1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Gelê kurd dê Newrozê bi reng û ruhê xwe pîroz bike'
'Gelê kurd dê Newrozê bi reng û ruhê xwe pîroz bike',gelê,kurd,dê,newrozê,bi,reng,û,ruhê,xwe,pîroz,bike

'Gelê kurd dê Newrozê bi reng û ruhê xwe pîroz bike'

Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî helwest û qedexeyên Walîtî û Wezîrê Karên Hundir ên li dijî astengiya Newroza îsal dan

A+ A-

Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî helwest û qedexeyên Walîtî û Wezîrê Karên Hundir ên li dijî astengiya Newroza îsal bi dirûşma "Êdî Bes e, an azadî yan azadî" di 18-21'ê Adadrê de li Amed û Stenbolê û bajarên din bê pîrozkirin dan û diyar kirin ku ev biryar li dijî mafên mirovan û demokrasiyê ye. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, anî ziman ku biryara Walîtiya Amedê ne rewa û zagonî ye. Serokê Komeleya Karsazan (GUNSÎAD) Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu jî anî ziman ku gelê kurd dê Newrozê bi ruh û rengê xwe pîroz bike. Bedirhanoglu, da zanîn ku helwesta dewletê ya israra di 21'ê Adarê de israra di neçareseriyê de ye.

Walîtiyên gelek bajaran, li ser daxwaza Wezîrê Karên Hundir destûr neda ku Newroza îsal bi dirûşmeya "Êdî bes e, an azadî yan azadî di serî de li Amed û Stenbolê û bi tevahî li 130 bajaran bêpîrozkirin, di 18 û 20'ê Adarê de bê pîrozkirin û diyar kirin ku ji bilî 21'ê Adarê destûrê nadin tu rojan. Ji ber biryarên Waliyan Newrozên Amed, Stenbol, Êlih, Wan û gelek bajarên din hatin qedexekirin. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî û ÎHD'ê bertek nîşani biryarên Walîtiyan dan û anîn ziman ku ev biryar li dijî hiqûqê ye. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, anî ziman ku biryara Walîtiyê û Wezirê Karên Hundir a qedexeyê li dijî demokrasî û hiqûqê ye. Bîlîcî, da zanîn ku Newroz roja raperîna gelê bindest e û pîrozkirina Newrozê mafê herî rewa û demokratîk e.

Biryara walî ne hiqûqî ye

Bîlîcî, ani ziman ku dewlet di neçareseriya pirsirêka kurd de israr dike û wiha got: "Newroz banga azadiyê ye. Biryara walî li dijî azadiyê ye. Astengiya Walî li dijî hiqûq û demokrasiyêye. Li dijî mafên mirovan e. Gelê bindest çawa Newroza xwe pîroz bike girîng e. Hêzên serdest nikarin biryara vê yekê bidin."

'Dixwazin beriya Newrozê rageşiyê çêkin'

Bîlîcî, destnîşan kir ku rayedarên dewlete bi zanebûn biryarek wiza distîne û dixwaze beriya pîrozbahiya Newrozê di nava girsê û civakê de rageşiyê çêke.

'Gelê kurd dê bi ruhê xwe Newrozê pîroz bike'

Serokê Karsazên GUNSÎAD'ê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu jî bertek nîşanî biryara walî û wezîrê karê hundir da û destnîşan kir ku rayedarên dewletê nikarin li ser navê gel biryarê bidin û wiha got: "Hikûmetae AKP'ê û dewlet di neçareseriya pirsgirêka kurd de israr dike. Newroz cejna ku gelê kurd bi ruhê xwe pîroz bike ye. Beriya pîrozkirina Newrozê bi çend rojan pîrozbahî tê qedexekirin. Ev feraseta dewletê nîşan dide. Helwesta dewlet û hikûmetê şaş e. Divê dest ji vê yekê ber de."

'Dixazin coşa Newrozê vemirînin'

Berdevka Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik ji anî ziman ku gelê kurd û gelê Amedê kegnî bixwaze dê wê rojê Newrozê pîroz bike û mafe walî tune qedexe bike. Uyanik, da zanîn ku walîtî û rayedarên dewletê dixwaze bi vê yekê coşa Newrozê vemirîne û aloziyê derxe.

(mae)