1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girstiyê siyasî ber bi mirinê ve dibin
Girstiyê siyasî ber bi mirinê ve dibin,girstiyê,siyasî,ber,bi,mirinê,ve,dibin

Girstiyê siyasî ber bi mirinê ve dibin

A+ A-

ÎDRÎS YILMAZ

WAN (DÎHA) - Girtiyê bi navê Kemal Yildirim ligel girtiyê siyasî ye avêtin koguşên girtiyên edlî û ji aliyê girtiyên edlî ve hate darpkirin û her ku diçe rewşa wîya tendûrîstî nebaş dibe û dermankirina wî nakin.

Binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê her diçin zêde dibin. Welatiyê bi navê Kemal Yalçin ê ku di sala 2012'an de li navçeya Erdîşê ya Wanê piştî daxuyaniya Parlementerê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar polîsan êrîş li girseyê kir hate binçavkirin û pişt re hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê bêyî daxwaza wî şandin koguşa girtiyên edlî. Tê gotin li vir Yalçin ji aliyê girtiyên edlî ve hate darpkirin. Yalçin di 26'ê çileya 2013'an de bi 24 girtiyên siyasî re sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatin kirin.

Dayîka Yalçin: Bi zanebûn kurê min ber bi mirinê ve şandin

Dayîka Yalçin Kamîle Yalçin diyar kir ku kurê wê li ser îftîrayên polîsên sivîl û bêyî delîl bi awayekî keyfî hate girtin û wiha got: "Bi zanebûn kurê min ber bi mirinê ve şandin." Yalçin anî ziman ku rêveberiya girtîgeha Tîpa F a Wanê bi zanebûn kurê wê avêt nava girtiyên edlî û li wir girtiyên edlî kurê wê darp kirin û wiha axivî: "Kurê min li ser piyên xwe meşiya û çû girtîgehê lê niha nikare pê li piyên xwe bike. Her roj rewşa wî nebaş dibe.Şev û roj di hişên min de ye. Di van mirovan de qet wijdan tuneye.Ez dixwazim kurê min bê dermankirin."

Rêveberiya girtîgehê sûc dike

Birayê Yalçin Alî Yalçin jî diyar kir ku birayê wî nikare rabe serpiyan û wiha got: "Birayê min deam li Girtîgeha Tîpa F diman şandin nava girtiyên edlî. Li vir girtiyên edlî ser birayê min zext pêk naîn û xwestin darp bikin. Piştî girtî bi ser birayê min de çûn, birayê min jî ji bo xwe biparêze du beteniye şewitandin. Li ser vê yêkê girtiyan bi giştî êrîş li birayê min kir û lêdan. Piştî vê yêkê du hestiyên perastuyên birayê min şikestin û organên wî zirar dîtin. Piştî bûyerê li şuna birayê min bê dermankirin avêtin hucreyê û 20 rojan di hucreyê girtin û pişt re şandin cem hevalên wî. Pişt re bi 24 hevalên xwe re sirgûnî Girtîgeha Mûşê hatin kirin. Rewşa birayê min nebaş e."

(bd)