1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Gelê kurd amade ye´
´Gelê kurd amade ye´,gelê,kurd,amade,ye

´Gelê kurd amade ye´

Demîrtaş: Gelê Kurd ji berxwedanê re jî û ji diyalogê re jî amade ye

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş di mitînga Kopê ya Mûşê de axive û wiha got:"Gelê Kurd dixwaze azad û bi nasnameya xwe xwe bi xwe bi rêve bibe. Ev greva birçîbûnê ji bo van daxwazan bû. Ji bo vê yekê lazime tercîda li ser Ocalan rabe ji nû ve mûzakere destpê bike. Ji niha û şûn ve divê bêyî ku mirin pêk bên em rûnên û pirsgirêkê çareser bikin. Êdî dora çareseriyê ya hikûmetê û Serokwezîre."

Li navçeya Kopê ya Mûşê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş mitîngek mezin hate lidarxistin. Heyeta BDP'ê ku di nav de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, wekilên BDP'ê Pervin Buldan, Nazmî Gur, Sirri Sakik û Demîr Çelîk li ser rêya Mûş û Bedlîsê hatin pêşwazîkirin. Karwana BDP'ê li Bajaroka Lîsê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di ketina Kopê de jî ji aliye hezaran kesan ve bi sloganên “Bijî berxewedana zindanan”, “Em dê bi berxwedana bi ser bikevin", “Daxazen girtiyan daxwazên me ne", “Bijî serok Apo”, “PKK gele, gel li vire" hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş bi maşîneya BDP'ê di nava girseyê de çû qada mitîngê. Di meşê de ala mezin hatin vekirin û slogan hatin qêrîn. Piştî karwan gihişt ser Kolana Aslanpaşa, li vir ji gel re axivî. Hevserokê BDP'a Mûşê Naîf Erol gel silav kir û xwest li têkoşîna xwe xwedi derkevin.

'DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN GELIN'

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş diyar kir ku, girtî 68 rojan ji bo daxwazên gel ketin grevê û wiha got: "Ji roja destpêkê ve me got ev daxwazên rewa û mirovane ne. Me xwest em giringî û rastiya van daxwazan bînin ziman. Lê Erdogan her tim got vana şov dikin û xwest çalakiyê berovajî bike. 68 rojin ev daxwaz ne yên girtiyên ku hatin dîlgirtin, daxwazên gelê Kurd yên rewa ne. Ev daxwaz ji bo mafê gelê Kurd ên sedsalan daxwazên rewa û mirovane ne.

Dema girtiyên li zindanan bedena xwe didin ber mirinê ji bo mirin rawestin, kuştin bi dawî bibe, aştiyek mayînde û çareseriya demokratîk bi riya muzakere û diyalogan pêk bê. Erdogan li hemberî van daxwazên gelê Kurd ên mafdar dibêje, hûn gefan li min dixwin. Wekî kevir li serê Erdogan ketibe êdi her tiştî tevlîhev dike."

'ERDOGNA LI ŞÛNA ÇARESERIYÊ NÎŞAN BIDE DARVEKIRINÊ NÎŞAN DIDE'

Demîrtaş bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên darvekirinê jî dan û destnîşan kir ku, Erdogan li şûna çaresekiyê pêk bîne darvekirinê nîşanî gelê Kurd dike. Demîrtaş da zanîn ku, gelê Kurd ji diyalog û berxwedanê re jî amadeye û dê heta dawî li daxwazên xwe xwedî derkevin.

'GER GELÊ KURD DERNEKETIBA KOLANA DÊ CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERXISTIBAN’'

Demîrtaş diyarkir ku, ji ber li girtîgehan mirin pêk nehat û çalakî bi dawî bû pêşketinek erênî ye û wiha axivî: Ger ku gelê Kurd neherikîba qadan û li daxawzên girtiyan xwedî derneketiba dê îro cenaze derketiban. Gelê Kurd daket kolanan û bi berxwedana xwe çalakiya girtiyan dewir girt. Li ser banga Birêz Ocalan ev çalakî bi dawî bû. Me ji roja destpêkê heta niha li her derê soz da gelê xwe. Me got em li daxwazên girtiyan xwedî derkevin û bi biryar û rêxistin li pey daxwazên wan biçin em dê gavên mezin bavêjiin. Hikûmet gelê Kurd naxe şûna mirovan û hemû daxwazên gelê Kurd red dike.

'WALIYEK JI VÎ GELÎ RE DIBÊJE TU NIKARÎ LI VIR RÛNÎ'

Demîrtaş bal kişand ser zextên li ser ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di serdema hikûmeta AKP'ê de ji ber ku li ser bîdonên gelaşan nivîsên kurdî hatin nivîsandin bîdon hatin qedexekirin. Gotin Kurd nikarin li Kurdistanê bi kurdî biaxivin. Ger ku dewlet vê yekê asteng bike mirov dê çi bike? Dê derkevin çiyê? Êdî walî û qeymeqam nikare gel bi rêve bibe. Ez li Walî geriyam û min got hûn nikarin gel asteng bikin û çalakiyan qedexe bikin. Ev waliyê kê ye? Waliyê Wezîrê Navxweyî Îdris Naîm Şahîne. Wezîr jî aydî Serokwezîr Erdogane. Êdî divê walî û qeymeqam kurdan bi rêve nebin.

Em dixwazin ji niha û şûn ve bêyî bombeyên gazê cop û şer em bi diyalog muzakere û aştiyê pirsgirêkê çareser bikin."

Heyeta BDP'ê pişti axaftinan derbazî Gimgimê bû.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî