Gever li ber xwe dide
COLEMÊRG (DÎHA) - Polîsan şevê din li Dizê û Yeşildere êrîş pêk anî û Hevseroka Meclisa Gel a Geverê Sîbel Çapraz û 2 ciwan birîndar kirin. Çapraz emelîyat bû û talûkeya wê didome. Gelê Geverê li dijî êrîşa polîsan rabûn ser piyan. Bi hezaran kesên çalakî pêk anîn rastî êrîya bombeyên gazê û çekan ên polîsan hatin. Hat zanîn ku 2 maşîneyên zirxî darp xwarin û polîsên jiyana xwe ji dest dane hene.
Di demên dawî de li navçeya Geverê ya Colemêrgê sewqîyata leşkerî zêde dibe. Polîsan şevê din li taxên Dizê û Yeşildereyê êrîş pêk anîn û di êrîşan de 2 kes jê bi giranî 3 kes birîndar kirin. Polîsan şevê din saet di 03.00'an de tax dorpêç kirin û ketober bi panzêr û maşîneyên zirxî gule li ser welatiyan reşandin. Gelê Geverê li dijî vê hewldana polîsan a komkujiyê rabûn ser piyan û çalakî pêk anîn.
Hevseroka Meclîsa Gel bi giranî birîndar bû
Di êrîşa polîsan a bi çekên giran de Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz, Sefer Terzîoglu, bi giranî birîndar bûn. Gelê Geverê li taxên Orman û Mezarlİkê kom bûn û meşiyan taxên ku polîs êrîşan pêk tînin. Çapraz û Terzîoglu ku bi giranî birîndar bûn, rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat zanîn ku Çapraz hat emeliyatkirin û hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Rewşa Terzîoglu jî baş e. Ciwanê din ê sivik birîndar bû jî li taxê hat dermankirin. Li aliyê din bi dehan maşîneyên zirxî jî dora nexweşxaneyê dorpêç kirin.
2 maşîneyên zirxî hatin darpkirin mirî û birîndar jî hene
Di bûyeran de maşîneyek zirxî hat îmhakirin. Maşîneyek zirxî jî darp xwar. Hat zanîn ku piştî berxwedana gel polîs heta Dibistana Hamît Kesîcî paşve kişiyan. Êrîşên polîsan ên li ser taxê didomin. Hat zanîn ku polîsên birîndar û mirî jî hene.
Di êrîşa polisan de malbata Demirhan ji mirinê xelas bûn. Di êrîşa polîsan de gule li balifa zarokên malbata Demîrhan ket û zarok ji mirinê xelas bû. Xwadiyê malê Necmettin Demirhan, bertek nîşanî êrîşa polîsan da û diyar kir ku şev nîvê şevê polîsan li ser xaniyê wan gule reşandiye û wiha got: "Dewleta tirk li ser serê me vê yekê pêk tîne.
Hezaran barîkat ava kirin
Li dijî êrîşa polisan bi hezaran kes derketin kolanan û êrîşa polîsan şermezar kir. Girseya kom bûn bi siloganên "Bijî berxwedana Geverê" û "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" ji taxa Ormanê heta Dibistanê meşiyan. Jinan jî li beroj û tenekeyan xist û piştgirî dan çalakiyê. Ji 7 heta 70 salî derketin kolanan û çalakî pêk anîn. Êrîşa polîsan a li ser taxê didome. Li aliyê din berxwedana gel a li hemberî êrîşê polîsan jî didome.
(mae)