´Girtiyan li nexweşxaneyan bi tenê nehêlin´
TUHAD-FED: Em ji gelê xwe dixwazin girtiyan li nexweşxaneyan bi tenê nehêlin
Piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Çalakî gihiştiye armanca xwe, bi lezgîn dawî li çalakiyê binîni" girtiyên PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew banga Ocalan esas digirin û dawî li çalakiyê tînin. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, jî bang li hemû gelê kurd kir û xwest li ber nexweşxaneyan di pêvajoya dermankirina hevalên wan ê girtî de girtiyan li nexweşxaneyan bi tenê nehêlin.
Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî û der barê çalakiya greva birçîbûnê ku 68 rojin berdewam dike de, banga "Çalakî gihiştiye armanca xwe bila lezgin dest ji çalakiya greva birçûbûnê berdin" kir, girtiyên PKK'ê û PAJK'ê daxuyanî dan û diyar kir ku ew dawî li çalakiya xwe tînin. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî daxuyaniyek nivîskî da. Teker, diyar kir ku ew jî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li ser vê yekê di roja 68'an de berdana çalakiyê watedar dibînin. Terek, anî ziman ku dê bi tevlêbûna 9 komele û 2 nûnertiyan li gel rêveberên BDP'ê û Komîsyonên Şopandina Girtîgehan, li cem girtiyên ku biçin nexweşxaneyê cih bigirin û tenduristiya wan bişopînin. Teker, anî ziman ku bang li gelê kurd kir û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li bajar û navçeyên ku rêxistinên BDP'ê lê hene, li gel komîsyon û rêveberan biçin ber nexweşxaneyan û li girtiyan xwedî derkevin û wan bi tenê nehêlin. Em ji gelê xwe dixwazin ku heta hevalên me li nexweşxaneyan tên dermankirin wan bi tenê nehêlin. Ji ber ku berê jî gelek girtiyên ketibûn grevê ji ber dermankirina şaş seqet man û jiyana xwe ji destt dan."
(mae)