Gerîlayê di şerê rizgarkirina Tilwerdê de birîndar bû ji RojNews re axivî
ÇİYA BABAN
SILÊMANÎ/ROJNEWS
Gerîlayê HPG’ê Bedirxan Botan yê ku di şerê rizgarkirina gundê Tilwerdê yê 20 km durî Kerkukê birîndarbuyî ji RojNews re axivî. Botan got ku ew gelek kêfxweşe di rojek ya salvegera partiya xwe de birîndarbuye û bi pêşmergeyan re hemberî çeteyên DAIŞ şer kiriye.
Gerîlayê HPG’ê Bedirxan Botan diyarkir ku şer di 25’ê mehê de rudabû û di 26’ê mehê de EW ji Dakok çûn û wiha axivî: “Plansaziya şer ji aliyê Fermandarên HPG, Pêşmerge û dij terorê ve hatibu amadekirin. Em 8 heval û 15 pêşmerge çûn wêderê. Ji ber ku roj berbi avabunê ve diçû û dinya tarî dibu em li benda yên din nesekinin û me êriş da destpêkirin. Me li wir yekser êrîş kir û gund ket bin kontrola me de.”
Botan got ku pevçûnên dinavbera wan û çeteyan de rûdayî gelek dijwar bû û wiha pêdeçû: “Dema ku me gund girt, me radestê pêşmergeyan kir û em ji bo rizgarkirina girên din bi pêş de çûn. Çeteyên DAIŞ kemîn avêtibun pêşiya me lê me ferq kir, me li çeteyên dinava mewziyê de xist û pêşmergeyan jî ji jêr ve lêxist. Di kozikê de 8 çete hebûn. Me di 20 deqeyan de gir xist bin kontrola xwe de. Ez û 3’ê hevalên pêşmerge li wir birîndarbûn. Piştî me dîsan hevala û pêşmergeyan li girê din jî xist û bi temamî gund û girên derdor ket bin kontrola hevalan û pêşmergeyan de.”
Botan got ku ew gelek kêfxweşe ji ber ku di roja salvegera PKK’ê de birîndar buye û bi hevalên xwe yên pêşmerge re li hember çeteyan şer kiriye. Botan got ew ji hevalên xwe yên pêşmerge yên birîndar re jî şîfa dixwaze û ji hemû hevalan re serkeftinê xwest.
Herî dawî Botan bi hatina 36. Salvegera PKK’ê pîrozbahî li hemû gelê Kurd, gerîla û pêşmergeyan kir.