1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtiyan biryara xwe diyar kir!.
Girtiyan biryara xwe diyar kir!.,girtiyan,biryara,xwe,diyar,kir

Girtiyan biryara xwe diyar kir!.

Girtiyên girtîgeha Tekîrdagê biryara xwe anîn ziman

A+ A-

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 61'an de berdewam dike. Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekirdagê helwest û daxwazên xwe anîn ziman.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku ji 12'ê Îlonê de ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'î ve ji bo azadiya Rêberê PKKRê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk dest pê kir, di roja 61'an de didome. Girtiyên girtîgeha tîpa F a hêjmar 1 a Dekîrdagê bi nameyekê sekna xwe nîşan dan û diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Ferhat Togay: 30 salî me. Ji Melazgirta Mûşê me. Bi gişti ev 9 in ez di zindanê de me. Li ev ne cara pêşîne ku ketime zindanê cara duyem e. Herî dawî di sala 2008'an de hatim girtin. Berê bême girtin ez di nava xebatên rêveberiyê yên DTP'ê şaxe stanbol de peywirdar bûm.

Pêvajoya ku em tê de ne ji her aliyi ve xwedi naverak û çawaniyeke pir-reng e. Di hemû cihanê de pargela mademitaya kapitalist xitimiye di qeyraneke kûr de ye. Êdi hişmadiya dewlet û desthilatadariye di asta gerdûnî de bê wate buye nema êdi bi dizi, xasûki û falbaziyan miravahiyê bixapinin. Ji ber vê rizibûna vê pergalê ji bo ku di Kurdistanê de rewabûna wê nemayê-tune dixwaze xwe bi tundiyê li ser piyan biqire û li ser piyan bihêle. Tekoşina gelû tevgera me ya 30 salan bêtir, êdi dagirkeri aniye li ber qeyrana hilweşinê. Lewre pergala faşist a dagirkeriye, tundi û zextên xwe zêdetir kirine. Tecrida li ser Rêbertiya me pêk tinin ji ji bo vê xitmandinê ye. Lewma demên asiye tên girtin û xitimin wê demê riyên awarte dertên pêş çalakiya me ji di vê radeyê de wate digire.

Divê raga gişti, bi taybeti ji gelê kurd helwesta xwe ya ji bo azadî û statuya xwe bilind bike. Mafên xwe di asta heri roj de bispêre. Disa banga me ya li raya giştiya Tirkiyêye ji, divê êdi baş bizanibin ku gelê kurd tu tişti ji berika wan naxwazin. Neyartiya kurd û tevgera kurdan tişteki bi wan nade qazançkirin. Beravaji her çikas ev şer bidame dê miravên vî welatî xizan bin, bênê kuştin. Tu kes nikare bi aram biji. Ev şer ser li pişta civakên tirkiye tê meşandin, hemû lêçûnên aborî û arîşênî ji wan tê standin. Em li hember vê şerê qirej xwedi helwest in ku êdi kes nemire. Lewre divê civakên tirkiyê ji xwedi li pêşeroja xwe derkeve, bêdeng nemine. Çend kesên dizok ên sermayedar û desthiladar ji bo berjêwendiyên xwe hem zarokên wan didin kuştin hem ji perê nanê wan ji berika wan derdixin. Lewra divê bête zanin azadîya Rêbertîya me ku yekane çareserîya pirsgirêkê ye, xilasiya gelên tirkiye ye ji.

Ez pê bawer im ku asta hêza kurd bi her avayî di asta çareseriyê de ye. Her dewlet neyê çareserîyê yê ku winda bike ne kurd in, dewlet e. Ez dubare silav û rêzên xwe ji berxwedari û çalekvandin re dişinim. Berxwedana pêngava şoreşgeri silav dikim.

Cengiz Atsiz:

Ez di sala 1982'an de li gundê Alina ya navçeya Heskifa Elihê ji dayik bûm. Di mijdara 2005'an de li stenbolê ji "endametiya rêxistinê" hatim girtin. Heta niha li vê qadê girti me. Gelê kurd yek ji gelên Rojhilata navin ê heri kevnar e. Xwedi çand û dirokeke qedim û devlemend e. Ligel vê rastqine mixabin ji ber dagirkeri û tûnehesabindinan neçar maye ku tim rabe raperinan û şere hebuna û parastinê bide. Sedama we ji weke me goti dagirker û metingerên kurdistanê her tim xwestine kurdan ji cewhere wan derxwin û wegerinin hebuneke dewşirme ya ku ji hezar tunebunê kambaxtir û xirabtir ê. Bi taybet pişti ewakirina komara tirkiye bê temamê hebuna kurdan tune hatiye hesinandin. Polîtîkayên tunehesanindinê, bişavtin û tinekirine derxistine lütkeyê. Navê kurd û kurdistanê û zimanê kurdi hatiye qedehkirin. Gelê kurd bi tavliyiyeke fiziki û çandi re rû bi rû hatiye hiştin. Ev hişmendiya qirker a faşizan iro ji berdewam e. Duh gelîyê zilan bû. Îro geliyên tiyarê û Roboski ne. Lewre gelê kurd her tim li hember vê hişmendiya qirker a faşizane li ber xwe daye ber xwe dide û de iro pê de yî ji li ber xwe bide.

Di cihanê de tu tişt bi qasi rumetê xweş û hêja nin e. Rûmet; nirx, jin, rêz, hezkirin û bedewiya mirav e. Lewma mirav dikare bê nan û av biji lê nikare bê rûmet biji. Rûmet jîyana di bedena mirav da ye. Ji bo wê ji jiyan bi rûmetê gengaz e. Mirav bê rûmet mirî ye bi tişteki neyê hesibandin û tu rêzdariyek jê re nayê girtin. Dagirker dixwazin jîyaneke bê rûmet bispêren kurdan. Lewre hember vê gelê kurd tekoşîna azadîyê dide û di nav berxwedana rûmetê de ye. Pêşengaye vê ji Rêber Apo dike. Rêber Apo her tim xwest kêşeya kurd bi rê û rêbazên diyalog, müzakere û aşîtiyane yên demokratik çareser bike / bibe. Ji bo vê ji ked û hewldaneke hêja da, dide. Li gravê di bin tecrida evqas girankiri de ji ev yek domand û her tim ji bo aşîtîyeke bi rûmet û azadiyê xebiti. Li bêle dewleta tir ev beda bêhempa ya Rêbertîya me tune hesibandi daxwazin gelê me yên herî miravane, daxwazân xweseriya demokratik perwerdehiya bi zimanê dayikê û hevd. Ji nedîtinê ve hat. Tecrida giran a li ser Rêbertîya me girantir kir û her aliyi de êrişên havane birin ser gel û saziyên gelê kurd ên demokratik. Ango li hember gelê kurd şer û erîşeke tevahî hate sorkirin. Lewre gelê me ji li hember vê kete nava berxwedana tevahî. Rêbertiya me vina gelê kurd temsil dike û rûmeta kurdan e. Dewleta tirk di kesayetiya Rêber Apo de vîn û rûmeta gelê tecrid û binpê dike. Li hember vê ji gelê kurd jî bi azadiya Rêber Apo dixwaze vîn a azadiya xwe bigire destê xwe û rûmeta Xwe bi parêze. Ev berxwedan li her qadên jîyanê bê navber didame. Tê meşandin. Lewre em ji wek parçayeke vê vînê li vê qadê bi heman daxwaz û armanca tev li vê berxwedanê dibin /bune. Bila dost û dijmin herkes bizane ku em jiyeneke bê rûmet napirijinin. Riya jiyana azad ji bi azadîya Rêber Apo pêkan e. Bi şexse Rêbertîyê de vin û ^rûmet me te hedefkirtin. Em ji bi bedena xwe li hemberi vê zilm û havitiyê li ber xwe didin, çeka me bedana me ye. Heta dawiyê em li berxwe bidin. Tu wateyeke bedena bê jîyan tuneye û di şexse Rêber Apo de azadîya gelê me ye. Daxwazên m e geleki eşkere ne. Em dibejin divê pirgirêka kurd bêta çareserkirin. Ji bo wê jî divê şert û mercên Rêbertiya me yên tenduristi, ewlehi û tevgerina azas werin avakirin, û hemû qedexeyên li ser zimanê me werin rakirin û perwerdehiya zimanê zikmakî were pejirandin. Ev tê wateya nasina gelê kurd. Em ji weke zarokên gelê xwe ji bo azadiya geliê xwe li ber xwe didin. Em ji mirinê natirsin. Mirineke ji bo parastina rûmet û azadîya gel çêtire ji jiyana kaleti. Gelê me ji divê bi vê hişmendîyê nêzik bibe û di şexsi azadiya Rêber Apo de li azadiya xwe xwedi derkeve. Dagirker neçar in, ku radeştê vîna gel bibin. Ev sedsale nû de bibe sedsale azadîya gelê kurd û gelên cîhanê. Li ser vê bîngehê em dixwazin ku her mirovê xwedi wijdan vê qêrina me ya azadiyê bibihizin.

Şeyhmûs Avci:

Navê min Şeyhmus Avci ye. Di sala 1986'an de li navçeya Bismila Amedê hatim dinê. Hetan 15 saliya xwe li Bismile jiyam. Pişt re koçi stenbole kir. Di sala 2009'an de ji ber biyereke ku 2006'an de qewîmîbû li stenbole hatim girtine û ew se sal in kı girti û qadê me.weke te zanin ev 13-14 salin Rêbertiya me di bin dîlîtîyê daye, û her dem banga aşitiyê dike. Le ew 15 meh in ku di bin tecrideke giran de ye, ne bi parêzer ne ji malbatê re nahilin hevdîtin çêke.beğuman ev di encama polîtîkayê qirêj ên AKP'ê de tête kirin ev 15 meh in em nizanin ka revşa Rêbertiya me çi ye çawan e. Lewre de vê heyamê de bi pêşengtiya gerila di derhêla pengava stratejik a liemin a bê şerê gel ê şoreşgeri berxwedaneka hate destpêkirin. Gerila û gel da nav berxwedaneke bêhempa de ne. Em ji weke dîlên azadîyê nikaribûn bê deng biminin . pêvaja hat astekê wisa ku êdî em ji denge xwe bilind bikin. Di zindanan de bi taybeti li zindana Amedê bi destpêkirna rojiya mirinê ya mezin û vir ve pişti sih (30) sala şûnde ev cara yekem e ku çalakiyeke wiha mezin pêk tê. Ew qad û çanda berxwedanê ji mazluman xeyriyan kemalan ji me re mirate maye û em ê ê heta devriya li vê mirateye xwedi derkevin çima çalakiyeke wiha? Weke me bilêv biri ev bi salan serikatîya me di bin dilitiyeke giran de tê hiştin gelê me li kalın ji şkenceyê re tê derbaskirin, tê qetilkirin zext û zordariye re rû bi rû tê te hiştin, zimanê geleki tune.tête hesibandin, û bi salan e di hema sazîyên xwe yên fermi de gelê bi ziman û çanda wi tê bişevtin dixwazin me bikin tirk.yek di serdama AKP 'ê de gehiştiye lütkeyê weke parçeyeki berxwedana tevahi em ji di vê wateyê de dinaw berxwedanê de ne û peywira xwe ya diroki kinin cih. Lewre divê ev berxwedana me weke qûnaxakê berxwedan serê gel ê şoreşgeri bête ditin tendûristiya Rêbertiyê, tendûristiya me ye ji, azadîya wi azadîya me ye ji. Hekê ku Rêbertiya me re azad be em ji gelê me ji ne azad e. Divê ev wisa bête fêmkirin û ev ne çalakiyeke ji rêzê ye, ew çalaki çalakiyeke heta azadîya Rêbertiyê di bidame û dê bine ji

Armanca me azadîya Rêbertiyê, şert û mercên wi yên weke tendûristi, ewlehi tevgerina azad e. Heke ku çareseriya pirdgerêka kurd tête xwastin heke neye xwastin xwin birije heke ku jiyana wekhevi tête xwastin divê ev her sê şert demildest pêk bên iro em weke dilên azadîyê çareseri û azadiyê bi Rêbertiya xwe re dibinin, cihê ku Rêberti li tunebe çareseri ji pêk nayê, ne pêkan e. Lewre êdî Rêberti buye hiç, raman fikr û hestên me û gelê me.mijareke din ji zext û zordariyên li ser zimanê me ye dayikêyê li dadgeha li dibistan û hewd.zimanê met ête qedexekirin. Dema em diçin dadgehên dagirkeriyê û duruşm parastina bi biaxivin. Em vê helvestê êdî napêrijinin. Tenê ji bo ku em daxwaza parastina kurdi dikin ji bo vê bi salon cezeyên didine me. Ew yek tene da çapemeniya azad de tête destgirtin. Lewre heke ev daxumên me pêk neyên dê çalakiya me bi tundi bidame û negehijin encamê em dev ji vê çalakiye bernadin me hi bo vê bedana xwe ber mirine.

Helbet mirov bi civaka xwe vê xwedî nirx û hêjayi ye, bi vi awayi ancax hebûn pêkan e. Mirov di nav civaka xwe de wate digire. Civak ji ji mirovan pêk tê lewre mirov bê serê xwe hebuneke binirx e. Le heke ev miras ne azad be, ne xwedi Rêbertiyek û civakeke azad be ne xwedi çand û ziman be, ne xwedi statu be çiqas be qedr û qimet be ji bê feyde ye. Mirov bi civaka xwe nûnerê xwe ziman û çand xwe mirov e. Ji bo vê dema ev nebe bedana mirov a heyî kêra tu tişteki nayê bê wate ye. Rast e me bedena xwe daye ber mirinê l ême ev yek ji bo azadiya Rêbertiya xwe civka xwe û ji bo aşitiyeke bi rûmet û mayinde û bi welateki bê şer û kuştin û aram bijin kir. Lewre divê civak û gelê me vê nivisa fêm bike û xwedi lê derkeve. Weke pêngava azadbûnê bigire dest. Bi vê çalakiyê em tu tişti ji bo xwe û tekekesi naxwazin daxwazina me daxwanên ciwakê me ne, daxwanên gel in. Lewre divê gelê me vê çalakiyê û daxwazên me weke daxwazên xwe bibinê fêm bike .

Bira dewleta dagirker ji vê baş bizane ku êdî gelê kurd ne berxê li ber kêrê ye. Gelê kurd êdî kaletiyê naperijine. Bi berxwedan û bedelên dehan salan xwedi zanebûn û politikayekî ne. Edi nikarin bi çend pêyven gilaver û xemlandi kurdan bixapinin. Êdî gelê kurd bê statutiyê napejirine. Edî weke her geleki azadbune xwe daxwaze. Bêguman li hember vê berxwedna me ya tevahi, ne tenê zindanan li her qad û perçeyên welêt, dê dewlet û desthildari ji li gor xwe berxwe bide û bixwaze biçewişine lê ev yeke ne pêkan e, li hember berxwedana rewa û mefdar a geleki tu hêj nikare bi serbikeve gelê kurd êdî li her dever û perçeyê ber bi pêngava finalê diherike. Ji bo vê divê em gelê me bi dek û dolabên dagirkeran haydar bin, neyên listikan. Lewre çi ji destê wan tê bê sine u regez dikin dê bikin. Heke em bi vi awayi rast û rêxistinkiri tevbigerin em êhemû hesabên wan vala derxin û bigînin armanca xwe.

Weke tê zanin bi pêngava "bahara gelan " Rojhilata ravin statukeyên heyi hetin hılweşandin û vegerhatin, yan ji tunekirin. Lewre heke devleta tirk ji naxwaze bikeve heman rewşêdivê xwe veguherize nexwe dê xwe ji hilweşinê pêk rizgar neke. Yan dê çareseriya bixe rojeva xwe kurdan û hemû daxuraz û mafên wan nas bike, yan ji dê gelê kurd li hember çarenûsa xwe dîyar bike. Çimki çarenûsa gelê kurd ne di destê dewlata tirk de ye. Kurd dawiya bi navika tirkan ve re qiradayi ne. Bêguman daxwana gel û tevgera kurd heta daviyê li ser hinê biratî û wekheviyeke birumet bihevrabune gelê kurd û tirk e, lê heke gelê kurd bi nirxên wê û mafê wê ve neyê pajirandin, dê gelê me çareseriya xwe diyar bike. Ji keseki din ji hêvi nake. Lewre heke dewlet neye çareseriya dê ew bixwe winda bike qels bibe, kurdan winda bike, dê AKP ji naqe dîrokê be bête windakirini a heri giring ji dewlet dê li halê nemine. Heke bête rewşa qûtbûnê tu cudahiya tirkiye û suriyeya iro namine. Lewre divê aqile dewlet û hûkumetê wê baş fêm bike.

Weke encam dixwazin bêjim ku, bila gelê me baş bizane (ku dizane) azadi û destkefti bê berdêl nayê bidestxistin. Heke em daxwazin daxwazên me pêk bûn divê bedel ji bête dayin. Tu tişt jixveber çênabe, bêdest nakeve ji bo wê em amade ne ku ji bo daxwazên xwe bedel bidin û ji bo w ême bedena xwe daye ber mirinê. Em soz didin ku em ê heta dawiyê biçin heke ku di oxira wê de mirin were ji bila ser sera û ser çavan were. Em ji mirinê narevin. Dubare ez ji hemû hevalin ku ketine çalekiyê re di berxwedana wan de serkeftin dixwazim û silav û rêzên xwe yên şareşgeri pêşkeş dikim.

Turan Gunana:

Navê min Turan Günana, evîndarê Rêber Apo û Kürdîstan ê me. Navçeya havêl a sêrtê me. 2005'an vir ve dilgirtî me. Belê çalakîya me dest pê kirîye, çalakîya xwedi derketina rûmet ye. Rêber Apo rûmet a me ye. Em kasetiya Rêber Apo de xwedi rûmeta xwe derdikevin xwedi li nirxên xwe derdikevin. Dewlata nijadqir a TC'yê êdî wehşeta xwe gihandîye asteke wisa kı rasterut Rêbertiya me û di şexsê wi de tevahiya gelê me hedef girtîye. Qada zindanê qada Rêbertiyê ye. Qada mazlum, xeyri û Kemalan e. Çawa ku ew şehidên nemir ji bo vêjina gelê kurd li ber xwe dan em ji dixwazin bi vê çalakiya xwe di azadibûna Rêber Apo, rizgariya gelê kurd û gele Kürdistanê de. Rista xwe bilizin. Di zindana da derfet tune. Ku çalekiyên berztir lidar bixin. Li gor asta êrîşên neyar mirav ancax bi çalakiyake wiha ku li ser vînê pêk tê lidar bixe û bibe bersiv. Em di vê helvestê de bi biryar û bawer in ku heta dawiyê bidamînin. Divê gelê me vê baş fêm bike û bi hemû hêza xwe we piştgiri bide vê berxwedanê. Ev keyam heyenake diroki ye heyama hebûn û nebînê ye. Divê wiha bête destgirtin. Bi vê çalakiyê armanca me ye sereke azadîya Rêber Apo ye, û pê ve têkildar nasandina nasnameya kurd û perwerdaya zimanê zikmakî û statüya Kûrdistanê ye. Bi rasti daxwanavan xwetekan ji mirav xembar dike. Hindik maye ku miravahi l imar sê gerstêrkan jiyanê saz bikê. Lê em kurd hej ji ji bo mafên xwe yên xwezayî têdikoşîn. Li gori jiyane vê heyamê tevdigerin û berpirsyariya xwe ya wijdanî sincî pêk tînîn.

Ji bo mirovek an ji civakeki hebûna rasteqini bi rûmetdariya wi ye. Mirow bi rûmetgariya xwe ji sewal - ajalan cuda buye. Mirava li fiziki ber mirina rûmetê ne tiştek e. Lewre me bi bedena xwe ji bo parastina rûmetê xwe razandiye ber mirinê. Lêgo ew çalakî û vira we ancax bi evîndara jiyaneke sincdar û rûmetdar diakrê bête parastin heke ku li mirav hemberî êrîşên hebûna xwezayî nikarebe xwe biparêze, we demê vin mirîye. Nirxên komunal û rûmeta miravahiyê nemirîye. Lewra ew çalakiya me ji xwe razandina mirinê wêdeti, parastina jiyan û nirxen mirovahiyê ye. Afirinerê vê berxwedanê, zarokê bi esl Rêber Apo heye, em ji şopdarê ei ne. Çawa ku di dirokê da tu desthilatdar û stemkar nekarîne heta hetayê zilma xwe daimi bikin, xwe li ser pîyan bihêlin; dê ev dorpêça zilmê ji berxweda gelan têk biçe. Rêbertiya me di nav gelê kurd hemû gelên Rojhilata navin de tovê azadiyê çandiye. Bila bête zanin ku ev tos li kûrdistanê aj daye dê dewi li zordariyê bîne. Heta Rêbertîya gelê me azad nebe ji zordestan re riheti tune, dê ,berxwedana me didome.

Ji bo çareserîyê, tiştêk heta niha hatine gotin bes in. Êdî hikmê gotinê nemaye. Me ji ber vê yekê dest bi çalekiye kir. Tiştên ku ji bo çareseriyê bêne gotin û kirin Rêbertiya me gotine, tevgara me pêk anine, tişta meyi gavavêtina dewletê ye. Tiştên bêne naşîn û libarîn ji gel û Rêber bête xwastin. Ev heyameke dîrokî û zîz e. Gelan çarenûsa xwe diyar kirine. Lê em weke gelê kurd hata niha bê statu hatine hiştin li rasti zilm û zordarîya rejîm û dîktorên faşist hatine. Helbet em ê vê statuya heyi li tu perçeyên weletê xwe nepejirinin. Lê xwestwka me ya sereke ew e ku em bi hemû gel û pergalên heyi re bi lihevhatineke aşîtîyane ya rûmetdar û demokratik pêk binin. Heke ev nabe, di kurd lê ser xeka dapir. Kalên xwe bi gelê kêmarên ciran re pergala xwe ye alternatif ava bikin ev pergala konfederalizma demokratik e. Lewre divê dewleta akp'e eqilê xwe bide serê xwe. Bi lihevhatineke bi rûmet dê gelên kurd û tirk ji qazanç bikin. Em dikarin pev re pêçengiya demokratik - kirina Rojhilata navin bikin. Divê ev şens neyê windakirin.

Bi rasti hetên ku em niha dijin weke ava zê herikbar, weke çemê Mûnzur xembar û weke çiyayê agirê serhildêr û berz in.em xwe geleki şens dibînin ku di vê pêvajoyê de cih digirin. Weke zarokeki gelê kurd, ji bo Rêber jiyan e slav û rêz.

Cesim Yildirim:

Nave min Cesim Yildirim, ez di sala 1984'an de li Xizana Bedlisê ji dayik bume. Malbata mi ji ber vê senê qirêj di salên 90'i de ji ber zoxtên neyar koçberê stenbolê kir. Ev bi nêzi çar (4) sal in ez li vê qadê girti me. Destpêkê ez politikayên AKP'ê yên ser Rêbertîyê û gelê me şermezar dikim. Sedema ketina me ya çalekiyê weke hewalan ji anîye ziman ev nêzi 15 mehin dewleta AKP'ê li ser Rêbertiya me tecrît zilmeke bi sincî dimeşîne. Weke ku gelê me em ji vê yekê napêjirinin. Gelê me li her devara welat û cîhanê ji bo vê di nav çalekiyê de ne. Em bir û bawerin di ev berxwedana tevahi azadiyê bine. Ji bo ku Rêber Apo di civaka kurd de giyana netewetiyê û ramanê jiyana azad û afirandiye û pêşengtiya we dike, dewlet û hêzan mêzînger Rêbertiyê hedefdigirin û dixwazin di şexse wi de civaka kurdi dil bigrin. Dewleta AKP'ê iro bi van kiryaran sebran kurdan diceribîne ev xetereyek e heke dew ji wê bernede dê jî vê peşman be, dê di hêrsa- berxwedana kurdan de bifetise. Lewre dilsoziya gelê kurd a ji Rêber Apo re û ji azadîyê re eşkere ye. Lewra heta gelê kurd Rêbertiya xwe azad neke statuya xwe bidest nexe dê her awrayi di nav berxwedanê de be, serî netewînê. Em bawer in in ku gelê me yê fedakar û dilsoz dê xwedi vê çalakiyê derkeve û ev sekna xwe ye bi rûmet der dem ji nîşan dayei di bide ji. Em bi bir bawer in ku ev berxwedana me ya tevahi dê bi xwe re serkeftin û azadîya tevahî bîne. Ji hemû hevalên berxwedêr ên li her qade û ge

(mae)


Bêjeyên Miftehî