1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê Wanê wê ber bi sînorê Îranê ve bimeşe
Gelê Wanê wê ber bi sînorê Îranê ve bimeşe,gelê,wanê,wê,ber,bi,sînorê,îranê,ve,bimeşe

Gelê Wanê wê ber bi sînorê Îranê ve bimeşe

A+ A-

13:05 02.11.2013 1 / 5 WAN (DÎHA) - Rêxistina BDP'ê ya Wanê ji ber bidarvekirina siyasetmedarên kurd ji aliyê Îranê ve di 4'ê Mijdarê de ji bo şermezarkirina rejîma Îranê banga tevlîbûna meşê kir. Rêxistina BDP'ê ya Ebex jî banga tevlîbûna meşa ber bi sînor ve kir.

Rêxistina BDP'ê ya Wanê , têkildarî bidarvekirina siyasetmedarên kurd daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û bidarvekirin şermezar kir. Di daxuyaniya li Parka Feqiyê Teyran hat lidarxistin de, ligel BDP'yiyan, endamên TUYAD-DER, MEYA-DER, GOÇ-DER, ÎHD, Dayikên Aştiyê, KESK, DOKH, Meclîsa Jinan a BDP'ê û gelek welatî amade bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Musa Îtah di daxuyaniyê de axivî û got, "Li hemberî polîtîkayên qetlîamker ên rejîma bidarveker a Îranê divê her kesê ku dibêje ez mirov im dengê xwe bilind bike û qet destûr nede. Bila rejîma bidarveker a Îranê vê baş zanibe ku, dinya her çi qasî li hember vê rewşê bêdeng bimîne jî, wê gelê kurd tu carî li hember polîtîkayên înkarker û tuneker bêdeng nemîne."

'Gelê kurd wê tu carî dest ji têkoşîna azadiyê bernede'

Îtah anî ziman ku divê gelê kurd li hember polîtîkayên înkar û tunekirinê bibe yek û wiha domand: "Gelê kurd ê tê bidarvekirin, serî wî tê jêkirin û tê şewitandin timî bi zanebûn bi polîtîkayên zext û tunekirinê re rû bi rû tê hiştin. Lê bila baş bê zanîn ku, gelê kurd wê tu carî dest ji têkoşîna azadiyê bernede." Îtah, banga tevlîbûna meşa 4'ê Mijdarê roja Duşemê ya li Qerqelî ya bi armanca şermezarkirina dewleta Îranê li gel kir. Piştî daxuyaniyê têkildarî meşê belavok hatin belavkirin.

Ji Ebexê jî ji bo meşê bangawazî

Der barê bidarvekirinên dewleta Îranê de rêxistina BDP'ê ya Ebexê jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Ebexê Abbas Atsak jî ku dewleta Îranê ji ber bidarvekirinan şermezar kir got ku wê li hemberî kiryar û pêkutiyên dewleta Îranê bêdeng nemînin. Îtah jî banga tevlîbûna meşa 4'ê Mijdarê roja Duşemê ya li Qerqelî ya bi armanca şermezarkirina dewleta Îranê li gel kir.

(yş/mae)