Gever ji konferansa ziman re amade ye
9 Gulan
COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Geverê ya Colemêrgê konferansa “Sêkuçkên Zagrosan: Di sê kuçên birîndar de yekitiya neteweyî`` amadekarî hatin asta dawî.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku dê di 10-11 gulanê de ji hêla TZP-Kurdî ya Geverê ve konferansa “Sêkuçkên Zagrosan: Di sê kuça birîndar de yekitiya neteweyî`` bê li darxistin amadekarî hatin asta dawî. Konferansa ku dê li Salona Konferans û Dawet a Ronayê bê li darxistin, amadekariyên dawî hatin kirin.
Konferansa ku dê ji Ewropa, kurdên Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakûr, nivîskar, rewşenbîr, dîroknas û hunermend beşdar bibin, du roj li ser pirsgirêk, pêşketin, têkiliyên mirov, xweza, huner, dîrok a bi zimanê re nîqaş bên kirin.
Mêvanên ku dê di konferansê de cih bigirin hêdî hêdî têne Geverê. Berpirsiyarê TZP-Kurdî ya Geverê Arîfe Kutlar, derbarê amadekariyan de agahî da û diyar kir ku ji duh ve mêvanên konferansê hatine Geverê û hatine bi cih kirin. Kutlar, da zanîn ku di hêla bangewaziyê de xebatên wan berdewam dikin û amadekariyên cih û organîzeyê de jî hatiye asta dawî.
(sy-ea/mae)