1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Gerger: Dema dor tê ser kurdan hemû cîhan bêdeng dimîne
Gerger: Dema dor tê ser kurdan hemû cîhan bêdeng dimîne,gerger,dema,dor,tê,ser,kurdan,hemû,cîhan,bêdeng,dimîne

Gerger: Dema dor tê ser kurdan hemû cîhan bêdeng dimîne

A+ A-

ZEYNEP KURAY - Stenbol 02.06.2014 Pisporê Rojhilata Navîn Haluk Gerger, der barê bêdengiya cîhanê ya li dijî komkujiya ku li Rojava ji aliyê DAIŞ ve pêkhatiye ji ANF’ê re axivî. Gerger anî ziman ku kurd ji her çar alî ve hatine dagirkirin û dema dor tê kurdan hemû cîhan bêdeng dimîne.

Gerger destnîşan kir ku hemû cîhan li dijî komkujiya li Rojava pêk hatiye bêdeng e û got kurd ji her çar alî de hatine dagirkirin û wiha berdewam kir: “Li aliyekî Tirkiye, li aliyekî rejîma Baas, li aliyekî El Qaîde, li aliyê din netewperestên Ereb, li aliyekî emperyalîst û li aliyê din jî Rojavayî. Kurd ji ber ku ji her aliyê hatine dorpêçkirin her kes li dijî vê komkujiyê bêdenge û ji nedîtîve tên.

TIRKIYE PLAN DIKE EL QAÎDE TETIKÊŞIYÊ DIKE!

Gerger di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di van êrîşan de Tirkiye rola aktîf dilîze û wiha berdewam kir: “Dema Tirkiye van êrîşan plan dike El Qaîde tetikêşiyê dike. Rojavayî, netewperestên ereb û rejîma Baas jî berê xwe didin aliyê din jî vê jî nedîtîve tên. Di encamê de tenêbûna kurdan careke din di vir de dertê holê. Sosyalîst, şoreşger û demokratên Tirkiyeyê divê rola aktîf bilîzin û ji bo pêşî li van çalakiyan bigirin divê çalakiyan pêk bînin. Di vê mijarê ez helwesta hemûyan rexne dikim, hemû alî bêdengin.

ESASÊ ŞOREŞGERIYÊ NAYNIN CIH

Gerger bi lêv kir ku li Tirkiyeyê sê damarê sosyalîzmê heye û got: “Ev damar, yek sosyalîstên Nasyonele, ew ne tenê nabînin, ji vê rewşê ne kêfxweşin.; ya duyemîn damara reformîst, ew jî ji nedîtîve tên; damara sêyemîn, damara şoreşgere; bê guman ew li dijî vê rewşê ne lê hêza wan tune. Ev rewşa ku li Tirkiyeyê tê jiyîn rê li ber tenêtiya Kurdan vedike. Her wiha nahêle şoreşgerên tirk bibin demokrat, heta nebin demokrat jî nekarin bibin sosyalîst. Heta bi kurdan re piştevanî neyê nekirin nekarin bibe enternasyonalîst, ji ber vê jî nekarin esasên şoreşgeriyê bîne cih. Ev tenê Gezî nîne. divê teqez Rojava jî tevli hişmendiya Geziyê bikin.

JI TIRKIYÊ KURDAN XERC DIKIN

Welatê Rojava dema ku El Qaîde dibe mijara gotinê bi topyekun êrîş dike û dema dor tê Rojava dibe xwedî helwest. Dema dor tê kurdan av disekine. An jî welatên Rojava dê bi ser El Qaîdeyê de biçe. Lê dema mijar kurd bin ji ber hevkariya xwe ya du ru ya bi Tirkiyeyê re kurdan dikin kurban. Ne tenê Amerîka Ewropa jî dike. tetikêşê NATO’yê jib o Tirkiyeyê kurdan heba dike. Ji ber vê jî kîjan tetikêşî bikartîne bila bikarbîne, ev tetikêş ji El Qaîdeyê jî be Rojavayî ji nedîtîve tên.

Gerger di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê kurd li dijî vê bêdengiyê careke din bifikre û wiha got: “Kurd dê bi xwe vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi piştevanî û têkoşîna xwe ya netewî ger ku yekitiya xwe ava nekin dê wisa ji her kesî re bibin êm.”