1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Gerîlayên PKK'ê çavkaniya wêrekî û hêviya gel in'
'Gerîlayên PKK'ê çavkaniya wêrekî û hêviya gel in',gerîlayên,pkk,ê,çavkaniya,wêrekî,û,hêviya,gel,in

'Gerîlayên PKK'ê çavkaniya wêrekî û hêviya gel in'

A+ A-

KERKÛK / ANF - AZAD SERXWEBÛN / RÛBAR HÎWA Gerîlayên HPG û YJA Starê yên saleke li Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş in, li her cihî rastî hezkirin û eleqeyeke mezin a gel tên.

Li gelek gund û herêmên ku wextekê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin dagirkirin û di encama operasyonên hêzên hevpar (PKK, pêşmerge, hêzên herêmî) de hatin azadkirin, gerîla ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.

Li her cihê gel û gerîla li hev rast tên, ev dîmenê şahî û bextewariyê ji aliyê kamerayan ve tê kişandin. Bi taybetî li herêmên Kerkûk û Daqûqê, gel ji bo gerîlayên wan li hemberî DAIŞ'ê bi dayîna canê xwe diparêzin dibêje, "Hêviya me ne, çavkaniya wêrekiya me ne, mertalên me yên zindî ne." Gel bi van gotinan dilsozî û baweriya xwe ya bi gerîlayan re nîşan dide.

Li herêmên Kerkûk û Daqûqê Kurd, Tirkmen û Ereb bi hev re dijîn. Li vê herêmê gerîla weke çavkaniya wêrekî û moralê ya her kesî tên qebûlkirin.

'HETA KU GERÎLA HEBE, EM JI KESÎ NATIRSIN'

Bi gerîlayên YJA Starê re em li gundên sînorê Daqûqê geriyan. Vê rewşa me jê re şahidî kir, em matmayî hişt. Li her cihê gerîla diçê, gel hezkirin û heyrantiya xwe yekser nîşan dide. Dayika Soran jî yek ji wan e. Dayika Soran dema gerîla dibîne, wan hembêz dike û ji bo pirsa me ya "Hûn ji çeteyên DAIŞ'ê ditirsin yan na?" vê bersivê dide:

"Çete ne dûrî vê derê ne. Di navbera me û wan de kîlometreyek heye. Ev girê hûn dibînin di destê çeteyan de ye. Lê em ji wan natirsin. Li cem me gerîlayên PKK'ê hene. Em heta dawiyê ji wan bawer dikin. Beriya niha gelek caran êrîş kirin, hewl dan bikevin nava gundê me. Wê ev der jî bikira mîna Şengalê. Lê bila gerîla sax bin, ew gihaştin hawara me. Li dijî çeteyan şer kirin. Bê guman em ji çeteyan natirsin. Em gelekî ji gerîla hez dikin. Bi taybetî jî gerîlayên jin moral û cesaretê didin me."