1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ’Ger ku zarokê 16 salî 28 caran bê girtin pergal hilweşiya ye'
’Ger ku zarokê 16 salî 28 caran bê girtin pergal hilweşiya ye',ger,ku,zarokê,16,salî,28,caran,bê,girtin,pergal,hilweşiya,ye

’Ger ku zarokê 16 salî 28 caran bê girtin pergal hilweşiya ye'

A+ A-

08:53 19.02.2014 1 / 2 EREN DİNÇ

ENQERE (DÎHA) – Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Erdogan, xwest berî her tiştî girtîgehên zarokan bên girtin û wiha got: "Ger ku li welatekî zarokek ji ber kevir avêtibe polîs û hatibe girtin, an jî ger ku zarokek 16 salî 28 caran hatibe girtin wê demê ew pergal têk çûye."

Piştî li Tirkiyeyê di sala 2006'an de di Zagona Têkoşîna Bi terorê re (TMK) de guhertin çêbûn, bêtir rê li pêş darizandin û cezakirina zarokan vebû. Bi guhertina zagonan a sala 2010'an her çend zarok li şûna li Dadgehên Bi Rayeyên Taybet li Dadgehên Cezayên Giran ên Zarokan hatin darizandin jî dîsa gelek zarok hatin girtin û rastî cezayên giran hatin. Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Erdogan, xwest berî her tiştî girtîgehên zarokan bên girtin û wiha got: "Ger ku li welatekî zarokek ji ber kevir avêtibe polîs û hatibe girtin, an jî ger ku zarokekî 16 salî 28 caran hatibe girtin wê demê ew pergal têk çûye. Erdogan, anî ziman ku wekî Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan Bên Girtin, piştî di meha Çile de li Girtîgeha Zarokan a Sîncanê 12 karok rastî îşkenceyê hatin û hatin sirgûnkirin kampanya dan destpêkirin. Erdogan, anî ziman ku wan bi dengê bilind got tu fêda girtîgehên zarokan li kesî nabe û wiha got: "Di sala 2011'an de ji Girtîgeha Pozantiyê 160 zarok sewqî Girtîgeha Zarokan a Sîncanê hatin kirin. Mixabin tiştên ku berê li Girtîgeha Pozantiyê pêk hatin niha li Sîncanê pêk tên. Me xwest mirovên temenê wan di bin 18 salî de bin neyên girtin. Me xwest girtîgeh li zarokan bên girtin."

‘Bêyî ku zarokekî din bê mahkumkirin'

Erdogan, anî ziman ku zarok li girtîgehan wekî mezinan di nava şert û mercên giran û Tîpên F de dimînin. Erdogan, da zanîn ku hemû şert û mercên Tîpa F li ser zarosan jî tê meşandin û di bir şertên gelek giran de girtî tên hiştin û wiha got: "Gelek zarok ji Sîncanê şandin Îzmir û Stenbolê. Hêj dozên zarokan li bajarên Rojava berdewam dikin. Hêj zargok li girtîgehan wekî kaker dixebitin. Li gorî pîvanên me divê zarok nexebitin. Li gorî mafê zarokan qedexe ye destê zarokên temenê wan di bin 18 salî de be, bên kelepçekirin. Lê kelepçekirina zarokan û girtina zarokan dîne aliyekî, dema zarokan dibin nexweşxaneyê jî kelepçeyê li destê wan dixin. Zardokan dema muayine dikin jî kelepçe dikin.

'Komîsyona mafên mirovan a meclisê bi alî ye'

Erdogan, helwesta komîsyona mafên mirovan a meclisê jî rexne kir û da zanîn ku bi alî tev digere û li gorî wê rapor amade dike. Erdogan, Raporên ku tên amadekirin, li dijî gotinên me û li dijî rastiya girtîgehan e. Hêj zarokan wekî teror bi nav dikin. Hêj zarokan wekî diz bi nav dikin. Lê bi tu awayî divê zarok neyên sûcdar kirin. Her kes heta 18 salî zarokm tên hesêb û hemû kiryarên wan sûc nayên dîtin.

‘Wezareta Dadê dê 15 girtîgehên zarokan ava bike'

Erdogan, anî ziman ku bi guhertina xalek zagonê jî pirsgirêk çareser dibe, lê ji ber ku zagon nayên guhertin pirsgirêk jî çareser nabin. Erdogan, da zanîn ku bi xalekê dikarin zarokê heta 18 salî ji girtîgehan xelas bikin û wiha got: "Zarokên ku 2 salan di girtîgehê de bimînin êdî ne bi civakê û ne bi derdorê de nikarin li hev bên. Nexweşiyên ruh û sînîr bi wan re çêdibin. Li gorî lêkolînê ji sedî 50-60'ê zarokan ên tev li karê tiryakê dibin ji girtîgehê derketine. Niha wezareta Dadê li şûna girtîgehan bigire dibêje dê 15 girtîgehên din ên zarokan ava bike. CPT dixwaze li girtîgehan bi zarokan re hevdîtin bike, lê destûr nayê dayîn.

Erdogan, da zanîn ku li welatekî ger ku zarokî temenê wî kêmî 18 salî be hatibe girtin an jî zarokekî 18 salî ku sakoyekî 30 lira bidize û rastî ceza yê 18 salan bê, ango zarokekî 16 salî 28 caran bê girtin wê demê pergala Tirkiyeyê têk çûye.

Di Nava Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan Bên Girtin de; ÎHD, TİHV, ÇHD, Komeleya Zarokan a Gundem, TUHAD-FED, Oz-Ge-Der, MAZLUMDER, CÎSST, SHUDER, Vakfa Azadiya Zarokan a Tirkiyeyê, Navenda Jinan a Îstarê, Navenda Zarokan a Navneteweyî, Şopirên Edaleta Ji bo Zarokan, Egitim Sen, Komeleya Çakil, TODAP, SES, Komeleya Rawestandina Îxmal û Îstismara Zarokan, OHD û Baroya Amedê.

(mae)