´Girtiyan kontrola tenduristiyê qebûl kir´
Kişanak: Girtiyan kontrola tenduristiyê qebûl kir
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku wan serê sibê dîsa bi girtiyan re hevdîtin pêk anî û piştî girtiyan dawî li çalakiyê anî, kontrola tenduristiyê qebûl kirine.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku serê sibê wan dîsa bi girtiyên di greva birçîbûnê de bûn re hevdîtin pêk anîn û wiha got: "Girtiyan diyar kir ku piştî yek bi yek vîna hemû girtiyan li ber çavna girt dawî li çalakiye anîn û kontrola tenduristiyê pebûl kirin. Kişanan anî ziman ku yekîneyên tenduristiyê dest bi kontrola tenduristiya girtiyan kir û piştî raporan bigire dê li gorî tenduristiya girtiyan wan sewqî nexweşxaneye bike. Kişanak, anî ziman ku dê di destpêkê de koma ewil û pişt re koma duyemîn kontrol bike. Kişanak, da zanîn ku dê li gel girtiyan Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt û Cîgira Hevserokê Giştî yê Meral Taniş Beştaş bi girtiyan re biçin nexeşxaneyê.
Girtiyên Sêrtê em dermankirina bi kelepçe qebûl nakin
Girtiyên girtîgeha Sêrtê ku 68 rojin jî piştî dawî li çalakiya xwe anîn bi riya parêzerê xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku ew kontrolê qebûl dikin, lê dermankirina bi kelepçe qebûl nakin. Parêzera girtiyan û Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Roja Arslan, li Şaxa ÎHD'ê li gel Seroka ÎHD'ê Vetha Aydın Serokê TUHAD-DER'ê ya Sêrtê Îrfan Baykara civina çpaemeniyê pêk anî. Arslan, diyar kir ku 300 girtiyên girtîgeha Sêrtê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 68'an saet di 09.00'an de dawî li çalakiya xwe anîne. Girtiyan, anîn ziman ku wan ji bo dermankirinê daxwazname dane û xwestine ku doktor li gorî sonda hîpogratê nêzî wan bibe. Girtiyan, anîn ziman ku dermankirina bi kelepçe qebûl nakin.
Li bendê ye ku 19 girtiyên girtîgeha Sêrtê piştî nîvro wan sewqî nexweşxaneyê bikin.
(mae)