1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtiyên doza KCK’ê divê bên tahliyekirin
Girtiyên doza KCK’ê divê bên tahliyekirin,girtiyên,doza,kck,ê,divê,bên,tahliyekirin

Girtiyên doza KCK’ê divê bên tahliyekirin

A+ A-

AMED 07.02.2014 07:00:04 Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, der barê daxistina pêvajoya girtinê ya ji 7.5’an ketiye 5 salan de axivî û diyar kir ku hinek siyasetmedarên kurd yên di 2009’an de hatine girtin dema wan ya 5 salan tije bûye û da zanîn ku divê em demildest bên tahliyekirin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku ew daxistina dema girtinê ya ji 7.5’an ketiye 5 salan erênî dibînin û guherînên dawî ji ANF’ê re nirxand.

Elçî da zanîn ku di girtinê de dema azamî ketiye 5 salan û got ev jî bendewariyên wan dibersivîne û wiha got: “Dema girtinê ya azamî a 5 salan, tê wateya ku mirov dikarin 5 salan girtî bimînin. Li gorî dema girtina girtiyan, li gorî zarokatiya girtî, şahidan û çarçoveya dozê carna salekê jî makule. Lê çarçove û girîngiya dozê çi dibe bila dema girtinê niha ketiye 5 salan û ev jî gelek erêniye.

Li gelek bajarên herêmê di 14 Nîsana 2009’an de di bin navê KCK’ê de operasyon pêk hatin û ev operasyon dikevin 5 saliya xwe. Kesên di operasyona 2009’an de hatin girtin 5 salên xwe tije kirin. Heta nihek kesî 5 salên xwe derbas kiriye. Ji ber vê sedemê jî divê bên tahliyetkitin. Dema girtinê ya azamî daxistine 5 salan û ji ber vê jî kesên 5 sal bin girti bin divê bên berdan. 5 sal tenê dema azamiye. Ev çi nîşan dide, çavderiya meclisa qanûnî, parlamontoyê ya li hemberî dema girtina darazê nîşan dide. Berê jî qanûnên bi vî rengî derketin. Ji bo darazê qanûnên ku rê nîşan dide û peyaman dide derketibûn, lê kesî pêk neanî. Qanûn guherîn lê dadgehan ev nedît. DMME’ê ev rewş demeke dirêj rexne kir. Heta ligel ku Dadgeha Destura Bingehîn çend caran serlêdana der barê parlamenteran de erênî nirxand jî darazê di girtinê de ya xwe kir. Dadgeha ligel van qanûna dîsa ya xwe kir û bi awayekî vekirî sûc kirin. Kesê ku 5 sal be girtîbe û neyê berdan li dij hiqûq û demokrasiyê ye. Dadgeh divê rewşa kesên ku 5 salên xwe tije nekiriye sererast bike. di heman demê de kesên ev 3 sale girtiye jî divê tahliye bikin. Daraz divê li dijî vê rêzdar be û kesên 5 sale girtîne tahliye bike.

TMK TEQEZ DIVÊ BIGUHERE

Elçî der barê ku dadgehên Rayeya Daybet veguhertine Cezayên Giran de jî wiha got: “Dadgehên rayeya taybet mafê darizandina adîlane binpê dike. dadgehê asayî cihê wan di hiqûqê de nîne. Divê her kes bi awayekî wekhev bê darizandin. Em dibînin ku hikûmet vê dibîne. Serokwezîr der barê vê de daxuyaniyek da. Ev erêniyet. Divê Qanûna Têkoşîna bi Terorê re rabe. Di serî de DGM, hemû biryar divê ji nûve bibin mijara darazê. Sererastkirin divê ji vir dest pê bike. ji ber ku van dadgeha edelet belav nekir, berovajî vê bê hiqûqî û bê edeletî belav kir. TMK di roja me de êdî ne hewcedarieke. Sûcên rêxistinê êdî di xalên Qaqnûnên Cezaya Tirk de hene. Heta xalên ku bê pîvan ceza dikin hene. Ji ber vê divê TMK teqez rabe. Li aliyekê rakirina dadgehê rayeya taybet û lia liyê din jî nerakirina TMK’ê naqoqikiye. Ger ku TMK’ê pêk bînin wê demê tiştek nayê guhertin. Ji ber vê divê TMK’ê rabikin.”