1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Silêmaniyê piştgirî da çalakvanên Seyîdsadiq
Gelê Silêmaniyê piştgirî da çalakvanên Seyîdsadiq,gelê,silêmaniyê,piştgirî,da,çalakvanên,seyîdsadiq

Gelê Silêmaniyê piştgirî da çalakvanên Seyîdsadiq

A+ A-

13:57 05.01.2014 SILÊMANÎ (DÎHA) – Duh li Silêmaniyê Partiya Komînîst a Karkerên Kurdistan bi armanca piştgiriyê bidin çalakvanên Seyîdsadiq, daxûyaniya çapemeniyê dan. Di daxûyaniyê de hate gotin kû divê berpirsên hikûmetê guh bidin daxwazên çalakgeran.

Piştî kû gelê Seyîdsadiq ji ber sedema bêxemiya hikûmetê ya di aliyê xizmetê de, beriya çend rojan li navçeyê çalaki û serhildana gel destpêkir. Gel ji hikûmetê dixwaze li navçeya Seyîdsadiq xizmet bê kirin herwisa dixwast şaredar û qeymeqamê navçeyê dest ji kar berde. Bi vê armancê li gelek deverên Herêma Federal a Kurdistanê çalakiyên piştgiriyê çalakvanên Seyîdsadiq tên li darxistin.

Bi vê boneyê li bajarê Silêmaniyê Partiya Komînîst a Karkerên Kurdistan ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê Seyîdsadiq hatine kirin û piştgiriyê bidin çalakvanên Seyîdsadiq, daxûyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxûyaniyê de hate gotin kû divê hîkûmeta Herêmê guh bide daxwazên çalakvanan û weki hemû deverên din, xizmet ji bo navçeya Seyîdsadiq jî bê kirin. Herwisa di berdewama daxûyaniyê de hat gotin kû divê li seranserê Herêma Federal a Kurdistan ji bo hemû deveran xizmeta kû tê kirin bila bê ferq û cudahi be.

(et/wd/my)