'Girtin bêtehamuliya Newrozê ye'
'Girtina Rojnameya Ozgur Gundemê bêtehamuliya Newrozê ye'
Xebatkarên Rojnameya Sosyalîsz û Azadî, girtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve şermezar kir. Xebatkarên Rojnameyê diyar kirin ku girtina Ozgur Gundemê bêtehamuliya serkeftina Newrozê ye.
Xebatkarên Rojnameya Sosyalîsz û Azadî, girtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. Rojnameyê diyar kir ku girtina rojnameyê nayê qebûl kirin û wiha got: "Hikûmeta AKP'e bi girtina rojnameyê helwesta xwe ya li hemberî demokrasiyê dide nîşan. Bi vê biryarê bêtehamuliya xwe ya li hemberî serkeftina Newrozê nîşan daye. Hikûmeta AKP'ê bi girtina rojnameyê bû bêdengkirina kurdan xwestiye piştgiriyê bide girtin, binçavkirinan.
Rojnameya Ozgur Gundemê dê dîsa bêdeng nemîne û nivisandina xwe berdewam bike. Em dîsa bang dikin û dibêjin li cem Rojnameya Ozgur Gundemê cih digirin.
(mae)