1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gerîlayên li Kerkûkê berxwedana girtiyên Urmiyê silav kirin
Gerîlayên li Kerkûkê berxwedana girtiyên Urmiyê silav kirin,gerîlayên,li,kerkûkê,berxwedana,girtiyên,urmiyê,silav,kirin

Gerîlayên li Kerkûkê berxwedana girtiyên Urmiyê silav kirin

A+ A-

ŞARISTAN NURHAK/KERKÛK Gerîlayên HPG’ê yên li bajarê Kerkukê ku li hember çeteyên DAIŞ di eniyên şer de cih digirin, berxwedana girtiyên Urmiyê silavkirin û bang li gelê Rojhilatê Kurdistan kirin ku li hember rejîma Îran rabin serhildanan.

Berxwedana girtiyên girtîgeha Urmiyê yên li Rojhilatê Kurdistan ket roja 30’an de. Piştgiriya ji bo girtiyên siyasî herku diçe zêde dibe. Gerîlayên li bajarê Kerkukê jî piştgiriya xwe anîn ziman û diyarkirin ku divê êdî gelê Rojhilat serî li hember zextên Îranê netewîne û rabin serpiyan. Gerilayên bi navê Rojin Jiyan, Dayan Hewraman, Zelal Newal û Şahîn Şaho ji RojNewsê re axivîn.

Gerîla Rojin Jiyan zihniyeta desthilatiya rejîma Îran şermezar kir û wiha axivî: “Berxwedana li zindana Urmiyê, nûnertiya herçar parçeyên Kurdistanê dike. Pêwîste gelê Rojhilatê Kurdistanê li hember zext û zoriyên rejîma Îranê rabin serpiyan û serhildanê bikin. Divê her kes piştgiriyê bide girtiyên siyasî û malbatên wan û bi dengê xwe berxwedana girtiyan li hemû cîhanê belav bikin.”

Herwiha gerîlayê binavê Dayan Hewraman jî berxwedana girtiyên girtîgeha Urmiyê silav kir û got: “Ez bang li hemû gelê Rojhilat bi taybet li ciwanan dikim ku li hember zextên Îran rabin û piştgiriya xwe ji bo girtiyan bênin ziman. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê şoreş heye, em hêvî dikin ku berxwedana girtîgeha Urmiyê bibe sedemê hişyarbûna gelê Îranê.” Hawraman ragihand ku divê herkes li hember zextên Îranê serî rake û ew weke gerîlayên HPG’ê berxwedana girtiyên siyasî silav dikin.

Gerîlayên bi navê Zelal Newal û Şahîn Şaho jî li ser girtiyan nêrînên xwe anîn ziman. Zelal Newal helwesta Îranê şermezar kir û wiha got: “Ez bêdengiya raya giştî bi tirsnak dibînim, divê sedsalê de hê jî girtî tên darvekirin û zext li ser wan hene. Dewleta Îranê mînaka herî berçav ya vêye, ez di wê baweriyê deme ev berxwedan bibe sedemê bi dawî bûna zilmê.” Newal got ku divê hemû ciwan piştgriya malbatên girtiyan bikin û piştgiriya xwe bidin nîşandan.

Gerîla Şahîn Şaho jî berxwedana girtiyan silav kir û bang li gelê rojhilat û bitaybet ciwanan kir ku xwedî li berxwedana girtiyên siyasî yên li Urmiyê derbikevin. Şaho wiha got: “Divê berxwedana girtiyên Urmiyê bibe bingehê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê. Gelê me berxwedana Kobanê ji bo xwe bike mînak û dûbare berxwedana girityan silav dikim.”