1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Gelê kurd dest ji çanda xwe bernade'
'Gelê kurd dest ji çanda xwe bernade',gelê,kurd,dest,ji,çanda,xwe,bernade

'Gelê kurd dest ji çanda xwe bernade'

A+ A-

A) - Hikûmeta AKP'ê bi derxistina 'Pakêta ewlehiyê' re beri her tiştî dest avêt qedexekirina çanda kurdan û cilên kurdan en neteweyî qedexe kir. Firoşkarê cil û bergên kurdî Talat Ozdemîr bertek nîşanî biryara qedexekirinê dan û anî ziman ku gelê kurd tu caran dest ji çanda bav û kalê xwe bernade.

Di dîroka komara Tirkiyê de hertim ziman, cil û berg û çanda kurdan hatiye qedexekirin. Ji bo parastina çand û zimanê xwe kurdan bi deh hezaran berdîl dane. Tevî ku pêvajoya diyalogê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin jî hikûmeta AKP'ê tu gavê şênber ne avêtin. Hikûmeta AKP'ê li aliyekê qala pêvajoyê dike li aliyê din dixwaze çand û hunera gelê kurd ya bav û kalan qedexe bike. Dîsa gelê kurd bi taybet cil û bergên xwe yên gelerî di rojên xwe yên taybet yên weke 8'ê Adarê, 21'ê Adarê, 4'ê Nîsanê, 15'ê Tebaxê, 27'ê Mijdarê û hwd li xwe dikin. Lê belê hikûmeta AKP'ê bi qanûnên xwe dixwaze van cil û bergên kurdan qexe bike. Firoşkarê cil û bergên kurdî Talat Ozdemîr ê bertek nîşanî qanûna AKP'ê da û diyar kir ku gelê kurd tu caran dest ji çanda bav û kalê xwe bernade. Ozdemîr bilêv kir ku biryara ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye girtin biryarên şaşîn û wê bi xwere xeteriya bîne.

Ozdemîr anî ziman ku ev biryar nayê pejirandin û wiha got: "Em kurmancin. Em bimrin jî em ê cilên xwe li xwe bikin. Mirov çi bixwaze dikare li xwe bike. Cil û berg ne amûrên siyasetê ne. Bila hikûmet ji çanda kurdan re rêzdar be. Ji ber ku cil û bergên kurdî çande gelê kurd ya hezaran sala ne. Gelê kurd cil û bergên xwe yên kurdî di rojên xwe yen taybet de li xwe dikin. Gelek welatiyên li welat û ji derveyî welat ji bo van cilan bigrin daxwaz dike."

Welati bi navê Celal Elvan jî bilêv kir ku di gelê kurd di Newroz, Dawet û rojên taybet de cil û bergên kurdî li xwe dike û wiha got: "Tu eleqeya van cilan bi Paketa ewlehiyê heye. Divê cil û bergên me yên kurdî neyê qedexe kirin. Dewlet îro cilê me qedexe dike rojêk din jî wê xwarina me qedex bike."

(rd/oî)