1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Colemêrgê: Em ê berê xwe bidin sînor
Gelê Colemêrgê: Em ê berê xwe bidin sînor,gelê,colemêrgê,em,ê,berê,xwe,bidin,sînor

Gelê Colemêrgê: Em ê berê xwe bidin sînor

A+ A-

HAMZA GUNDUZ

COLEMÊRG (DÎHA) - Çeteyên El Nusra li Rojava êrîşî sivîlan dikin û welatiyên Colemêrgê bertek nîşanî êrîşa dan û xwestin hemû kes piştgiriyê bide gelê Rojava. Welatiyan dan zanîn ku kampanyayên piştgiriyê didomînin û ger pêwîst bike dê berê xwe bidin ser sînor.

Welatiyên Colemêrgê dan zanîn ku endamên çeteyê li Tirkiyeyê diçin û êrîşî Rojava dikin. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu diyar kir ku tişta herî balkêş ew e ku êrîşan li ser navê îslamê pêk tînin û demên borî jî lîstikên wiha qirêj hatibûn meşandin û wiha got: "Kesên ku êrîşî sivîlan dikin ji xwe re dibêjin misilman. Tu eleqeya tiştên ku tên kirin bi îslamiyetê re nîne. Em lenetê li van êrîşan tînin. Em ligel gelê Rojava ne. Dê di doza xwe ya mafdar de bi ser bikevin. Ji bo me çûyîna Rojava û piştgirî dayîna gelê li vir hestekî pir mezin e."

Endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê M. Siddik Akiş da zanîn ku dê wekî her tim dîsa ligel gelê Rojava bin û wiha axivî: "Em her tim li gel birayê xwe nin. Li wir şerekî qirêj tê meşandin. Hinek kom li ser navê îslamiyetê li wir şer derdixin." Welatiyê bi navê Maruf Engîn balkişand ser girîngiya yekitiya kurdan û wiha got: "Ev du heftene em bi xemgînî êrîşên li hember Rojava dişopînin. Di dîrokê de her tim kurd rastî êrîşên bi vî rengî hatin. Îro jî heman êrîş li hember Rojava pêk tên. Bila hemû kes bizanibe ku êdî kurdan yekitiya xwe avakirine û dê roj bi roj yekitiya xwe xurtir bikin."

'Em êrîşan bi tundî şermezar dikin'

Welatiyê bi navê Ramazan Koç anî ziman ku divê di meha remezanê de hemû kes piştgiriyê bidin Rojava û wiha got: "Em êrîşên li hember Rojava bi tundî şermezar dikin. Di van rojên pîroz de dilê me bi gelê Rojava re ye. Me fitir û zikatên xwe ji gelê wir re şand. Daxwaza me ew e ku hemû gelê me tevkariyê bide gelê Rojava. Em van çeteyan û yên ku piştgiriyê didin çeteyan careke din şermezar dikin." Welatiyê bi navê Arîf Kaya destnîşan kir ku di vî şerê qirêj de ligel gelê Rojava ne û ger pêwîst bike dê biçin ser sînor û ji bo gelê Rojava çi pêwîst bike dê pêk bînin.

'Em amade ne piştgiriyê bidin Rojava'

Welatiyê bi navê Recep Durmaz destnîşan kir ku desturê nadin li Rojava asîmîlasyon pêk bê û wiha axivî: "Ez şerê qirêj yê Rojava şermezar dikim. Em amade ne pişgiriyê bidin Rojava." Welatiyê bi navê Kadîr Çîftçî der barê êrîşên li hember Rojava wiha axivî: "Li Rojava şerekî dijwar heye. Divê em fitir û zikatên xwe ji Rojava re bişînin. Dilê me her tim bi wan re ye. Ji bo wan çi pêwîst bike em ê bikin. Divî agahiya hemû kurdan hebe ku li wir şerê qirêj çawa tê meşandin."

'Li her derê kurd yek in'

Hevserokê BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurt êrîşa li hember Rojava şermezar kir û wiha got: "Em gelê Rojava tenê nahêlin. Her çiqas kêmasî hebin jî wekî gelê Colemêrgê ji bo Rojava çi ji destê me tê em ê pêk bînin. Ger pêwîst bike em ê bi navenda xwe ya giştî re biaxivin û biçin ser sînor. Êrîşên li hember Rojava li hember me pêk tên. Kurdên perçeyên Kurdistanê yên din û yên Rojava yek in. Bila tu kes li hember van deskeftiyên kurdan wan neceribînin. Kurdan yekitiya xwe avakirine û divê yekitiya xwe bidomînin."

(ça/lg)