurdistan diyar kir ku ev bes bi tenê ne li nav dewleta xwe, naxwaze li tu ciha Kurd bibin xwedan deskeft. Bi taybet bi êrîşên li dijî sivîlan jî ev bi eşkerî dide diyar kirin." Piştî daxuyaniyê hate xwestin ku hemû partî û saziyên Herema Kurdistanê li dijî ev êrîşan bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.

(hm/ak/mae)