1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtiya siyasî Demîr ketiye rojiya mirinê
Girtiya siyasî Demîr ketiye rojiya mirinê,girtiya,siyasî,demîr,ketiye,rojiya,mirinê

Girtiya siyasî Demîr ketiye rojiya mirinê

Girtiya siyasî Demîr ku di hucreyê de îşkence dibîne ketiye rojiya mirinê

A+ A-

ERDOGAN ALTAN

Girtiya siyasî Nedret Demîr ku nêzî 4 meh e surgunê Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê hatiye kirin, îdîa kir ku her tim rastê pêkanînên wekê tacîz, heqaret, dijmîn, lêdan û tazîkirinê tê. Demîr, diyar kir ku ji ber ev pêkanîn didom in ketiye çalakiya Rojiya Mirinê û wiha got: "Dema ez li hemberê van pêkanînên rêveberiya girtîgehê têm bersiva 'evder ne Guantenamo ye lê em dê ji pêkanînên wir zêdetir bi te bikin' didin min."

Girtiya jin a siyasî Nedret Demîr ku 4 meh berê ji Girtîgeha Bayburtê sûrgûnê Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê hatiye kirin, bi hevdîtina telefonê ya heftiyê carekê ku ji malbata xwe re dike, pêkanînên girtîgehê vegot. Li ser vê yekê dayika wê jî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û TUHAD FED'ê da. TUHAD FED'ê li ser serîlêdana malbatê parêzer şande girtîgehê û pêkanînên wir Demîr ji parêzer re vegot. Federasyon bi vegotina Demîr û daxwazname yê malbatê serî li Wezareta Dadê da lê heta niha tu encam negirtiye. Demîr, bi riya parêzer pêkanînên di girtîgehê de vegot.

Cihê wê ji hêla girtî û hikumxwarên mêr ve tê dîtin

Demîr, diyar kir ku nêzî 4 meh berê ji Bayburtê sûrgûnê Gumuşhanê hatiye kirin, lê di nav xwestekên wê de sewqa girtîgeha Bayburtê tunebûye. Demîr, wiha got: "Ji bilî girtiyên serbixwe tu hikumxwarên jin ên siyasî di vê girtîgehî de nîn e. Ji ber vê yekê min xistine yek hucreyê, cihê dane min jî pir xirab e ku tê de sewal jî nikare bijî, cihê ez lê dimîn im jî ji hêla girtî û hikumxwarên mêr ên adlî ve tê xuyakirin, tu mahremiyet tune ye, ev rewş jî mirov bêaram dike. Ji alê din ve destiyê paspasê, meqesa neynukan û amûrên din davêjin min, her wiha bi dengên bilind dijmînan dikin û li dîwarên ku ez lê dimîn im didin." Demîr, destnîşan kir ku dema ew diçe pirtûkxane an jî îdareyê di korîdoran de di nava girtiyên mêr ên adlî de derbas dibe. Demîr, da zanîn ku ew rastî tacîzên fiîlî û devkî tê û got: "Ez naxwazim ji cihê xwe derkevim ji ber ku hin caran li min didin, dijmînan didin û gefa kuştinê li min dixwin."

Midurê 2. a Girtîgehê ji Demîr re gotiye 'Tu mecbûrî, tê van bijî'

Demîr, anî ziman ku dema ew vê rewşa xwe ji rêveberiya girtîgehê re vedibêje midûrê 2. ku navê wî O.U dizane jê re gotiye 'tu mecbûrî, tê van bijî', 'Evder ne Guantenamo ye lê em dê pêkanînên ji wir zêdetir li te bikin'. Demîr, ev tişt gotin: "Dema ji min re gotin tê li heman cihî bimîn î, min vê yekê qebul nekir û min bi israr xwest min bişînin girtîgehekê din. Li ser vê yekê bi zorê xwestin ez xwe tazî bikim, dema min qebul nekir bi zorê ew min tazî kirin. bi porê serê min girtin û bi erdê ve kişandin." Demîr, derbirî ku tu tiştekê wê yê taybet nedane yê û da zanîn ku tenê çend betaniyeyên qirêj dane yê. Demîr, wiha got: "Êdî ez pê hesiyam ku tê rewş baş nebe min jî dest bi 'Rojiya mirinê' kir û ev 13 rojin di çalakiyê de me. Demîr, destnîşan kir ku bi xirabûna derûniya wê re di 1'ê hezîranê de bi şewitandina hucreyê re teşebusa întîxarê kir, lê zû pê hesiyan mudaxeleyê agir kirin. Demîr, van tiştan vegot: "Name û rojname nadin min. Dema ez dixwazim jî hinceta di nava wan de hêmanên sûc heye nadin. Ligel ez pereyê nameyan jî didim bi heman hincetî dîsa nameyên min naşîn in. Di nava wan de Wezareta Dadê jî hebû ji gelek saziyên fermî re name şand, lê gihiştiye an negihiştiye nizan im." Demîr, anî ziman ku ji ber çalakiya rojiya mirinê rewşa tendûristiya wê nebaşiyê ve diçe. Demîr, diyar kir ku heke rewşa wê neyê başkirin û sewqê girtîgehekê din neyê kirin ew dê çalakiya xwe bidomîn e.

'Ez ji rewşa keça xwe bi fikar im'

Dayika Demîr Zulyazan Zugurlî ku ya dawî di 11'ê hezîranê de bi keça xwe re hevdîtina bi telefonê kiriye, diyar kir ku ji roja hatiye surgunkirin heta niha di yek hucreyê de hatiye hiştin. Zugurlî, îdîa kir ku hemû cure îşkence li keça wê hatiye kirin û wiha got: "Me bi daxwaznameyê serî li hemû saziyên fermî û Wezareta Dadê da, lê me tu encam negirt. Di telefonê de keça min got 'dayê rewşa min pir nebaş e'. Çalakiya wê ya rojiya mirinê didom e, heke mudahele neyê kirin tê jiyana xwe ji dest bide. Ez ji rewşa keça xwe bi fikar im."

TUHAD FED bang li Wezareta Dadê kir: Vê zilmî rawestîn e

Seroka Giştî ya TUHAD FED'ê Zubeyde Teker jî, diyar kir ku dema wan parêzer şand û agahiyên parêzer daye wan ew pir matmayî hiştiye. Teker, da zanîn ku ev pêkanîn nayên pejirandin. Teker, anî ziman ku ya dawî wan rewşê ji Cigira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan re ragihandiye. Teker, wiha got: "Birêz Buldan jî hem li Wezaretiya Dadê geriya û hem jî ji rêveberiya girtîgehê agahî girtiye. Lê îdareya girtîgehê wekê her car van tiştan qebul nekir. Lê em dizanin heye û em ji vê rewşî bi fikar in. Parêzer jî, dema çûbû ragihandibû ku rewşa tenduristiya Nedretê pir nebaşbû." Teker, bang li Wezaretiya Dadê kir û got: "Zilma li girtîgehan dijîn rawestîn in. Nexwe dê berpirsiyar hûn bin."

Di nava 8 mehî de surgunê 3 girtîgehan hatiye kirin

Nedret Demîr ku di cotmeha 2011'an de li bajarê Hewlerê ya Herêma Kurdistana Federal hate binçavkirin û ew radestê Tirkiyeyê hate kirin. Piştî 2 meh li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ma, ew surgunê Bayburtê kirin. Piştî 2 mehan li vir jî ma ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê. Demîr ku ev 4 meh e di Girtîgeha Gumuşhaneyê de ye di yek hucreyê de dimîn e.

Rayedarên girtîgehê der barê mijarê de diyar kirin ku rayeya wan a agahiyê bidin tune û agahî nedan.

(ea/mae)