Girtiyan piştgirî da çalakgerên berxwedanê
AMED (DÎHA) - Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagâ ya Hejmar 1, piştgirî dan çalakgerên Berxwedana Greva Birçîbûnê. Girtiyan diyar kirin ku dikarin bi berxwedaneke bi biryar xwe bigihînin serkeftina azadiyê.
Berxwedana 50 çalakgerên “Berxwedêrên Greva Birçîbûnê” ya ji bo agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê girtin, di 5'ê Îlonê de li avahiya DBP’ê ya Amedê hatiye destpêkirin berdewam dike. Roj bi roj piştgiriya ji bo çalakiyê zêdetir dibe. Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagâ ya Hejmar 1, bi faksa ku şandin piştgiriya xwe ya ji bo berxwedêran nîşandan.
Faksa ku girtiyan ji bo piştgiriya berxwedêran şandin wiha ye:
“Silav û rêzên xwe pêşkêş dikin û di çalakiya we de serkeftinê dixwazin.
Di vê qonaxa dijwar de hemû qadên têkoşînê di nava berxwedana giranbuha de ne. Hêzên dagirker ji her demê bêhtir êrîş dike û hewl dide ku deskeftiyên azadiyê ya gelê me ji holê rabike. Nahêle ku “Tîrêjên Roja Me” Bigihîje me. Em wek gel û tevger di navaşayişa rewşa “Roja” xwe dijîn. Lê rixmê vê çarenûsa pêşerojê ji her demê bêhtir di destê me de ye. Em dikarin bi berxwedaneke bi biryar xwe bigihînin serkeftina azadiyê.
Ji bo vê çalakiya ku hûn tê de ne em pir bi nirx û bi wate dibînin. Ji ber ku çalakî bi mabesta “Daxwaza ji Roja xwe agahî girtinê” pêk tê, xwediyê ciheke pîroz e. Em weke hevalên dîlgirtî di her keliya berxwedana we de bi we re ne, dilê me bi we re ye. Em di wî bîr û baweriyê de ne ku hem çalakiya we hem jî serhildanên ku li her qadê geş dibe ew ê bigihîje armanca xwe. Em weke hevalên we yên zindanê bi dil û can we pîroz dikin û serkeftinê dixwazin. Yek bi şek hemû çalakvanan silav dikin we hembêz dikin… Bi hêviya rojên azad û bextewar de bi Rêberê azad û gelê azad bi welatekî azad em tev bi hev re bin.
Li xwe pir baş binêrin,
Bimînin di xêr û xweşiyê de
Li gel silav û rêzên şoreşgerî.”
(kom/mae)