Girtiyê nexweş Taşkiran jiyana xwe ji dest da
08:53 04.01.2014 1 / 3 WAN (DÎHAN - Girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê Seyithan Taşkiran ê 45 salî ku krîza dil derbas kir, 18 roj berê rakiribûn nexweşxaneyê. Taşkiran, piştî têkoşîna 18 rojan a li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê di 18'ê Kanûnê de girtiyê 45 salî Seyithan Taşkiran krîza dil derbas kiribû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê. Di mudaxaleya yekemîn de sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê hatibû kirin. Taşkiranê ku bedena wî ji sedî 99 fonksiyonên xwe windakiribû. Taşkiran piştî li nexweşxaneyê 18 rojan têkoşîna jiyanê da jiyanaxwe ji dest da. Taşkiran, li ser îfadeya zarokê 13 salî hat girtin û rastî cezayê muebetê hatibû. Taşkiran, 6 salan girtî ma û heta niha li Amed, Êlih û herî dawî li Girtîgeha Bedlisê hat girtin. Taşkiran, 2 salên dawî li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê di yek hurcreyê de hat girtin. Taşkiran, 18'ê kanûnê de krîza dil derbas kiribû û rakiribûn nexweşxaneyê. Taşkiran 18 rojan têkoşîna jiyanê da û jiyana xwe ji dest da. Doktoran diyar kiribûn ku bedena Taşkiran ji sedî 99 fonsiyonên xwe winda kiriye.
Li taxa Sehehattînê ya Navçeya Farqînê di 5'ê kanûna 1993'an de li dijî 3 kargeriyan êrîş pêk hatibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hatibû îdîakirin ku di navde Taşkiran jî heye û li ser îfadeya zarokê 13 salî di 2009'an de Taşkiran hat girtin û ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve rastî cezayê muebetê hat.
'Birayê min şandin ser mirinê'
Birayê Seyithan Taşkiran Murat Taşkiran anîbû ziman ku birayê wî li ser îfadeya zarokê 13 salî hat girtin û birayê wî şandin ser mirinê.
Di 13 salên dawî de 2 hezar û 300 girtî şandin mirinê
Li gorî daneyên wezareta dadê di 13 salên dawî de 2 hezar û 300 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest daye. Wezareta Dadê pirsnameya Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat bersivandibû û di bersivê de wiha gotibû: Di sala 2000'an de 193, sala 2001'an de 158, sala 2002'an de 89, sala 2003'an de 163, sala 2004'an de 54, sala 2005'an de 59, sala 2006'an de 157, sala 2007'an de 176, sala 2008'an de 211, sala 2009’an de 196, sala 2010'an de 252, sala 2011'an de 268, baya 2012'an de 260, di sal 2013'an de 68 û herî dawî di sala 2014'an de jî Seyîthan Taşkiran jiyana xwe ji dest da.
(mae)