1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gerîlayan Karasûngûr û Bîlgîn bibîr anîn
Gerîlayan Karasûngûr û Bîlgîn bibîr anîn,gerîlayan,karasûngûr,û,bîlgîn,bibîr,anîn

Gerîlayan Karasûngûr û Bîlgîn bibîr anîn

A+ A-

AVAŞÎN ADAR - BEHDÎNAN 03.05.2014 09:21:06 Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mehmet Karasûngûr û yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Îbrahîm Bîlgîn, di salvegera 31. a ji dest dayîna jiyana xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn.

Merasîm li Şehîtgeha Mehmet Karasûngûr pêk hat û li gel hejmareke zêde gerîlayan Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Nedîm Seven û ji Fermandarên YJA STAR'ê Sozdar Welat beşdar bûn.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta li merasîmê peyivî û diyar kir ku Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn dema ji bo yekitiya neteweyî di nava hewldanan de bûn, di encama komployekê de jiyana xwe ji dest dane.

Avesta got, "Hewldanên pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdistanê ku digihêje heta dema beriya 31 salan, hewl hat dayîn ji aliyê zîhniyeta cihêkar û parçekirina Kurdistanê ve werin pûçkirin û her du rêhevalên me yên leheng di encama vê zîhniyetê de şehît ketine. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, Rêber Apo, şehîdên me û gelê Kurd, ji bo avakirina neteweya demokratîk û yekitiya Kurdistanê, kedeke mezin dane. Em dibînin ku zîhniyetê beriya 40 salan niha jî dewam dike. Ev zîhniyet li dijî vîna azad li dijî şoreşa azadiyê ya Rojava weke 'zîhniyetê xendekan' derdikeve pêşiya me. Dixwazin careke din Kurdistanê parçe bikin. Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn û bi hezaran şehîdên me bi dilên xwe, ruhên xwe, bi xwîna xwe têkoşîna yekitiya Kurdistanê meşandine."

‘GERÎLA DI ŞOPA ŞEHÎDAN DE DIMEŞE’

Avesta diyar kir ku dilsoziya li ser bingeha rast a bi şehîdan re, bi bilindkirina têkoşîna wan dibe û destnîşan kir ku li Kurdistanê bi hezaran şehîd di şopa şehîdan de dimeşin. Sozdar Avesta ragihand ku zîhniyetê hêzên komploker ên beriya 31 salan û zîhıniyeta li Parîsê Sarayan qetil kir heman zîhniyet e û anî ziman ku komploker bi vê rê nikare bigihêje encamê. Avesta got, "Meha Gulanê meha şehîdên me yên nemir e. Wekî din 4'ê Nîsana 1938'an roja destpêka Komkujiya Dêrsimê ye. Têkoşîna me wê bi kevneşopiya berxwedana dema bihurî re, hîn bêtir mezin bibe."

‘MEŞA AZADIYÊ WÊ BI VÎ RUHÎ PÊK WERE’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Tevgera Azadiyê ya Kurd wê li tevahiya Kurdistanê bi ruhê Newrozê, li ser bîranîna şehîdên meha Gulanê têkoşîna azadiyê mezintir bike. Bila ruhê şehîdên me şad bibe. Êdî Kurdistana Rojava ya xweseriya demokratîk ava dibe. Mîna ku Rêber Apo got sala 2014'an wê bibe saleke mezin a têkoşînê. Gelê Kurdistanê wê li Bakurê Kurdistanê Xweseriya xwe ya Demokratîk ava bike. Meşa ji Rêber Apo re azadî wê bi vî ruhî pêk were."

XWENDEKARÊN JI WARGEHA Ş. RUSTEM CÛDÎ BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛN

Piştî merasîmê xwendekarên Dibistana Seretayî ya Şehît Mehmet Karasûngûr a Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîtgeh ziyaret kirin. Xwendekaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Karasûngûr û Bîlgîn hildan.

Xwendekaran her wiha di serdanê de daxuyaniyek dan û li gel kesayetiya têkoşer û şoreşger a Karasûngûr bal kişandin ser nasnameya wî ya mamostetiyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hûn di gora xwe de xweş razên, weke şopdarên we emê têkoşînê bibin serketinê. Emê hewl bidin hêjayî têkoşîn û lehengiya we bin."

Xwendekaran piştî daxuyaniyê helbest xwendin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" qîriyan. Xwendekaran kulîlk danîn ser gorên Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn.