Girtina Gerry Adam derbek li aştiya Îrlandayê ye
BELFAST 03.05.2014 07:42:05 Yek ji fîgurên efsanewî yê têkoşîna serxwebûna Îrlanda Bakur Gerry Adams ji roja Çarşemê û vir ve girtî ye. Tirs û fikar hene ku girtina Adams zerarê bide aştiya Îrlandayê ya 'hesas'.
Gerry Adams ê ji sala 1983'an û vir ve lîderiya Sinn Fein'ê dike bi sedema ku di 30'ê Nîsana 1972'an de fermana kuştina jineke Protestan a bi navê Jean McConville daye, hat girtin. Tê îddîakirin ku jina Îrlandiyayekî Katolîk a bî McConville, bi 'şaşitî' bi sûcdariya sîxuriyê ji aliyê Artêşa Komarger a Îrlandayê (IRA) ve hatiye kuştin.
Girtina Gerry Adams û serbestbernedana wî, ji bo aştiya li Îrlanda Bakur rewşeke xetere derdixîne holê. Ji bo kesên ku dizanin aştiya li welêt ne mayînde ye û hînê dikare xera bibe, ev rewş gelekî tirsnak e.
Dema bandora Adams û partiya wî Sinn Fein a li Îrlandayê li ber çavan tê girtin, balkêş e ku bûyeren tundiyê yên dema bihurî yên lîderên protestan ên alîgirên Îngilîstanê nayên dîtin. Hem der heqê endamekî din ê Sinn Feinê Martin McCuinness hem jî der barê Serokwezîrên berê û yên nû lan Paisley û Peter Robinson ên alîgirên yekitiya bi Îngilîstanê re ne, gelek îddîayên der heqê paşeroja wan de hene. Paisley û Robinson bi gelek çalakiyên xwe yên paramîlîter ên li dijî Katolîktan tên zanîn.
ÎDDÎAYA ADAMS RÊVEBERÊ IRA YE
Bûyera ku Gerry Adams ji ber wê hat girtin, di sala 1972'an de rû da. Adams bi dayîna fermana kuştina Jean McConville tê sûcdakirin, ku hingî dihat îddîakirin McConville bi rêveberiya Îngilîz re dixebite.
Adams destnîşan dike ku ew di wê demê de yek ji fîgurên girîng ên Sinn Fein li Belfastê bû, lê belê bi bi awayekî zelal red dike ku di yekîneyên çekdarî yên IRA de cih negirtiye û fermana kuştina McConville nedaye.
Îddîayên lîderê Sinn Feinê dan girtin, xwe dispêrin hin roportajên rojnamevanekî bi navê Ed Moloney ê di navbera salên 2001-2006'an de pêk anî. Moloney di wê demê de hem bi endamên IRA'yê hem jî bi milîtanên Protestan ên alîgirên Îngilîstanê re hevdîtin kir û soz dide ku ewê naveroka van hevdîtinan piştî kesên mijara gotinê mirin, biweşîne.
ÎFADEYÊN MILÎTANÊN BERÊ YÊN IRA'YÊ
Ev agahiyên li Zanîngeha Bostonê di dokûmantereke bi navê 'Belfast Project' de kom bûn, mirina hin milîtanên berê ronî kir û bi navê 'Dengên ji gorê tên' veguherî pirtûkê. Fermandarê berê yê Tugaya Belfast ê IRA'yê Brendan Hughes ê di sala 2008'an de mir di hevdîtina xwe ya bi Moloney re îddîa kiribû ku fermana cînayeta sala 1972'an de Gerry Adams daye.
Piştî ku îddîayên Hughes aşkere bûn, endamekî din ê berê yê IRA'yê Dolours Price îddîayên bi heman rengî qebû kir. Her wiha endamekî din ê berê yê IRA'yê Peter Rogers der barê Adams de heman îddîa kiribû.
Îddîayên li dijî Gerry Adams ê li Belfast Project'ê kom bûn, ji sala 2012'an û pê ve ji aliyê polîsê Îrlanda Bakur ve hat lêkolînkirin. Der heqê kuştina Jean McConville de bal hatibû kişandin ser gotinên zarokên wê jî. Kur û keça McConville îddîa kiribûn ku ew kesên ji kuştina dayika xwe berpirsyar nas dikin, lê belê ji ber ku 'ditirsin' ewê nav nedin. Li pêşberî van daxuyaniya Sinn Fein'ê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku divê rastî neyên veşartin û alîkarî ji polîsan re were dayîn.
BI DIJBERÊ XWE PAISLEY RE DI AŞTIYÊ DE ROL LÎSTIBÛ
Bi darizandina Gerry Adams re ya rast rêzdariya wî ya li nava gelê Îrlanda Bakur û rola wî ya di aştiyê de hedef tê girtin. Her çend îddîa bike ku di salên 70'yî de tevli çalakiyên çekdar ên IRA'yê nebûye jî, Adams ji sala 1983'an û pê ve IRA û Sinn Fein anîbû ser xeteke çareseriyê ya aştiyane. Hewldanên bi salan dewam kirin, di sala 1997'an de piştî ku Tony Blair bû serokwezîr, bi 'Peymana Îna bi Xêr' a sala 1998'an hat morkirin re, kemilî.
Lan Paisley ku di têkoşîna li dijî IRA'yê de li cem Îngilîstanê cih girt û navê wî di gelek bûyerên tundiyê de derbas bû, bi Adams re di aştiya Îrlanda Bakur de rol lîstibû. Paisley ji aliyekî ve, ji Adams bêtir di tundiya li dijî Îrlanda Bakur de rol lîstibû.
Her çend hewldanên her du lîderan hatin teqdîrkirin jî, ji ber paşeroja milîtaniyê di sala 1998'an de nekarîbûn Xelata Aştiyê ya Nobelê werbigirin û xelat ji demokratên sosyal David Trimble û John Hume re hatibû dayîn.