Gelê Wanê: Em amade ne biçin Kobanê şer bikin
AZÎZ ORUÇ
WAN (DÎHA) - Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga seferberiyê kir û li herêmê gel ji bo Rojava ket nav liv û tevgerê. Gelê Wanê êrîşên li hember Kobanê şermezar kirin û diyar kirin ku amade ne biçin Kobanê şer bikin.
Çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrîşî Rojava dikin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo parastina Kantona Kobanê banga seferberiyê kir. Li ser vê yekê li herêmê gel ket nav liv û tevgerê û seferberî hat destpêkirin. Gelê Wanê diyar kirin ku ligel gelê Kobanê ne, amade ne biçin Rojava şer bikin û destûrê nadin çeteyên DAIŞ'ê bikevin Kobanê.
'Ez ê biçim Kobanê şer bikim'
Welatiyê bi navê Cafer Seven (48) da zanîn ku hikûmeta AKP'ê, Katar, Erebîstan Siûdî piştgirî didin çeteyan, li aliyeki çek didin, lojîstîk dişînin û li aliyê din birîndarên çeteyên DAIŞ'ê derman dikin. Seven bibîrxist ku serokwezîr Erdogan li hember qetlîamên DAIŞ'ê ku li Rojava pêk tîne bêdeng e û hemû kes di ferqa girîngiya stratejîkbûna Kobanê de ye, divê hemû kes li gor vê yekê xwedî li Rojava derkevin û wiha got: "Tiştên ku li Kobanê diqewimin bi qasî gelê Kobanê, kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn eleqedar dike. Tenê bi gotina em ligel gelê Kobanê ne ve nabe. Ji bo li hember vê qetlîamê bêdeng nemînim, samîmî dibêjim ez ê piştî Remezanê biçim Kobanê û şer bikim. Eger em wiha bikin, dê çeteyên DAIŞ'ê têk biçin."
Welatiya bi navê Pelînaz Yildirim (50) destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê di bin rûpoşa misilmantiyê de kurdan qetil dike, heta niha kurd bi berxwedaneke mezin li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, her tim çeteyan têk dibin û wiha got: "Dema li Kobanê endamên YPG'ê û sivîl jiyana xwe ji dest didin em pir xemgîn dibin. Ger pêwîst bike, em ê di vî temenê xwe de biçin Kobanê şer bikin."
'100 rêxistin jî êrîş bikin Kobanê têk naçe'
Welatiyê bi navê Murat Aslan (19) anî ziman ku êrîşa li hember Kobanê êrîşa li hember wan e, divê ciwan ligel gelê Kobanê bin. Aslan bilêv kir ku qetilkirina zarokên 15 salî tu eleqeya wê bi mirovahiyê re nîne, di misilmantiyê de tiştekî wiha nîne û êrişên DAIŞ'ê şermezar kir. Aslan da zanîn ku DAIŞ bi ser nakeve û wiha got: "Ne ku tenê DAIŞ, 100 rêxistin jî êrîş bikin, Kobanê têk naçe."
Welatiyê bi navê Lokman Çinar (35) li nêzî Parka Ehmedê Xanê 15 sal in seyarfiroşiyê dike, diyar kir ku dema gelê kurd bi hêz dibin, çete bi piştgiriya dewletan êrîş dikin, ji bo kurd nebin xwedî statu, azadiya xwe bi dest nexin çeteyên DAIŞ'ê xistine dewreyê. Çinar bilêv kir ku armanca çeteyên DAIŞ'ê tunekirina kurdan e û li hember van êrîşan ji kurdan re tenê rêyek dimîne û ew jî berxwedan e.
'Em hemû Kobanêyî ne'
Seracettîn Demîr (32) bi bîrxist ku serokwezîra Tirkiyeyê Tansu Çîller xwest di salên 90'î de bi qetlîamên JÎTEM'ê ve Tevgera Azadiya Kurd tune bike û gelê kurd bi berxwedaneke mezin ev êrîş vala derxistin. Demîr diyar kir ku heman tişt îro dubare dibin û wiha got: "Em amade ne biçin Kobanê şer bikin. Em destûrê nadin çeteyên DAIŞ ku zarokan bi hovane qetil dikin, bikevin Kobanê. Em hemû Kobanêyî ne, Kobanê jî em in."
Zana Say (24) anî ziman ku di tu olekî de şerjêkirina zarokan nîne, tu eleqeya DAIŞ'ê bi misilmantiyê re tune û wiha got: "Gelê Kobanê tenê nîne. Dê hemû Kurdistan ji bo Kobanê seferber bibin." Say da zanîn ku wekî ciwan amade ne biçin Kobanê şer bikin.
(ça)