´Gelê Serêkaniyê di bin guleyên kor de dijî´
Xwarziyê Ozer ê birîndar: Gelê Serêkaniyê di bin guleyên kor de dijî
ÎBRAHÎM POLAT
RIHA (DÎHA) - Li navçeya Serêkaniya Rihayê hefteyek berê welatiyê bi navê Ahmet Ozer li mala xwe bi guleya çeteyên çekdar ên Serêkaniya bin xetê birîndar bû. Xwarziyê Ahmet Ozer Şiyar Ozer, diyar kir ku talûkeya jiyanê ya Ozer berdewam dike û ji ber guleyên ku nayê zanîn ji kijan alî ve tên jiyana wan di talûkeyê de ye. Ozer, anî ziman ku gelê Serêkaniyê di bin talûkeya guleyan de dijî û nizanin dê çi bikin.
Li Serêkaniyê ya binxêtê 12 rojin şer didome. Ji ber şerê di navbra çeteyên çekdar û YPG'ê de welatiyên derdorê jî dibin qurbana guleyan. Li navçeya Serêkaniya Rihayê heta niha 7 welatî bi guleyên ji bin xetê hatin birîndra bûn. Herî dawî duh zaroka 7 salî Gamzenur Yildirim bi guleya çeteyên çekdar birîndar bû. Zaroka 7 salî Gamzenur Yildirim ya li taxa Mevlana ya Serêkaniye dijî birîndar bû û sewqî Nexeşxaneya 500 Doşek a Rihayê kirin û dermankirina wê didome. Heta niha zêdeyî 100 endamên çeteyên çekdar jiyana xwe ji dest dan. 3 endamên çeteyên çekdar jî li Nexweşxaneyên Dewletê yên Serêkanî û Wêranşarê yên Rihnayê jiyana xwe ji des dan. Di şerê ku di 18'ê Çide de dest pê kiriye heta niha 7 welatiyên serêkaniyê birîndar bûn. Heta niha welatiyên bi navê Ahmet Ozer, Halîl Ertugrul, M. Ali Tekîn, Suleyman Denlî, Casım Erdemîr, Gamzerûn Yildirim û kesek nav nehat zanîn birîndar bûn.
Endamên çete yên çektar ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên perwerdekirin û derbasî binxetê dibin, li wir li dijî endamên YPG'ê û welatiyên sivîl êrîşan pêk tînin. Di şerê dawî de di nava 12 rojan de zêdeyî 100 endamên çeteyên çekdar hatin kuştin û bideh birîndar bûn. Lê dîsa jî êrîşên xwe berdewam dikin. Endamên çete yên çekdar ku derbasî serêkaniya binxetê bûn, li hemberî taxên M. Akif Ersoy û Cumhuriyetê bi sedan gule barandin. Welatiyên ku li ser malê wan gule hatin barandin. Li naveya Serêkaniyê ya polîs anons dikin û ji welatiyan dixwazin du dernekevin dervê malên xwe.
Li taxa Cumhuriyetê welatiyê bi navê Şeyhmus Tekîn diyar kir ku hêzên çeteyan li taxa wan gule barand û 6 gule li xaniyê wî ket. Di 21'ê Çile de welatiyê bi navê Ahmet Ozer ê 33salî ku bavê 3 zarokan e, bi guleya çeteyan li mala xwe birîndar bûbû û niha li Navenda Tenduristiyê ya Ortadogu dermankirina wî berdewam dike.
Xwarziyê Ahmet Ozer Şiyar Ozer (20) diyar kir ku êvarî saet di 18.00'an de xalê wî birîndar bû û wiha got: "Ez li mal bûm. Pismamê min hat û got xalê bin birîndar bûye. Em ketin nava panîkê. Dema em çûn li Ambulansê geriya bûn. Hêj ambulans nehatibû bavê min bi gaziya xalê min çû. Dema em çûn xalê min di nava xwînê de dirêj bûbû. Guleyê dîwar derbas kiribû û li çenga xalê min ketibû. 2 santîm mabû ku bigêje mejiyê xalê min. Me bi lezgîn rakir nexweşxaneyê û niha dermankirina wî didome. Em nizanin dê çawa bibe. Ewlehiya tu kesî tune û her tim guleyên kor li ser me dibarin.
Gelê Serêkaniyê di bin talûkeyê de dijîn
Şîyar Ozer, da zanîn ku ji ber Şerê li Serekaniya binxetê her tim li ser wan gule dibarin û jiyana welatiyên Serêkaniyê di bin talûkeye de ye û wiha got: "Em dixwazin rayedarên dewletê vî şerî rawestînin. 3 zarokên xalê min hene. Zarokê wî yê herî mezin 9 salî û yê herî biçûk 5 salî ye. Dê rewşa 3 zarokên wî çawa bibe.
Her roj gule li ji hewa dibarin. Em dizanin ji kîjan alî de tên.
(mae)