Gerîlayên YJA Starê: Her dengek çalakiyeke parastina cewherî ye
Gerîlayên YJA Starê bang li gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê
BEHDÎNAN / ANF - ARVÎN MARÎNOS / SEMA MAHÎR Gerîlayên YJA Star’ê nirxandinên xwe yên di derbarê hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an a ku wê li Tirkiyê û Kurdistanê pêk were bi ajansa me ANF re parve kirin. Gerîlayên YJA Star’ê yên ji netewe û qewmên cuda nirxandinên xwe yên ji bo hilbijartinê bi vî rengî parve kirin…
"LÎSTOK Û HÎLEYÊN AKP'Ê VALA DERDIKEVIN"
Arîn Baran a ku bi eslê xwe ji Agirî ye, li metrepolên Tirkiyê jiya ye, dayika du zarokan e û di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bûye. Baran da xuyakirin ku hilbijartinên 2015’an ji hilbijartinên din cudatire û wê dawiya desthilatdariya AKP’ê bîne. Baran gotinên xwe bi vî rengî berdewam kir; "Hilbijartinên 2015’an ji hilbijartinên din cuda ne. Asta zanebûna gelê Kurd ya xwedî derketina li vîna xwe, pêş ketiye. Bi vê ve girêdayî, AKP di wê ferqê de ye ku di vê hilbijartinê de wê dawî li desthilatdariya wê bê. Ji ber wê lêgerînên xwe yên dawî jî li gor wê yekê pir alî dike. Êrîşî HDP’ê, ciwanan, jinan dike û di civakê de çalakiyên provakatîf dikin. Lê belê gelê Kurd li hember van êrîşên ku tên kirin bi berxwedaniyê ve xwedî li vîna xwe derdikeve. Ji ber ew jî baş dizanin ku temsîliyeta vîna wan HDP ye. Dîroka Tirkiyê bi xwînê hatiye nivîsandin. Duh komkujiyên Geliyê Zîlan û Dersimê pêk hatin, îro jî Roboskî bûye wêneyê berçav ê van komkujiyan. Ev komkujî û êrîş îro bi şêwazên cuda xwe didin berdewam kirin. Vaye di van rojên dawî de, çawa ku di aliyê aborî de alîkarî nadin gelê Roboskî, ji bo gundê wan vala bikin, bi her awayî êrîşan pêk tînin. Lê gelê me li hember van êrîşan jî pir bi hişyarî tevgeriyan. Ev jî derdixe holê ku êdî li Tirkiyê û li Kurdistanê ji bo ku komkujiyên nû rû nedin, gel rêxistinbûna xwe xurtir dike.
Ji xwe bi provakasyona ku herî dawî li Agirî rû da re, AKP’ê lîstokên xwe yên dawî derxiste holê. Bi zanebûn leşkerên xwe şande qada şer û ew terkî mirinê kirin. Ev jî datîne holê ku, ji bo di hilbijartinan de were ser îktidarê wê her tiştî feda bike. Bi vê plansaziyê êrîş bire ser gerîla û hewl da ku bi destê gerîla bi xwe pêvajoya çareseriyê bixetimîne. Lê, ev lîstok û hîleyên AKP’ê vala derketin. Gelê me van bûyerên ku qewimîn vala derxist. Bangawaziya min ji bo hemû gelê me ew e ku xwedî li vîna xwe ya cewherî derkevin û dengê xwe nedin AKP û partiyên din."
"ELEWÎTÎ BAWERIYEKE HUMANÎST E"
Gerîlaya YJA Starê ya bi navê Besê Têkoşîn a ku bi eslê xwe ji Dersimê ye û Elewî ye, diyar kir ku gelê Dersimê û tevahî Elewî ji rewşa xwe ya bê deng derketiye û dengê xwe bilind kiriye. Têkoşîn di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser van xalan;
"Gelê Dersimê û bi giştî Elewî ketibûn rewşeke bê dengiyê. Di van demên dawiyê de gelê Dersim û Elewî ji nû ve dengê wan bilind bû. Heta roja îro partiyên din, bi taybet jî CHP îdîa dike ku ew nûnertiya baweriya Elewîtiyê dike. Bi vî rengî gelên xwedî baweriya Elewîtiyê anîn lîstokan û baweriya Elewîtiyê anîn rewşeke wiha ku bi hişmendiya nêr ve bê zanîn. Di baweriya Elewîtiyê de qirkirin, bi taybet jî qirkirina jinê nîne. Lê partiyên mîna CHP’ê yên ku li pey desthialtdariya xwe ne, Elewîtî ji cewherê wê derxistine. Elewîtî baweriyeke hûmanîste. Ji xwe îmzaya CHP’ê bi xwe jî di komkujiya Dersimê de heye. Ji ber wê em dikarin bêjin ku tiştê CHP dibêje û yên ku pêk tîne qet hevdû nagrin. Pêwîste gelê me vê yekê baş bibîne. Serokê CHP’ê bi xwe jî Kurdekî Elewî ye. Lê bi xwe jî ji vê nasnama xwe şerm dike. Kesekî ku xwedî li nasnameya xwe dernekeve, ne dikare gel biparêze ne jî dikare nûnertiya wî bike. Weke ku Rêber APO jî dibêje kesekî ku ji gelê xwe hez neke, nikare ji gelê din hez bike. Hikûmeta ku niha li desthilatdariyê ye û partiyên ku berê li desthilatdariyê bûn dixwazin baweriya Elewîtî bi pergala xwe re bikin yek. Ji ber wê divê gelê Dersimê xwedî li dîroka xwe derkeve û dengê xwe bide partiya xwe HDP’ê. Bi taybet jî jin, ji ber HDP partiyeke ku di pêşengiya jin de pêş dikeve ye."
"PARTIYÊN DESTHILATDAR JINÊ BÊ PARASTIN DIHÊLIN"
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Avaşîn a ku bi eslê xwe Tirk e û ji Çorûmê ye, azadiya xwe di tekoşîna gelê Kurd de dîtiye û berê xwe daye nava refên gerîla, da zanîn ku mirov nikare demokrasî û gelemperiyê ji ruhê jinê cuda bigre dest. Avaşîn nêrînên xwe bi vî rengî da diyar kirin;
"HDP partiyeke ku di pêşengiya jinê de polîtîkaya xwe dide diyar kirin. Ji ber wê jî HDP pergala hevserokatiyê esas digre. Lê em dibînin ku partiyên din jî êdî cih didin jinê. Lê ev cih dayîn tenê şeklî ye, ji cewherê jinê, ji cewherê civakê dûre. AKP beriya her hilbijartinê dibêje; “HDP ciwanan dixapîne û dişîne çiya” bi vî rengî malbatan bi HDP re tînê pêşberî hev. AKP hest, êş û bêrîkirinên malbatan istîsmar dike û dixwaze bi vî rengî gel û HDP’ê dûrî hev bixe û cardin xwe bixe partiya desthiladar. Hewceye ku malbat baweriya xwe bi van lîstokan neyne.
Bila bê zanîn ku me ji bo derketina serê çiyê ti carî li deriyê HDP’ê nexistiye. Ji xwe ev tiştek dûrî heqîqetê ye jî, ji ber HDP partiyeke Tirkiyê ya legal e. Desthilatdariya AKP bi nûçeyên derewîn ve rojevek pûç ava dike û gel tîne tehrîkan. Ev rewş dide diyar kirin ku dawiya iktîdara wan tê. Ew bi xwe jî di vê ferqê de ne, ji bo vê jî êrîşî HDP’ê dikin. Divê gelê me dengê xwe nede partiyên berjewendî perest ên ku wan bê parastin dihêle û mafê wan ê jiyanê nas nake. Ji ber wê jî bi taybet jin, ne tenê jina Kurd, çi Ermenî dibe, çi Tirk çi jî Suryanî dibe, divê hemû jin dengê xwe bidin partiya HDP’ê ya ku pêşengî û azadiya jinê esas digre."
"DIVÊ GELÊ ME DAWÎ LI DESTHILATDARIYA AKP'Ê BÎNE"
Gerîla Denîz Ozgur Serhad jî nêrînên xwe yên di der barê hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi me re parve kir û bang li gelê Kurd kir ku ji bo parastina xwe ya cewherî divê piştevaniya HDP’ê bikin. Serhad peyamên xwe bi vî rengî bi me re parve kir;
"Bi salane AKP li ser desthiladariyê ye. Em hemû jî baş dizanin ku AKP di van salên xwe de gel bê parastin hiştiye û di her warî de polîtîkayên înkar û tune kirinê daye meşandin. Ji bo wê jî hewceye gel piştevaniya HDP’ê bike. Ji ber HDP vîna û baweriya gelan temsîl dike. Ji ber gelê me bi salan bê parastin maye, dikare parastina xwe ya cewherî bi rêya van hilbijartinan ava bike. Ji ber ku dengê her kesî/ê çeka wê/ê ya parastina cewherî ye."
Gerîlayên YJA Starê di dawiya hevpeyvînê de dan xuyakirin ku divê tevahî gelên ku li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê dijîn xwedî li vîn û nunertiya xwe ya rast derkevin. Gerîlayan bang li tevahî gel, bi taybet jî bangî jin û ciwanan kirin da ku bi hemû hêza xwe piştevaniya HDP’ê bikin.