´Ger çem azad nebin aştî jî nabe´
Dijberên bendavan: Ger bendav û çem azad nebin aştî û çareserî jî nabe
BÎLAL GULDEM
ÊLIH (DÎHA) - Kordînatora Kampanya Heskifê ya Komeleya Xwezayê Dicle Tuba Kiliç, diyar kir ku ji bo bendava Ilisuyê bê rawestandin têkoşîna wan a hiquqî didome û dîrok, çand, û mîratê Heskîfê ger ku bê fetisandin û bendav bê çêkirin bi tu awayî mirov nikarin behsa aşîtî û çareseriyê bikin. Rêbera Qabileya Gelê Mapuche ya Arjantînî Morîa Millan jî wiha got: “Çareserî û aşîtî bi çêkirina bendavan pêk nayê. Gelê Mapuche dibêje bijî gelê kurd û bijî çemê Dîcle yê.”
Roja şemiya derbasbûyî li Stenbolê Komferansa Çemên Cîhanê pêk hat û delegasoyona biyanî ku tevlî bû roja Sêşemê hatin bendava Ilisû û çalekiyê li dar xistin. Ji bo destekê bidin Heskîfiyan û ji bo çemê Rojhelata navîn yê ku tenê azad maye ji bendavan re qurban neçe ev koma biyanî hatin Heskîfê rêze çalekiyên cuda li darxistin. Li aliyekî xebatên bendava Ilisuyê ku Heskîfa xwedî dîrok di bin avê de bihêle bi hemû aliyên xwe di dome. Li aliyekî jî hemû rêxistinên navnetewî û netewî ji bo Heskîfa xwedî dîrok û çemê dîcle di bin avê de nemîne têkoşîna wan di dome û dikevin nava liv tevgerê. Kordînatora Kampanya Heskifê ya Komeleya Xwezayê Dicle Tuba Kiliç, têkildarî çalekiya ku roja sêşemê ji aliyê komelaya wan û dijberên bendavan pêk hat agahî da.
Kiliç, diyar kir ku ji heremên cîhanê yên cûda mêvanê wan ên girînd hatine bendava Ilisu ziyaret kirine û wiha got: “Mêvanên me li Stenbolê di konferansê de ji bo derdên xwe vebêjin hatin û di vir de nêrînên xwe ji bo bendavan û çeman anîn ziman. Ew hem ji bo zerara bendavê ya li ser mirovan û hem jî ya xwezayê bînin ziman hatin vira.” Kiliç, bi bîr xist ku ew bi mêvanên xwe re çûne şantiya bendava Ilısuyê dagir kirine û ji bo demekê riya wir li çûn hatina wesayîtan girtine û wiha axivî: “Armanca çalekiya me bila ku ev bendav bên rawestandin. Bendav me dikujin û herikandina rûbar û çeman jî me digîhînin hev. Ancak em herikandina çemên me û avên me bi mirovan re bi dostên me yên welatên cînar re em dikarin azad bijîn. Me peyama em ê hemû bi hev re azad bibin li wir da. Bendav ne paqijiye. Me bi vê çalekiyê xwest em dengê xwe û Heskîfa xwe ragîhînin. Ji ber vê yekê nîşandan çalekiya me ew bû ku mirovên her heramên cîhanê ji bo Dîcle û Heskîfê û heeremê nirx nîşan didin. Sedemê çalekiya me ew bû ji bo çemên me azad bi herikin me nîşanî cîhanê da.”
‘Em dê pirsgirêka Heskîfê bibin qadên navnetewî'
Kiliç, derbirî ku ji bo bendava Ilisu yê bê rawestandin têkoşîna wan a hiquqî didome û got tenê ne têkoşîna hiquqî ne bes e û ji bo vê yekê pêdiviyên wan bi hemû desteka Tirkiyê û cihanê heye. Kiliç, got ew dixwazin bi hatina hemû dostên wan ên cîhanê dengê xwe ragîhînin raya giştî ya cîhanê. Kiliç, bal kişand ser tevgera DAMOCRACY a nevnetewî ya li hemberî bendavan û wiha axivî: “Kesên ji bo çeman têkoşîn û şer dikin digîhîjin hev û dibin yek. Piştî vê çalekiya li vir pêk hat dê ev çalekî mezin bibe û rihên xwe mezin bike. Li gel vê yekê dê bibe wesîla ku êdî em ji bo Heskîfê û bendava Ilisu yê tevgerek mezin destpê dikin. Tenê ne Tirkiye hemû cîhan li hemberî çêkirina vê bendavê dertê. Dê xebatên me li hemberî çêkirina bendavê ne ev tenê be. Li qada cîhanê û navnetewî navê bendav û çeman hebe dê Dîcle û bendava Ilisu yê jî li platform û tevgeran de cih bigire. Dê ev çêkirin û pêkanînên xelet ên polîtîkayên Tirkiyê li her deverên cîhanê dengê me hebe û bilind be.”
‘Aşîtî bi azadkirina bendav û herikandina çeman pêkane’
Kiliç, bal kişand ser çend mehe li heremê behsa aşîtiyê tê kirin û wiha got: “Heta ev mîrateyên xwezayî û dîrokî neyên xelaskirin, herikandina Dîcleyê ji bo pêdiviyên gelên cînar nedin berçav, heta ev mîrateyên Heskîfê û çemê azad ê Dîcleyê û çanda gelan û dîrok bi fetise û dîrok bê tunekirin bi tu awayî aşîtî û çareserî ne pêkan e. Divê di pêvajoya aşîtiyê de yek ji mijarên herî girîng bendava Ilisu yê be. Divê ku di rojeva me hemûyan de be. Lê belê Tirkiyê encax dikare bi sekinandina bendav û azadkirina herikindina çeman aşîtiyê pêk bîne. Dê bi rawestandina van bendavan bi xwe re samîmiyetê bîne û derkeve holê. Yanî Heskîf ji Stenbolê ne bê nirxtir e. Heskîf herî kêm wek Kapadokya yê girîn ge û ji wir mezintir e. Bi xweşiya xwe xwezayê û dîrokî UNESCO yê hildaye bin parastinê. Em daxwaz dikin ku kes bila mi mêjûyek her çawa be ji xwe bendava Ilisu yê tê çêkirin ne fikir in.” Kiliç, got ku gelek mînakên mîna Ilisu yê li cîhanê hene û da zanîn ku li gelek cihan çêkirina bendavan di dome û hatine rawestandin û hatibûn rawestandin. Kiliç, ev tişt got: “Ji bo Heskîfê tiştek ne dereng e. Em dixwazin ku her kes me destek bike. Ji bo rawestandina Ilisu yê divê her kes serlêdanan bike û tiştê bikeve ser milên wan çi be pêk bînin.”
Rêbera Jinan Millan: Çêririna bendavan li pêş aştiyê asteng e
Rêbera Qabileya Gelê Mapuche ya Arjantînî Morîa Millan jî diyar kir ku ew ji xakek din ê cîhanê hatiye vir û anî ziman ku ew ji bo ji bo destekê û piştevaniya xwe bidin têkoşîna gelê kurd û têkoşîna wan a li hemberî çeman hatine vir. Millan, wiha got: “Em wek gelê Mapuche ji bo nirxê xwe dema dest bi têkoşînê kir me ji bo xweza xwe û xaka xwe jî da. Em wek gelê Mapuche bi gelek neyînî, girtin, êrîş û mirinan re rû bi rû man. Lê belê ev ji bo xweza, nirx û axa me bû û niha jî têkoşîna me berdewam e û di riya xwe de di dome. Ji ber ku ez niha li vir im pir bextewarim. Ji bo vê têkoşîna li vir di dome û ku min destek dayê pir bextewarim. Bi taybetî ji bo ev çem azad bi herikin ev têkoşîn pir bi girîng e.” Millan, destnîşan kir ku aşîtî tenê bi gel û dewletan re pêk tê û anî ziman ku di heman demê de aşîtî bi xwezayê re jî pêk tê û wiha vegot: “Yanî pêvajoya aşîtiyê dibe ku bi gelek serkeftinan bi encam bibe, lê belê ev bendav bê çêkirin û herikandina çeman bê birîtin û xweza perça bibe mirova nikare bêje aşîtiyek dê pêk were. Mapucî dibêjin bijê gelê kurd û dibêje bijî çemê Dîcleyê.”
Kenyayî Angeler: Heskîf dergûş û dîroka şaristaniyê ye
Têkoşerê gola Turkena ya li Kenya yê Joshua Angeler, jî van xalan destnîşan kir: “Behsa projeyên aşîtiyê tê kirin. Ger ku behsa aşîtiyê dikin bila werin vir bi gelê Mezopotamya yê û Heskîfên re hevdîtin bikin û ji wan hînî şaristaniyê bibin. Ji xwe tişta ku em dibêjin şaristanî ji vir derketiyê û li vir bi xwe ye. Demek li cihekî dema mehfûrên mirovan tunebû lê mehfûrên Heskîfiyan hebûn. Dema li hîn deveran xêniyên hinek kesan tunebû lê vir xênî hebûn. Cihê ku ez jê hatim jî wek vir dîrokî ye û mirov li bi cih bûne. Em li vir mirovatiyê ji mirovan vedişêrin. Ji bo ku em piştevaniya xwe bidin gelê Heskîfê em hatine vir. Em jî wek gelê gola Turkena yê wek mirovên li vir têkoşîne didin, em jî dê qet dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
(bg/mae)