Gerîlayên Şengalê diparêzin: Di 1'ê Mijdarê de deng bidin HDP'ê
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê Şengalê diparêzin, bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de deng bidin HDP'ê.
ŞENGAL - ANF
VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=1UZyg-ZNjLk
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê Şengalê diparêzin, bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de deng bidin HDP'ê.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ji ANF'ê re axivîn bibîr xistin, ku AKP'ê ji ber ku encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê qebûl nekiriye, di 1'ê Mijdarê de hilbijartinên pêşwext pêk tên. Gerîlayan bang li gel kirin ku di 1'ê Mijdarê de biçin ser sindoqan û gotin, "Divê gelê me xwedî li dengê xwe derkeve."
Gerîlayan gotin, "Çawa ku dîktatoriya Erdogan di 7'ê Hezîranê de hat hilweşandin, divê di 1'ê Mijdarê de jî bê hilweşandin. Di serî de ciwan, divê her kes biçe ser sindoqan." Gerîlayan bibîr xistin ku 1'ê Mijdarê di heman demê de Roja Kobanê ya Cîhanê ye û gotin, "Çawa ku Kobanê têk neçû, neket, divê heman berxwedan di 1'ê Mijdarê de jî bê kirin."
Gerîlayan destnîşan kirin ku divê 1'ê Mijdarê de ji bo Kurd, Tirk, Ermenî û hemû gelan bibe roja hilweşandina Erdogan.