1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Gelê Kurd ji bo rêveberiya xweser amade ye’
‘Gelê Kurd ji bo rêveberiya xweser amade ye’,gelê,kurd,ji,bo,rêveberiya,xweser,amade,ye

‘Gelê Kurd ji bo rêveberiya xweser amade ye’

A+ A-

BEHDÎNAN 04.04.2014 07:27:09 Endama Desteya Rêveber a KCK'ê Besta Firat destnîşan kir ku di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê de gel li Kurdistanê di rêveberiya xweser a bi neteweya demokratîk de israr kiriye û got, "Gelê me bi awayekî vekirî di encamên hilbijartinan de raxistiye pêş çavan ku li Kurdistanê mercên rêveberiya xweser ava bûne û gelê Kurdistanê ji rêveberiya xweser re amade ye."

Besta Firat diyar kir ku hemû astengî û fenên AKP'ê hatine pûçkirin û di hilbijartinan de encameke diyar bi dest ketiye û got, "Di van hilbijartinan de gelê Kurd careke din nîşan da ku li Kurdistanê neteweya demokratîk û rêveberiya xweser pejirandiye." Besta Firat ragihand ku bi sîstema hevserokatiyê re jinan muhra xwe li van hilbijartinan dane û destnîşan kir ku di hilbijartinên herêmî yên bi rengê mozaîka gelan de 'zîhniyeta neteweya demokratîk' qezenç kiriye û gelê Serhedê jî bi giranî li vîna xwe xwedî derketiye.

Besta Firat da xuyakirin ku hilbijartinên herêmî yên 2014'an ji hilbijartinên heremî yên 2009'an cudatir e û got, "Bi taybetî, di nava saleke dawî de pêvajoyeke ku Rêbertiya me daye destpêkirin li holê heye. Rêbertiya me ev pêvajo weke pêvajoya rizgariya demokratîk û jiyana azad nirxand. Bi bandor û coşa vê pêvajo û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê dewam dike, gelê me li Bakurê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bû. Bi dirûşma 'Bi rêveberiya xweser re ber bi nasnameya azad' hilbijartin weke referandûmê hat nirxandin."

Firat di dewama axaftina xwe de got, "Di hilbijartinan de heta astekê me serketin qezenç kirin. Gelê me bi beşdariya li hilbijartinan re daxwaza azadiya Rêbertiya me anî ziman. Li ser vê bingehê encamên li Kurdistanê ji hilbijartinan derketiye, erênî ye."

GELÊ KURDISTANÊ JI RÊVEBERIYA XWESER RE AMADE YE

Firat bal kişand ser encamên hilbijartinan û got, "Gelê me di hilbijartinan de dengê xwe ji bo BDP'ê bikar anî, şaredarvaniya demokratîk, ekolojîk û rêveberiya xweser erê kir. Encamên hilbijartinan bi awayekî zelal nîşan da ku li Kurdistanê mercên rêveberiya xweser ava bûne û gelê Kurdistanê ji rêveberiya xweser re amade ye."

JINA AZADBÛYÎ QEZENÇ KIR

Firat da zanîn ku yek ji aliyên cuda yên hilbijartinên herêmî sîstema Hevserokatiyê ye û di vî warî de wiha peyivî: "Di hilbijartinan de beşdariya jinên Kurd di asta şoreşê de bû. Li her devera BDP'ê hilbijartin qezenç kir, sîstema Hevserokatiyê, jina azadbûyî qezenç kir. Qezençkirina sîstema Hevserokatiyê nîşan da ku modela rêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê ava dibe, ji Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn re mînak e. Ji bo qezençkirina hilbijartinan, jinan pêşengî kirin, ji dayikan heta ciwanan beşdariyeke erênî çê bû."

BERXWEDANA XWEDÎDERKETINA LI JIYANÊ

Firat destnîşan kir ku beşdariya bi fedekarî û coş a ciwanên Kurdistanê di xebatên hilbijartinê de, lingekî girîng ê serketina hilbijartinê ye û got, "Jin û ciwanan bi şev û roj ji bo serketinê xebitîn, ji bo parastina serketina xwe xwedî li dengan derketine, li her devera fenên hilbijartinê hatin kirin bi awayekî lehengî li ber xwe dane. Pêşengiya berxwedana li Agirî, Serêkaniyê, Tetwan û Xelatê ji aliyê jin û ciwanan ve hatiye kirin. Ev berxwedana derketiye holê, berxwedana xwedîderketina li jiyana azad a bi rûmet e. Ev berxwedan, heta encam bi dest bikeve divê dewam bike. Ez tevahiya gelê me yê li van navendan ji bo xwedîderketina li dengên xwe li ber xwe didin, pîroz dikim."

Firat anî ziman ku li gel sîstema Hevserokatiyê nuqteyeke din a girîng a projeya neteweya demokratîk beşdariya gelên cuda bû û got, "Ne tenê beşdariya gelê Kurd. Mînak; beşdariya gelê me yê Suryanî girîng e. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yek jê Suryanî, yek jî Kurd e. Ev tercîh modela sîstema neteweya demokratîk e. Pêwîste ev model ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn re bibe mînak." Firat di dewama axaftina xwe de got, "Li ser vê bingehê li cihên mîna Sêrt, Riha û Mêrdînê beşdariya gelê Ereb girîng e. Kombûna gelek derdorên bi zimanên cuda diaxivin nîşan da ku bi nasname û zimanê xwe re xwedî li rêveberiya xweser derketiye. Ev helwest di heman demê de serketina projeya neteweya demokratîk a Rêbertiya me ye."

SERKETINA SERHED'Ê

Firat nirxandina giştî ya hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê kir û got, "Li Serhed, Botan, Xerzan, Amed û Mêrdînê pêşketinên mezin hatin jiyîn. Li Erzîromê qezençkirina navçeyên Karaçoban, Xinis, Qereyazî û Tekmanê û zêdebûna rêjeya dengan li gorî hilbijartinên bihurî, girîng e." Besta Firat axaftina xwe wiha dewam kir: "Qezençkirina Îdir, navendên Agirî, hin navçeyên Mûşê serketina Serhedê ye. Di van hilbijartinan de Serhedê dîrok nivîsandiye. Li Xerzanê bi taybetî qezençkirina Bedlîs û navçeyên wê, dîsa wergirtina Sêrt û navçeyên wê girîng e. Wekî din qezençkirina Dêrsim û Depê, ku di dîroka têkoşîna me de xwedî cihekî girîng e, serketineke mezin e."

Firat da xuyakirin ku di hilbijartinan de hin cihên hêzên demokrasiyê nekarî qezenç bikin jî hene û got, "Pêwîste gelê me yê li van deveran dijîn sîstema rêveberiya xwe ya xweser ava bike û xwedî li roja xwe ya di avakirina neteweya demokratîk de derkeve. Divê zanibin ku her dengekî wan ê di hilbijartinê de bikar anîne, kevirekî dîwarê avakirina neteweya demokratîk e."

GELÊ ME XWESERIYA DEMOKRATÎK ERÊ DIKE

Firat diyar kir ku serketina çareserî û sîstema neteweya demokratîk di van hilbijartinan de careke din hatiye dîtin û got, "Van hilbijartinan îspat kiriye, ku gelê me xweseriya demokratîk erê dike. Diyar bû ku partiyên sîstemê êdî li Kurdistanê partiyên ji tabelayê ne. AKP ya ku li Kurdistanê hemû derfetên dewletê seferber kir, bi tenê bi rêya fen û sextekariyan deng stendiye. Li Kurdistanê beşdariya gelê me li hilbijartinên herêmî, mîna sîleyek li partiyên sîstemê ye. Di encama têkoşîna gelê me ya bi hêza xwe ya cewherî re, li Kurdistanê cihê van nemaye."

Endama Desteya Rêveber a KCK'ê Besta Firat axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Ez gelê me ji ber vê serketinê pîroz dikim. Ji her kesê beşdarî hilbijartinê bû û dengê xwe bikar anî û heta yên di xebatên hilbijartinê de fedekarî kir, tevahiya gelê me silav dikim."