1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gerîla li Laleşa Nûranî ye
Gerîla li Laleşa Nûranî ye,gerîla,li,laleşa,nûranî,ye

Gerîla li Laleşa Nûranî ye

A+ A-

LALIXAN MIHEMED - LALEŞ/ANF Yekîneyeke gerîlayên HPG-YJA STAR a ji bo parastina Şêxan û Laleş ji êrîşên çeteyan ji Herêmê Parastinê yên Medyayê ket ser rê, gihaşt Laleşê. Gerîlayan destnîşan kirin ku ew ê Kurdên Êzidî li dijî her şêweyên êrîşên hovane, biparêz in.

Gerîlayên HPG-YJA STAR'ê, ji bo Kurdên Êzidî ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê biparêzin tedbîrên xurt digirin.

Li dû Şengal, Mexmûr û Kerkûkê, yekîneyeke mezin a gerîlayên HPG-YJA STAR'ê, ji bo parastina cihê pîroz ê Êzidiyan Şêxan û Laleş ji êrîşên çeteyan, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ket ser rê û duh gihaşt Laleşê. Gerîla li Laleşê li çeperên parastinê bicih bûn.

Gerîlayên xwe gihandin Laleşê, hest û ramanê xwe ji ANF'ê re vegotin.

Gerîlaya YJA STAR'ê Şîlan destnîşan kir ku weke gerîlayên jin ew amade ne gel ji her şêweyên êrîşên hovane biparêz in. Şîlan got, "Em ji bo parastina gelê xwe yê Êzidî ji Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin Laleşê. Weke gerîlayên jin em amade ne bi hemû hêza xwe, gelê xwe li dijî êrîşên hovane biparêz in."

Gerîla Rizgar jî da xuyakirin ku ew ji bo parastina gelê Êzidî û cihê pîroz Laleşa Nûranî hatine û anî ziman ku ew ê rê nedin çeteyên DAIŞ'ê ku êrîşî gel bikin. Gerîla Rizgar got, "Em parastina gelê xwe weke wezîfeya sereke dibînin û bi vî rengî tevdigerin." Rizgar destnîşan kir ku ew ê ti carî destûrê nedin ku gelê Êzidî rastî komkujiyeke nû bê.

Gerîlayên HPG-YJA STAR'ê, roja 3'ê Tebaxê dema destpêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Şengalê, ji bo rizgarkirina bi deh hezaran welatiyên xwe li Çiyayê Şengalê girtine, hêzeke mezin şandibûn herêmê. Hêzên berxwedanê ku li vê derê li dijî çeteyan şerekî giran meşandin, bi deh hezaran kes ji korîdoreke ewle derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin. Gerîlayên HPG-YJA STAR'ê, her wiha hêzek şandibû herêma Mexmûrê ku Kampa Penaberan a Mexmûrê jî lê ye û ji bo gelê li kampê zerarê nebîne, ji kampê derxistibûn. Di encama şerê 5 rojan de çete ji herêmê hatibûn derxistin.

Gerîlayên ji bo parastina Laleşa Nûranî ketin çeperan, biryardariya xwe ya ji bo parastina gel û herêmê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Yekîtiya Kurdan", "Bijî Berxwedana bi wate" û "Serketin" anîn ziman.


Bêjeyên Miftehî