1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtiyê siyasî yê Kurd Xurşîdî hat darvekirin
Girtiyê siyasî yê Kurd Xurşîdî hat darvekirin,girtiyê,siyasî,yê,kurd,xurşîdî,hat,darvekirin

Girtiyê siyasî yê Kurd Xurşîdî hat darvekirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 18.04.2014 10:28:38 Girtiyê siyasî yê Kurd Simko Xurşîdî yê di sala 2011'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat girtin, li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê hat darvekirin. Li korîdorên mirinê hînê bi dehan girtiyên siyasî hene.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê da xuyakirin ku Simko Xurşîdî sibeha Pêncşemê (17 Nîsan) li zîndana Dizêl a li bajarê Kirmaşanê bi darvekirinê hat qetilkirin.

Simko Xurşîdî yê ji bajarê Bane, di 9'ê Gulana 2012'an roja duyemîn salvegera darvekirina pênc girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve, bi sûcdariya "Dijminatiya Xweda" û bi partiyeke Kurd re hevkarî kiriye, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Xurşîdî dema cezayê darvekirinê lê hat birîn, li girtîgeha Seqizê dihat ragirtin. Xurşîdî di sala 2011'an de piştî ku ji aliyê hêzên dewletê ve li Tehranê bi çekê hat birîndarkirin, hat girtin. Piştre ji Tehranê veguhastin girtîgeha Sine û ji wir jî şandin Girtîgeha Seqizê.

Roja Simko Xurşîdî hat darvekirin, cezayê darvekirinê yê li du girtiyên siyasî yên Kurd Mihemed Ebdullahî yê 35 salî yê ji Mehabadê û Mistefa Selîmî yê ji Seqizê hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

Ebdullahî yê di 24'ê Nîsana 2010'an de hat girtin, piştî sê salan di 19'ê Nîsana 2013'an de bi sedema ku alîkarî daye partiyeke mûxalîf a Kurd bi sûcdariya "Dijminatiya Xweda" ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi cezayê darvekirinê hatibû cezakirin.

Mistefa Selîmî jî di 6'ê Nîsana 2003'an de li bajarê Nehawend a eyaleta Lorîstanê hat girtin û bi hinceta hevkarî bi Partî Demokratîk Kurdistan Îran kiriye, bi "Dijminatiya Xweda" hat sûcdarkirin. Selîmî ji 8'ê Nîsanê û vir ve bi armanca şermezarkirina cezayê darvekirinê yê lê hatiye birîn û şert û mercên girtîgehê, di greva birçîbûnê de ye. Hat ragihandin ku Selîmî di 17'ê Nîsanê de li hucreyeke yekkesî hat bicihkirin.

LETÎFÎ DIKARE DI HER KÊLIYÊ DE BÊ DARVEKIRIN

Xwendekarê Zanîngeha Îlamê Hebîbûlla Letîfî yê 27 salî jî, ku ji sala 2007'an û vir ve girtî ye, li girtîgeha Sinê di bin xeteriya darvekirinê de ye. Bi sûcdarkian ku alîkarî daye PJAK'ê Dadgeha Şoreşê di 12'ê Tebaxa 2008'an de cezayê darvekirinê li Letîfî birî. Di Cotmeha 2009'an de ji bo were darvekirin Letîfî bi Îhsan Fetahiyan re li hucreyên yek kesî hatin bicihkirin. Li ser nerazîbûnên zêde darvekirina wî di Cotmeha 2009'an hat rawestandin, lê nehat betalkirin. Parêzer Salih Nİkbext diyar kir ku cezayê darvekirinê dibe ku di her kêliyê de bicih were anîn û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku bikevin nava tevgerê.

HERÎ KÊM 30 GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD LI KORÎDORÊN MIRINÊ NE

Li Îranê ji sala 2007'an û vir ve herî kêm 14 girtiyên siyasî yên Kurd hatin darvekirin. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007'an de yekemîn milîtanê PJAK'ê bû ku hat darvekirin. Darvekirin piştre dewam kiribû, di 9'ê Gulana 2010'an de mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û aktîvîsta jin Şîrîn Elemhûlî û Mehdî Îslamiyan bi awayekî komî hatibûn darvekirin. Beriya Simko Xurşîdî herî dawî di 4'ê Mijdara 2013'an de girtiyê siyasî yê Kurd Şêrko Maarfî hatibû darvekirin.

Li gorî hesabên ANF'ê hînê herî kêm 30 girtiyên siyasî yên Kurd li korîdorên mirinê ne: Hebibûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedîzade, Ebdûlah Sîrurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradî, Zanyar Muradî, Bextiyar Mîmarî, Sîrwan Nijwarî, Hoşeng Rezayî , Mensûr Arwend, Sirwan Nejad, Hebib Eşrefî, Alî Eşrefî, Îbrahîm Îsapûr, Behruz Alkanî, Reza Molazadeh, Arman Pervîzî, Mûhammed Abdullahî, Sabir Mukled Muvaneh, Abdullah Sarvarîan, Alî Ahmed Silêman.

Li gorî hin parêzvanên mafên mirovan herî kêm 60 Kurd ji ber nêrînên xwe yên siyasî û baweriyên xwe yên olî, bi xeteriya darvekirinê re rû bi rû ne.