1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gelê êzdî amadekariya damezirandina ‘Meclîsa Êzdiyên Bakur’ dikin
Gelê êzdî amadekariya damezirandina ‘Meclîsa Êzdiyên Bakur’ dikin,gelê,êzdî,amadekariya,damezirandina,meclîsa,êzdiyên,bakur,dikin

Gelê êzdî amadekariya damezirandina ‘Meclîsa Êzdiyên Bakur’ dikin

A+ A-

ENQERE (DÎHA)- Êzdiyên ku ji ber komkujiyan cih û warên xwe terîkandine û li Ewropayê dijîn bi salan in dixwazin vegerin axa xwe. Hevseroka Federasyona Êzdiyên Ewropayê Leyla Ferman destnîşan kir ku êzdiyên ku li Ewropayê dijîn çend sal in ji bo vegera welat amedekariyan dikin û ew ê di demeke nêz de ji bo rêxistinbûna xwe xurtir bikin dê li bakurê Kurdistanê “Meclîsa Êzdiyên Bakur” damezrînin. Ferman der berê doza Kelhokê ya ji bo welatiyên êzdî bikaribin vegerin gundê dadgehê biryareke êrînî dabû de jî anî ziman ku divê netenê Kelhok, pirsgirêkên gundên Qorix, Efşê û hwd bên çareserkirin.

Êzdiyên ku ji ber komkujiyan ji Iraq, Sûriye, Tirkiyeyê axa xwe teriknadine û koçber bûne dixwazin vegerin li ser axa û bi awayeke azad li gorî çand û baweriya xwe jiyana xwe bidomînin. Hevseroka Federasyona Êzdiyên Ewropayê Leyla Ferman der barê pirsgirêkên êzdiyên li Ewropayê dijîn û vegera li ser axa xwe de nirxandin kir û anî ziman ku pêvajoya vegerê çend sal in di rojeva gelê êzdî de ye. Ferman wiha axivî: “ Ji bo amadekarina vegera welat dikevin nav hewldanan. Ji ber ku êzdî koçber bûne, di gelek cihan de erdên êzdiyan jî ji aliyê kurdên sunnî hatin bikaranîn, îro gelek gundan dijîn û erdan diçînin. Wekî din li hin gundan jî cerdevan nahêlin bi rehetî bijîn. Gelek gund jî vala mane, ne rê heye ne jî av lê heye.”

Ferman der barê mijara gelê êzdî çawa îbadetên xwe pêk tînin û li hemberî vê yekê astengiyên hene de jî bilêv ku gelê êzdî heta niha li bakurê Kurdistanê bêrêxistin bûn û ji ber vê yekê tenê li malên xwe îbadetên xwe pêk tînin û wiha berdewam kir: “Tenê cihên ku DBP bi hêz e, rewş hatiye guhertin. Li van bajarên û bajarokan têkiliya di navbera gel û şaredariyan de xurt e. Êzdî îro li van cihan rihet in. Berpirsyarên civakî tên ziyareta êzdiyan û êzdî ketine jiyana bajar û civakî.”

‘Bi Tevgera Azadiya Kurdistanê ve gelê êzdî bûn hêz’

Ferman diyar kir di rewşa gelê êzdî de bi Tevgera Azadiya Kurdistanê guhertin pêk hatiye û êzdî jî di nava tevgerê de cihê xwe digirin, bi vî rengî yekem car gelê êzdî wekî hemû baweriyên din bûn xwedî hêz. Ferman bilêv kir ku niha li bajarên wekî Êlih, Amed, Wêranşar û Mêrdînê komîsyonên êzdiyan pêk hatine û ew ê di demeke nêz de Meclîsa Êzdiyên Bakur jî ava bikin, her wiha bi vî awayî rêxistinbûna xwe bigihînin asteke nû û bî sîstematîk û rêxistinkirîn nêzîkî pirsgirêkên tên jiyîn bibin.

Fermana ku der barê têkîliyên gelê êzdî yên bi dewletê de nirxandina “Têkîliyên êzdiyan bi dewletê re tenê asta mecbûrî de ye, ji bo mafên êzdiyan tu gav nehatiye avêtin, dozên ku hatine vekirin demdirej didomin û xwe nadin ber mafên êzdiyan” kir û da zanîn ku heke yên ku êrîşî axa êzdiyan kirine yan cerdevan an jî AKP’î bin pirsgirêk nayê ronîkirin û dadgeh tiştekî nakin. Ferman anî ziman ku pirsgirêkên ku li gundên êzdiyan tên jiyîn an gundê cervan an jî yên AKP’iyan in.

Piştî Şengalê li Ewroyê êzdî hatin naskirin

Ferman li ser şert û mercên ku gelê êzdî yên li Ewropayê jî got ku bi awayeke fermî nayên naskirin lê piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Şengalê pêk hat rewş hinekî guheriye. Ferman anî ziman ku asta rêxistinbûna gelê êzdî yên li Ewropayê ji ber ku ne xurt e, nikarin ji bo pêwîstiyên gel bibin bersiv û pirsgirêkên dijîn çareser bikin. Ferman bi nirxandina “êzdî her çiqas xwendekar û akademîsyen bin jî nebûne parçeyeke Ewropayê” jî rewşa êzdiyên li Ewropayê dijîn vegot.

‘Divê pirsgirêkên Qorix, Efşê û yên din jî bên çareserkirin’

Ferman di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser gundê Kelhokê ya ku beriya demeke ji dadgehê biryareke erênî ya ji bo êzdî bikaribin vegerin gundê xwe de derket û wiha got: “Heke pirsgirêkên gundên êzdiyan zêde be, êrîş bidomin dê pêvajoya vegera welat dê bixitime. Divê pirsgirêkên Kelhok, Qorix û Efşê bên çareserkirin. Bi vê rengî dê di nava civaka êzdî de bawerî pêş bikeve û dikarin li Kurdistanê jiyaneke êzdîtî bijîn.”

(sa/wk)