Geryanek li Kurdistanê û Nivîsek Bizmarî
Ji zû ve ye min dixwest biçim wî cihî. Pir behs dikirin. Digotin du saetan ji bajêr dûr e. Dawiya dawî em çûn û êdî ew lat li ber min bû.
Ev demek dirêj e ku me di Amîda Kurd de beşa "Ger" vekiriye. Em ê li deveran bigeriyana û me yê cihên balkêş ji we binivîsanda û wêneyên wan bikişanda.
Lê me kesî gerek wiha hêvi nedikir. Kî bîra xwe û li Kurdistanê nivîsa bizmarî...
Kesê ku dê ez bibirama hatibû. Siware jî hebû. Me hinek av û hinek jî nanik stand, cigare û hinek çilekî. Gotin piştî du saetan em ê bigihên wir. Piştî demekê em li serê çiyayekî bûn. Ez bêjim Amed, hûn bêjin navçeyek wê.
Bi rastî em hatibûn ser cihekî wiha ku me dê nikaribûya navê cih bidin. Ji ber ku wekî hûn di wêneyan de jî dibînin, ev nivîs hîn nehatine deşîfrekirin û gundî naxwazin deşîfre bibe jî.
Ew wekî çavên xwe lê miqate ne, lê ji ber tirsa dewlet zirarê bide herêmê deşîfre nakin.
Tenê destûrê didin ku em çend wêneyan bikişînin. Piştre wêneyên me kontrol dikij, ji bo ku der dor berfireh xuya neke û cih neyê nasîn.
Û em meraqa vî cihî dikin, ev ku der e, çima ev nivîs li vir heye.
Yextiyarekî gund ji me re çîroka wê dibêje...
"Ev der yek ji rawestgeha Îskenderê Mezin e, ku çûye seferê. Berî wî jî ev der bajar bûye, wan vir standiye û gelek salan li vir mane."
Min digerîne. Bi rastî jî gelek cihên ku divê bên parastin li vir hene. Ez şaş dibim ku çawa heta niha qul qulî nebûne ev der. Yê kal didomîne:
"Gelek caran ev bajar hilweşiyaye û ji nû ve ava bûye. Li cihê herî bilind ê vî çiyayî tiştên hîn balkêştir hene. Em her roj parastina vir dikin ji bo kes zerarê nede van deveran. Ji ber ku leşker bixwe tên ji bo di bin navê kolandinê de zerarê bidin van tiştan. Heta niha min ev nivîsa dîrokî ji bilî te nîşanî zarokê xwe jî nedeya."
Jixwe derdê min jî ev nivîs e. Gelo çi nivîsandine. Û gelo bi çi zimanî ye.
Gundiyek dibêje:
"Teqez dê bi kurdî be, ne wisa mamoste?"
Ez jî fikra xwe dibêjim, wekî ew hêvî nake: "Ku kurdî be, dê dimilkî be, ji ber ku ez bawer nakim kurmancî wê demê hebe." Gundî şaş dibin, min serê wan jî tevlihev kir:
"Kurdî, yanî dimilkî di dîrokê de berî kurmancî heye. Kurmancî ji nava dimilkî çêbûye û nûtir e. Heke ev fikra min ne şaş be, dê hemû nivîsên berî mîladê bi dimilkî bin."
Di nav van nîqaşan de ez wêneyên xwe dikişînim û em ji gund derdikevin. Li paş min dengê wan tê:
"Mamoste, bila kes neyê vir xera neke."