Gerger: DAIŞ li ser navê Tirkiyeyê li dijî Kurdan şer dike
ARZÛ DEMÎR - ENQERE - ANF
Lêkolîner nivîskar Haluk Gerger diyar kir ku tu pirsgirêka Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re tune û got Rojhilatek Navîn ya bê DAIŞ û bi DAIŞ li hesabê Tirkiyeyê tê. Gerger da zanîn ku DAIŞ li ser navê Tirkiyeyê li dijî Kudan şerekî wekaletê dimeşîne û got di rewşa ku DAIŞ bi giştî bê qedandin de îhtîmala ku tevgereke bejayî an jî herêmeke tampon bê rojevê heye. Gerger anî ziman ku di vê rewşê de dê Tirkiye xeyala wê ya hebûna leşkerî ya li Sûriye/Rojava pêk bê.
Dewleta Tirk di koalîsyona navneteweyî ya ku DYA serkêşiya wê dike û li dijî DAIŞ’ê tê meşandin de dê aktîf cih negire. Navenda Çapemeniya Biyanî ya Girêdayê Wezareta Karê Derve ya DYA’yê daxuyaniyek da û diyar kir ku di koalîasyonê de 38 welatn hene. Di nava van de wek dihat payîn Tirkiye tune.
Lê di çapemaniya alîgir der nûçeyên der barê ku li sînorê Rojavayê Kurdistanê ve ji aliyê fermandariya giştî ve herêmek tampon tê avakirin de cih girtin. Ev mijar ji aliyê serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hate piştgirastkirin.
Di vê rewşê de cihê Tirkiyeyê di plana ‘Têkoşîna bi DAIŞ’ê ’ ya DYA’yê re heye an na? Planên Tirkiyeyê çi ne?
Ev pirsên me nivîskar-lêkolîner Haluk Gerger bersivand.
Gerger got; “Pirsgirêka Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re tune. Nokteya ku divê li ser bê sekinandin eve. Du lingê polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê Rojhilata Navîn de heye. Yek ji stratejiya Amerîkayê pêk tê. Ya duyemîn jî ji ber meseleya wan ya taybet; pirsgirêka Kurd.Ev her du neyên fêmkirin, siyaseta Tirkiyeyê ya der barê Rojhilata Navîn de nayê fêmkirin. Encama stratejiya Amerîkayê; Wek nifşê kesk yê dema şerê sar, Amerîka di vê dema dawî de jî hewl dide eksena Sunnî bi afirîne û vê bandor li ser Tirkiyeyê jî kir. Esasa têkiliya Tirkiyeyê ya komên çeteyan re eve. Lê bi tena serê xwe pirsgirêkê çareser nake. Divê em bê asta duyemîn. Ev jî meseleya Kurde. Amerîkayê ji bo êrîşên li dijî Iraq û Sûriyeyê got: “Li Rojava û Sûriyeyê deriyê derfetê têkoşîna leşkerî vedike.” Ev li karê Tirkiyeyê jî hat. Ji ber ku muxalefeta Sûriyeyê li dijî Kurdan bû. Di esasê de netewperestiya ereb hebû. Di alî Tirkiyeyê de li ser Kurdan zext bûn. Zexta ku Tirkiyeyê nekarî bike, bi DAIŞ’ê dida kirin. DAIŞ li ser navê Tirkiyeyê şer dimeşîne.
TIRKIYE JI HEBÛNA DAIŞ’Ê KÊFXWEŞE
Gerger da zanîn ku Tirkiye ji hebûna DAIŞ’ê gelek kêfxweşe û got: “Pirsgirêkek Tirkiyeyê ya wek DAIŞ’ê tune. Bihêzbûna DAIŞ’ê, Bexdayê dike zorê. Her wiha Îran û Kurdan jî dike zorê. Ji ber vê Tirkiye kêfxweşe. Ji ber pirsgirêkek bi DAIŞ’ê re tune. Lê Tirkiye niha ji ber plana têkoşîna li dijî DAIŞ’ê re bi DYA’yê re ketiye zehmetiyê. Ji ber kut evli bûna vê koalîasyonê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê pêwist dike.
Li gorî Gerger Dewleta Tirk xwedî planên ku naqoqiyan çareser dike ye.
Gerger bi lêv kir ku Tirkiye bi hemû derfetên xwe tevli têkoşîna li dijî DAIŞ’ê nabe û dixwaze sextên DAIŞ’ê bidome. Gerger got: “Tirkiye dizane ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tevgereke bejayî ferz dike. Ev encamê nade lê bi zewq temaşe dike. îro ji bo tevgera hewayî temam dibêje. Bi vî awayî ji Amerîkayê re dibêje erê. Li holê pirsgirêkek tune. Lê dema ev kar mezin bibe biguhere tevgera bejayî Tirkiye dibêje ezê jî tevli tevgera bejayî bibim. Planake B ya Tirkiyeyê amade ye. Ev jî herêmên tampone.
Gerger destnîşan kir ku herêmaTampon tê wateya tevlibûna tevgera bejayi ye û ev jî tê wateya ne ji derî ji rojinê daketine.
Gerger wiha got: “Tirkiyeyê der barê hebûn û tunebûna DAIŞ’ê de jî plan amade kiriye. Ji bo Tirkiyeyê DAIŞ bimîne başe. Dê zextên li ser Kurdan bidome. Dema şer mezin bibe jî dê herêmeke tampon ava bike. “