1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Serhedê ji bo Kobanê herikîn qadan
Gelê Serhedê ji bo Kobanê herikîn qadan,gelê,serhedê,ji,bo,kobanê,herikîn,qadan

Gelê Serhedê ji bo Kobanê herikîn qadan

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Şemzînan û Xelatê çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê berhdewam dike. Piştî gel doket kolanan, li Şemzînan û Xelatê leşker daketin navçeyê. Li Kopê jî bi hezaran welatiyan dest bi meşê kirin.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî gel ji bo piştgiriyê bide Kobanê û li kolanan dest bi çalakiyan kir, leşker jî bi tankan ketin nava navçeyan. Leşker jî di avahiyên bilind de bi cih bûn. Komên ku êrîşên DAIŞ'ê şermezar kirin û çalakî pêk anîn rastî mudaxaleya polîsan hatin û çalakî heta niha didomin. Polisan li gelek kolanan rê girtin, lê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Gelek ciwanên barîkat danîn çalakiyên xwe berdewam dikin. Li navçeya Xelatê ya Bedlisê jî bi sedan kesên li ber avahiya DBP'ê kom bûn, siloganên "Bijî Berxweda Kobanê" û "Çerxa şoreşê" meş pêk anîn. Bi sedan ciwanên ku meş pêk anîn, li ser rêya Xelat û Elcewazê rê li trafîkê girtin. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir. Ciwanan jî bi molotofan bersîv da polîsan. Bi sedan leşkerên ku ketin nava navçeyê jî mudaxaleyî çalakiyê kirin û pevçûn dijwar bû. Polîsên bi maşînên zirxî ketin nava kolanan û bi ser malan de girtin, rastî bertekên welatiyan hatin. Li navçeyê 2 kes birîndar bûn, 4 kes jî hatin binçavkirin. Li navçeya ku dikan girtî ne şer di nava kolanan de berdewam dike.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê jî koma ku piştgirî da Kobanê û êrîşên DAIŞ'ê şermezar kir, li ber avahiya DBP'ê kom bû meş pêk anîn. Komê Kolana Înonu li trafîkê girtin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Komê piştre meş pêk anî û bê navber siloganên “Biji berxwedana YPG”, “Deşta Kopê hêlîna Apociyan", “YPG lê dide Kurdistanê ava dike" û dîsa çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Koma ku saetekê rê li trafîkê girtin, diyar kirin ku dê her roj saet di 11.30, 17.30 saet di 01.00’ê şevê de çalakiyan pêk bînin.

(mae)