Gelê Nisêbînê kepenk venekir
NISÊBÎN 01.11.2013 10:10:16 Bi armanca piştgiriya bo şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku li dijî dîwarê şermê yê li sînorê Qamişlo û Nisêbînê yê ji aliyê hikûmeta tirk ve tê înşakirin proste bike, dest bi greva rojiya mirinê kiribû, îro li navçeyê kepenk nehat vekirin û gel li sînor berhev bû.
Gokkan ku ev 3 roje li qada bi mayîn di greva birçîbûnê de, çalakiya xwe didomîne.
Hikûmeta tirk der barê rawestandina înşata dîwear de tu pêngav navêtiye û îro gelê Nisêbînê ket nava tevgerê.
Şêniyên navçeyê ji bo piştgiriyê bidin Gokkan, bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan berbi sînor ve meşiyan.
Ciwanan ligel stran û sirûdan, piştgirî dan Gokkan û polîsan ji bo gel asteng bike ku bi Gokkan re nekevin têkiliyê barîkat danîn.
Şêniyên ku piştgirî dan çalakiya Gokkan, pankarteke bi ser navê ‘Dîvarê şermê wê bîbe sembola dîjminahîya lî hemberî kurdan em rê nadin dîvarê şermê’ li avahiyekê ku li hemberî sînor bû daliqandin.
Bi sedan welatiyên ku heta derengiya şevê piştgirî dan Gokkan, nîvê şevê ji bo hinek bihna xwe bidin çûn malên xwe. Peywirdarên Tenduristiyê ji bo tedawiyê saet di 01.30’an de çûn cihê ku Gokkan lê bû. Doktorên ku nîv saetê bi Gokkan re axivîn, ji bo muayenê îkna nekirin. Di saetên serê sibê de dîsa çûn û tansiyon û hinek tetkîk kirin. Peywirdaran da zanîn ku rewşa wê ne başe û got divê demildest bibin nexweşxaneyê. Ligel vê Gokkan daxwaza doktoran qebûl nekir û got ew cihê çalakiyê terk nake.
Ligel vê navçeyê ji bo piştgiriyê kepenk venekirin û ji bilî firin û dermanxaneyan tu cih venekirin.